http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/11/29/feature-01?language_switcher=true

×
×

Civak |

Firoşyar pirtûkan li kolaneke Mûsilê radixin li cihê ku DAIŞ bidarvekirin encam didan

Ala Husên li Bexdayê

Bi rêya Twitterê pêwendîyê bike Bi rêya Facebook pêwendîyê bike

Xelkê Mûsilê bi 4,000 sernavên pirtûkan aşna dibin di pêşangeheke çandî de û bazarekê de roja Îna çûyî. Boneya heftiyane 17ê Mijdarê hat vekirin. [Wêne ji malpera Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Li ser heman resîfa li Mûsilê ya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) carê bidarvekirinên bi kom pêk tanîn, bazareke heftiyane pirtûkan difiroşe û çalakiyên çandî tîne holê yên mîna xwendina helbestê û sazkirina muzîkê.

Însiyatîva çandî nîşaneke ka çawa tişt hatine guhertin ji dema ku hêzên Iraqî rizgarkirina herdu aliyên bajêr di 10ê Hezîranê de qedandin, piştî cengeke heşt-mehî ku dawî ji serdestiya ku sê salan dom kir a DAIŞ re danî, organîzeran got.

Her În, firoşyar û hunermend kolana li tenîşt Zanîngeha Mûsilê li beşê rojhilatî yê bajar radixin, û xeleke gelek û cihêreng li wan dicive.

Pêşangeheke li ser resîfê ya heftiyane ya ku 17ê Mijdarê hat vekirin li derveyî Zanîngeha Mûsilê pirtûkan û çalakiyên din ên çandî pêşkêş dike. [Wêne ji malpera Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Cihê ku "Dewleta Îslamî" carekê bidarvekirin pêk tanîn. [Wêne ji malpera Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Mûzîkjenek li ûdê dixwe di boneya çandî ya Îna çûyî de li nêzî Zanîngeha Mûsilê. Mûzîk hat qedexekirin dema ku bajêr li jêr serdestiya "Dewleta Îslamî" de bû. [Wêne ji malpera Eyn Mûsil hatiye wergirtin]

Biryara destpêkirina girêdana pêşangeheke çandî ya heftiyane û bazarekê li ser resîfê li Mûsilê wekî bersivdayînê ji hewcedariyeke giştî ya xurt re hat, Brahîm Ebdulah Taî, rêveberê medyayî yê komîteya organîzera Insiyatîvê got.

Piştî ku kolana Necefî li rojavayê Mûsilê -- devera ku navenda serekî ya firoştina pirtûkan bû li bajêr -- ji ber agir wêran bû, xelk bi hewceyî cihekî din bû bo kirîna pirtûkan û beşdarîkirin di çalakiyên çandî de, wî ji Diyaruna re got.

Komek ji nivîskaran, xwedanên firoşgehên pirtûkan û ronakbîran biryar da ku cihekî li nêzî Zanîngeha Mûsilê wekî platformeke mêvandarîkirina boneyên çandî bikar bînin.

"Li vî heman cihî, bidarvekirin û serjêkirin dihatin pêkanîn di dema serdestiya DAIŞ de," wî got, û da zanîn jî ku dever wekî baregehên maşîna propagandaya rêxistinê dihat bikaranîn.

Serpêbûyîneke çandî

Pêşangeha li ser resîfê roja 17ê Mijdarê hat vekirin piştî du mehan ji amadekariyên ku ji paqijkirina kolanê û bidestxistina rêdayînan ji desthilatdariya herêmê pêk hatin, Taî got, û dewam kir û bû her În.

Roja vekirinê bi amadebûneke gelek a ciwanan û ronakbîran derbas bû û zêdetirî 4,000 taytil hatin nîşandayîn, ji romana heta bi wêjeyê, tinazîdarî, siyaset û têkstên olî yên ku Îslama miyanrû û rewşen didin pêş, wî got.

"Ti pirtûk tundrûyîya olî nadin pêş, ji ber ku ew zemîneke xweş ji îdyolojiya DAIŞ re saz dikin," wî tekez kir, û da zanîn ku "Mûsil dê bajarê lêborîndariyê û hevjiyankirinê bimîne ji ber cihêrengiya nifûsa wê."

Ligel firoştina pirtûkan, ahengên xwendina helbestê ji aliyê çend helbestvanên bajêr mve hatin lidarxisitn, û herwiha performansên mûzîkî ji aliyê komeke bajêr ve hatin nîşandan ku vîlyon, qanûn û piyano tê de hatin jenîn.

"Xelkê nedikarî heta navê mûzîkê bîne ser ziman dema ku DAIŞ hukim dikir," wî got. "Rêxistinê kolan wekî platformeke medayî bo ajinda xwe bikar tanî, hizir û çanda pêşverû û hemû formên mûzîkê qedexe kir."

Insiyatîva resîfê dê bidome daku pêş bikeve û berfereh bibe, Taî got, ji ber ku ew yekane fersenda berdest e li bajêr.

Pilaneke heye ku kolana Necefî li rojavayê Mûsilê dîsan were avakirin daku careke din pirtûk lê bên firoştin, wî got.

Taî bang li hikûmeta xwecihî ya Nînewayê kir ku piştgiriya projeyê bike daku ew bidome û jiyan bike, û daxwaza rêkareke bilez kir bo nûdîzayinkirina kolanê wekî platformeke çandî û saziyên din ên hikûmetê ji vê biryarê xeberdar bike.

Divê karbidestên parêzgehê sîwanekê peyda bikin ji bo parastina firoşyaran ji endamanan, wî pêşinyaz kir, û ji ber ku dibe ku rewşên keşûba pêşangehê neçar bike ku bê girtin di Înên baranbarî de.

Mîratê çandî yê Mûsilê

Piştgirîkirina insîyatîvê girîng e, û rêyeke bo şerkirina li dijî îdyolojiya tundrû, Taî got, û not kir ku "gule ne tek rê ne bo şerkirina li dijî DAIŞ".

"Divê ew bi çand û îdyolojiya rast bên şerkirin," wî got.

"Tiştekî ne asayî ye ku kolana ku DAIŞ kiribû sembola mirin zordestiyê biguherin bo kolaneke çand û afrandinê," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Husam Sabawî ji Diyaruna re got.

Wî got ku Mûsil bajarekî bi ronakbîr, nivîskar, doktor, siyasetvan û pêşengên xwe navdar e.

Sabawî banga çavdêrîkirina pirtûkên tên nîşandayîn kir daku îdyolojiya tekfîrî û tundrû rêya xwe nebîne û nekeve destên kiryaran de.

Wî got ku divê rêxistinên civaka sivîl li parêzgehê berdewam bin di projeyên xwe yên çandî bêyî çaverêkirina alîkariya ji desthilatdariya xwecihî di dema aniha de, ji ber desthilatdarî mijûl e bi misogerkirina ewlehiyê û berdestkirina xizmetguzariyan.

Di heman demê de, endama encumena parêzgeha Nînewayê, Hiyam Ebdul ji Diyaruna re got ku desthilatdariya xwecihî pêbend e ku saziyên çandî piştgirî bike li parêzgehê, di nav de nûavakirina saziyên çandî yên dewletê.

Wê got ku di serencamê de, çendîn çalakiyên çandî ji aliyê dewletê û sektora ehlî ve hatin sponserkirin.

Bi rêya Twitterê pêwendîyê bike Bi rêya Facebook pêwendîyê bike
Tu vê mijarê diecibînî?
6
0

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan Captcha