Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ derbarê komkujiya Misrê ya ku heta alîgirên wê jî şermezar kirin bêdeng e

AFP

Zarokine Misrî li nêzî komeke pêlavên qurbaniyên êrîşa ku mizgefta Rewda li nêzî Erîş, paytexta parêzgeha Bakurê Sînayê kir armanc rawestiyane, roja 24ê Mijdarê. [STR/AFP]

Zarokine Misrî li nêzî komeke pêlavên qurbaniyên êrîşa ku mizgefta Rewda li nêzî Erîş, paytexta parêzgeha Bakurê Sînayê kir armanc rawestiyane, roja 24ê Mijdarê. [STR/AFP]

Çekdarên ku bêtir ji 300 nimêjkeran li mizgefteke Misrî tevkujî kirin ti hewl neda ku nasnameya xwe veşêrin, kerbidestan û dîdvanan got.

Wan cawê reş ê "Dewleta Îslamî" (ISIS) di destê xwe de hildigirt, û beriya wê wan hişyarî dabû mizgefta Bakurê Sînayê ya elaqedarê Sofiyetê ku praktîzekirina sûfiyetê bidawî bikin ji ber ku DAIŞ wan wekî pêkenok dibîne.

Heta wan bi şexsî serdana mizgeftê kir çend heftiyan berê, şêxekî Sofiyetê got.

Lê belê piştî dora heftiyekê ji komkujiya Înê, DAIŞ hîna jî êrîş lixwe negirtiye, berpirsiyar û analîst dibêjin, wekî nîşanekê ku dibe çekdarên wan ji standerên tundûtûjiyê wêdetir çûbin.

Misrî qurbaniyan hildigrin piştî êrîşa bi tifingê û bombeyan ku mizgefta Rewda li nêzî Erîş, paytexta parêzgeha Bakurê Sînayê kir armanc roja 24ê Mijdarê. [AFP]

Misrî qurbaniyan hildigrin piştî êrîşa bi tifingê û bombeyan ku mizgefta Rewda li nêzî Erîş, paytexta parêzgeha Bakurê Sînayê kir armanc roja 24ê Mijdarê. [AFP]

Tevî hemû tawanên bêserûber ên ku DAIŞ li her parzemînekê encam dane, vê êrîşê heta bi alîgirên wê jî şok kirin.

Piştî ku qebareya êrîşê hat naskirin di kenalên medya civakî yên tundrû de, bikarhênerên alîgirê DAIŞ roldîtina rêxistinê têde red kirin.

Her rêxistineke ku tê naskirin ku li Qahîrayê çalak e, di nav de Cund el-Îslama li Sînayê, komkujî şermezar kir.

Piştevanên DAIŞ li ser medya civakî bihêrs bûn piştî ku tomareke dengî ku pêwendiyên bêtêl ew girtine ku têde endamekî DAIŞ şehnaziyê bi êrîşê dike, û yekî din hin hûragahiyan têne ser ziman, û di kenalên medya civakî yên alîgirên Qaîdê de belav bû.

Guhertinek di awayê karkirinê de

DAIŞ beriya aniha mizgeft kirine hedef -- bi taybet ên Şîa -- û yên Sofiyetê.

Lê êrîşa li ser mizgefta Misrî, ya mişt bi sedên nimêjkeran, şopdarên Sofiyetê çaxê nijêmja Înê, dixuye ku gaveke pir dûr be ji dilsozên DAIŞ re.

Herî kêm 27 zarok mirin di komkujiyê de.

"Derbarê vê pîvanê, ya ku zehmet e ku bê rewankirin ku wê 'bi tenê şopdarên Sofiyetê' kuştin," analîzer Amarnath Amarasingam, mezinê lêkolîneran di Koma ISD a Cîhanî ya berengarbûna terorîzmê de, got.

Wîlayeta Sînayê ya ser bi DAIŞ ve beriya salekê bi sedan karmendên ewlekariyê di êrîşan de kuştin, û bêtir ji sed Xiristyanan kuştin di teqînên ku dêrek kirin hedef de.

Êrîşa Înê "tê xuyakirin ku di xetekê de ye ku werçerxaneke hêdî hêdî di heyama çar salên borî pêk aniye", berpirsekî Rojavayî got, lê merc danî ku nasnameya wî neyê eşkerekirin.

DAIŞ "ji pêngaveke tundûtûjiyê ya ku terorîstan li Sînayê encam da û gelekî xwecihî çû... û ew destpêkê haydar bû ku xelkê deverê ji xwe ciz neke... bo tiştekî ku bêtir palderên cîhadiya cîhanî bandorê li ser dikin," berpirs got.

Rêkeftineke navendî tune ye

Dibe ku "êrîş bi hevkariyeke bêyî hebûna rêkeftineke navendî hatibe encamdayîn," dîplomatekî Rojavayî got, yê ku wî jî merc danî ku nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Egereke din heye ew e ku dibe êrîş nameyek bû bo şopdarên Sofiyetê û gundiyên ku wekî alîgirên hikûmetên tên naskirin, bêyî ku tu angaştên fermî yên DAIŞ di vê derbarê de hebin.

Hesen Hesen, şarezakî navdar ê karûbarên DAIŞ, got ku rêxistinê di belavokekê de şopdarên Sofiyetê wekî "taxût" anîn ziman, ev jî peyveke di Quranê de hatiye û ji şeytan û zordaran tê gotin.

"Ti sînor tune ne dema ku ew ji wan re dibêjin taxût," Hesen got, ku lêkolînerekî serekî ye di navenda lêkolînê ya TIMEP û nivîserê pirtûka "DAIŞ: Di Nava Artêşa Têrorê De".

Wî got ku lê belê çekdarên DAIŞ pir di rabihûrî de zêdegavî kirin û hatibûn cezakirin.

"Dema ku wan Şihêtat kuştin, wan (êrîşkeran) hemû nîşan veşartin," wî derbarê komkujiyeke ku 2014an pêk hat û 700 mêrên êlan li herêma Dêrazorê li Sûriyê têde hatin kuştin, got.

Ev "yan ji ber ku wan xwest ku xwe jê bêrî bikin yan jî wan hizir kir ku gelekî dûr çûne", Hesen got.

Hîna jî, ligel matmayîna şirovegeran ji helwesta medya DAIŞ, ew pêkane dimîne, lê pir dûr e ku rêxistin êrîşê lixwe bigre.

Piştî êrîşeke li ser kişkekî serbazî li başûrê Qahîrayê di Hezîranê de, DAIŞ piştî sê heftiyan êrîş lixwe girt -- ne bi rêya hesabên wê di medya civakî de, lê belê bi rêya nûçenameya xwe ya heftiyane al-Neba.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500