Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr Şam emîrên Qaidê li Sûriyê digire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Vê dawîyê endamên Tehrîr Şam serkirdeyê Qaidê yê berz Îyad Tubasî yê ku herwiha weke Ebû Juleybib Urdinî tê naskirin girt. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

Vê dawîyê endamên Tehrîr Şam serkirdeyê Qaidê yê berz Îyad Tubasî yê ku herwiha weke Ebû Juleybib Urdinî tê naskirin girt. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

Tîmên çekdarên Tehrîr Şam roja Sêşemê (28ê Mijdarê) bi dehan endam û emîrên Qaidê li devera li jêr kontrola hevbendîyê li parêzgehên Heleb û Idlibê dane hev, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Hevbendîya tund, ya ku Enîya Nusrayê ya berê serdestîya wê dike, herî kêm 50 endamên Qaidê girtine, wî got, û hêrs li deverên ku êrîş li wan qewimîn bilind dibe.

Ji barbanga roja Sêşemê ve, tîmên Tehrîr Şam endam û emîrên Qaidê didan hev, wê xalên pêşkinînê ên sabit û guhêzbar bikar tanîn, çalakvan Muetez Umran li gundewarê Hemayê got.

Gelek kesayetiyên Qaidê yên berz di nav girtîyan de ne, wî ji Diyaruna re got, wî not kir ku hejmarek ji wan ji Tehrîr Şam vekişîbûn, lê yên din hîn yekser bi Qaidê ve li Iraqê girêdayî ne.

"Berpirsê şerîetê" yê berz Samî Erîdî ji alîyê hevbendîya Tehrîr Şam ya dijber ve roja Sêşemê di zincîreke êrîşan de li devera li Idlibê hat girtin. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

"Berpirsê şerîetê" yê berz Samî Erîdî ji alîyê hevbendîya Tehrîr Şam ya dijber ve roja Sêşemê di zincîreke êrîşan de li devera li Idlibê hat girtin. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

Umran êrîş weke "şerekî li ser desthilatdarîyê di navbera herdu alîyan de" wesif kir.

Emîrên Qaidê karîbûn hejmarekê ji emîr û endamên Tehrîr Şam qayil bikin ku ji hevbendîyê vekişin û tevlî Qaidê bibin, wî şîrove kir. Ev yek gefeke daku ku Tehrîr Şam lawaz bikin, ya ku ev êrîşên tolhidanê cîbicîkirin.

"Hin çekdarên Qaidê bûn nêçîra xapandinekê ya ku ew tê bo civînekê bi emîrên Tehrîr Şam re hatin vexwendin û dema ew gihan cihê ku cîvîn lê hatibû rêxistin ew girtin û veguhestin girtîgehên hevbendîyê," wî got.

Endamên Qaidê yên berz hatin girtin

Kesayetiyên Qaidê yên berz ên ji alîyê Tehrîr Şam ve di vê gera dawî de hatin girtin Samî Erîdî û Îyad Tubasî yê herwiha weke Ebû Juleybib Urdinî tê naskirin di nav wan de ne.

Herwiha hevbendîyê serkirdeyên Qaidê Ebul Qesamil Urdin, Ebû Hemam Sûrî -- yê ku herwiha weke Farûq Şamî tê naskirin -- Ebû Îslam Dêrî, Ebû Ebdul Kerîm Xurasanî û Xelad Urdinî girtine.

Herwiha Ebû Xedîce Urdinî, emîrê Qaidê li sektorê sînorî û Ebû Ebdu Rehman Mekî, emîrê koma Jundil Melahim yê vê dawîyê ji Tehrîr Şam vekişî û soz da ku bi Qaidê re dilsoz be hatin girtin.

"Girtin bi pevçûnên dijwar re li hin deveran hevrê bûn," Umran got.

Li derdora Idlibê, wî got, endamên Tehrîr Şam serkirdeyekî Qaidê yê bi navê Ebû Miseb Lîbî girt û şerekî dijwar encam da, heşt kes tê de mirin yan birîndar bûn.

Herwiha tişta gişta girîng cudabûna ji Tehrîr Şam û dilsozîya ji Qaidê re ji alîyê Ebû Muqedem Urdunî ve bû, yê berpirsyarê ewlekarîyê bû li Deraayê.

Umran got Qaidê li parêzgeha Idlib û Hemayê belav dibe, lê bingeha desthilatdarîya wê li bajarokên Mestûma, Biniş û Sermînê li gundewarê Idlibê cihê xwe girtiye, ji ber ku ev her sê bajarok ji jêr kontrola Tehrîr Şam derketine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500