Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq xizmetên sereke yên gelemperî li Rawayê vedigerîne

Xalid Ta'î

Zarokeke bi navgînên artêşa Iraqî re dimeşe li Rawayê di 18ê Mijdarê de piştî artêşê bajarokê newala Feratê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Sulêman Enbarî/ AFP]

Zarokeke bi navgînên artêşa Iraqî re dimeşe li Rawayê di 18ê Mijdarê de piştî artêşê bajarokê newala Feratê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Sulêman Enbarî/ AFP]

Birêveberîya xwecihî ya Rawayê dest bi kampanyayekê kir daku xizmetên sereke yên gelemperî ji bajar re vegerîne li gel pêlekê ji çalakîyên paqijkirin û nûavakirinê, parêzgar Husên Elî Ekîdî îro Çarşemê (29ê Mijdarê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Bajarê rojavayê parêzgeha Enbarê rastî weraneke berfereh hat berî ku ew di 17ê Mijdarê de ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) were vegerandin.

Ekîdî got ku "asta wêrankirinê gihiştiye 70%".

Endamên DAIŞ gelek ji binesazîya Rawayê hilweşandin, wî got, di nav de 13 jeneratorên elektrîkê yên volt bilind, stasyonên av û karêzan, dibistan û nexweşgeh.

"Me dest bi kampanyayekê kir daku em xizmetên sereke vegerînin, bi taybet ji bêtir ji 300 malbatên ku ji bajar bêwar nebûbûn," wî anî ziman.

Ofîsên xizmetên sereke --di nav de birêveberîya xwecihî, şaredarî, birêveberîya perwerdeyê û navenda polîs -- di avahîne alternatîv de hatin vekirin, wî got.

"Herwiha me projeyeke kit a ava vexwainê li bajar çalak kir û me elektrîk ji niştecîyan re di rêya bikaranîna jeneratorên piçûk re dabîn kir," wî got, wî anî ziman ku birêveberîya elektrîkê berdewam e di çakirina torên belavkirinê yên ziyandîtî de.

Xwebexşan moloz û kavil ji kolanan bi bikaranîna alavên bingehîn rakirine, ji ber DAIŞ piranîya beldozer, carûdên li ser elektrîkê û navgînên paqijkirinê ruxandibûn, wî got.

"Birêveberîya Tendirustîyê ya Enbarê nexweşxaneyeke guhêzbar bi komek bijîêk û berdestîkan re şande bajar daku dermankirin û xizmetên tendirustîyê ji nştecîyên xwecihî re dabîn bikin," Ekîdî got.

Hewildanên rakirina mayînan

Rewş li Rewayê aram e û tişt bi awayekî baş berdewam dikin, wî got.

Lê mayîn û teqemenîyên çandî ji alîyê DAIŞ ve li serenserê bajar "astengîya herî mezin in" ji kewldanên nûavakirinê û vegera kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne, wî got.

"Artêş xebateke mezin dike daku hezarên teqemenîyên di hundirê avahîyên hikûmetê û malan de çandî ne bê fitîl bike," wî got.

"Heta aniha, 60% ji teqemenîyan bêhêz kirine," wî got, "Lê erk zor e û hin bombe teqînên bidstçêkirî bi zanebûn veşartî ne."

"Em li bendî tîmên taybet in daku bigihin ên ku ji alîyê hikûmetê ve hatine girtin ji bo di hewldanên paqijkirinê de beşdar bibin," he said, wî anî ziman pêşbînî heye ku di serê hefteya bê de dest pê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500