Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nîşanên jîyanê vedigerin Bajarê Kevin ê Helebê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sûka Xan Gumrukê, ya ku beşeke ji Bajarê Kevin ê Helebê, di 16ê Mijdarê de careke din hat vekirin [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Sûka Xan Gumrukê, ya ku beşeke ji Bajarê Kevin ê Helebê, di 16ê Mijdarê de careke din hat vekirin [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Karên nûkirinê jîyan vegerande beşekî piçûk ji sûka Bajarê Kevin yê navdar li Heleba Sûriyê.

Bajarê Kevin ê Helebê, cihekî keleporê yê Cihanî yê UNESCO ye, û sûka wî di şerê Sûriyê yê şeş salan de hatin hilweşandin. Lê di 16ê Mijdarê de li Sûka Gumrukê, berpirsyarên xwecihî beşekî ji bazarê yê hat nûkirin vekirin.

Sûka Xan Gumrukê hat nûkirin û tê dîtin ku hejmareke mezin ji bazirganan vedigerin dikanên xwe, niştecî ji Diyaruna re dibêjin.

"Min bawer nedikir ku bazarên Helebê dê vegerin kar weke berê piştî salên şer û wêrankirinê," Xalib Tehan, yê karmendekî hikûmetê yê xanenişîn ji Helebê got.

Dîlaneke Sûrî ya Folklorî di vekirina sûka Xan Gumrukê de di 16ê Mijdarê de hat pêşkêşkirin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Dîlaneke Sûrî ya Folklorî di vekirina sûka Xan Gumrukê de di 16ê Mijdarê de hat pêşkêşkirin. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

"Kêfxweşî di nav niştecîyan de diyar e," wî ji Diyaruna re got.

Bazar mişt xelk dibe

Bi hilkefta nûvekirina deverê, bazareke kolanan a çar rojî berdewam kir, ku ji alîyê Komeleya Bazirgan û karsazan ve hatibû lidarxistin, bazirganan şehrezayîyên destî, xalîçekên nerîtî û heta bi sabûna Helebê ya navdar li ser bestekan li dirêjahîya sikakê difiroştin, AFP ragihand.

Gelek mêvan li bazarê vehewiyan, vê yekê hişt ku bazirgan pêşengehê çend rojên din bihêlin, bi taybet ji ber ku mûsimê betlaneyê bi lez nêzîk dibe, çalakvanê medyayî li Helebê Fêsel Ehmed got.

"Aniha Jîyan vedigere bajar û niştecî û mêvan careke din diherikin dikanan, bi taybet piştî nûvekirina bazara Xan Gumrukê, yeke ji bazarên herî navdar li bajar," wî ji Diyaruna re got.

Gelek beşên kar derîyên xwe vekirine, hin ji wan gewheran difiroşin û hin din cil, pêlav û caw difiroşin.

Kesên sabûnê çêdikin, rîsçî herwiha kesên ku xwarinên Sûrî yên berê difiroşin cihê xwe li sûka Bajarê Kevin girtine.

Nûvekirina lezgîn ya dikanan bi "lezgînîyeke rêjeyî" jîyan vegerand bajar piştî salên şer ên ku koçkirina niştecî û xwedîyên karan encam da, Ehmed got.

Bazirganên Helebê bo vegera bo welat hatin handan

Hewldanên nûavakirinê yên seretayî bi awayekî sereke giranî dane nûkirina bazarên Bajarê Kevin ê Helebê, Husên Hemamî ji Komîteya nûavakirina dever û sûka Xan Gumrukê got.

Ev bazar "rehê jîyanê yê sereke ye li bajar", wî got. "Dema ku bazarên kevin bi çalakîyan çalak dibin,ev çalakîyên bazirganî hema hema li bajarên din jî belav dibin."

Kar berdewam e daku bermahîyên şer rakin û avahîyan nû ava bikin û nû bikin, bi taybet cihên keleporî yên parastî, Hemamî ji Diyaruna re got.

Hemamî got wan kar kir ku sûka Xan Gumrukê bi piştgirîya Odeya Bazirganîyê ya Helebê û alîkarîya karsazên ku dikanên wan li bazarê hene nû bikin.

"Weke encam, heta aniha 77 dikan li ser erdê û qatên jor ji nû ve hatine avakirin herwiha nûavakirina dikanên mayî jî berdewam e," wî got.

Wî anî ziman ku komîte têkilîyê bi bazirganan, xwedîyên dikanên bazirganî, xwedîyên kargehan û karsazan re dike, ew wan han dide daku vegerin bajar û aniha dest bi kar bikin ji ber ku enerjî, av û mazot careke din berdest in.

Xwedîyên kar, ên ku bi piranî reviyan welatên cîran, anîn ziman ku ew gelekî meraq dikin ku vegerin, wî got, lê wan got ku gelek dem ji wan re divê daku kar û barên xwe organîz bikin ji ber wan karên xwe yên nû li welatên mêvandarîyê damezrandine.

Hemamî got ew pêşbînî dike ku beşekî mezin ji van xwedîyên kar "di van çend mehên tên de vegerin".

Veger 'jênerev e'

Herwiha beşine din ji Bajarê Kevin hatine nûkirin, Tehan got, di nav de Qada Ezîzîyê, Nedwet Şehba, Qada Mescid û Qada Camiayê.

wî anî ziman ku jîyan hêdî hêdî vedigere bajar piştî ku dibistan ji nû ve hatin vekirin û xizmetên mîna av û elektrîkê careke din dest pê kirin.

"Kampanîyeke me ya malbatî heye ya ku cilên Şamî yên nerîtî yên neqişandî difiroşe, yê ku şêweyekî pîşekarî navdar e di cîhanê de," Ebid Etar, xwedîyê dikanekê li sûka Xan Gumrukê, got.

Vegera bo Helebê piştî bêwarîya şeş salan li Şamê "jênerev" bû, wî ji Diyaruna re got.

Ji çaxa ku operesyonên nûavakirinê hatin îlankirin û bazar ji nû ve hat vekirin, bavê Etar dest pê kir hazirîya vegera wan dike, wî got, wî not kir ku ew aniha kar dikin ku kargehên xwe yên li Şamê biguhêzin û dest bi berhemdanê li Helebê bikin.

"Jîyan vedigere Helebê û kolanên wê amade ne ku pêşwazîya niştecî û mêvanan bikin," Etar got.

Hemû bazirganan li hev kir ku nirxan kêm bikin heta asta gengaz, daku bala zibûnan bikişînin, wî got, ji ber ku Bajarê Kevin weke navendeke bazirganî ya niştimanî tê reçavkirin.

Geştyarîya xwemalî dest pê kiriye û hedî hêdî pêş dikeve, her çiqasî hedî hedî be jî, wî got, Sûrîyên ji parêzgehên din tên Helebê piştî salan ji neamadebûnê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500