Nûçeyên Iraqê
Penaber

Iraqê bêhtir ji 14,000 penaber ji Sûriyê veguhestin

Xalid Ta'î

Penaberên Iraqî ji kampa Holê li Sûriyê bo Iraqê tên veguhstin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Penaberên Iraqî ji kampa Holê li Sûriyê bo Iraqê tên veguhstin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî bêhtir ji 14,000 penaberên Iraqî yên ku li kampên Hol û Roj li Sûriyê dijîn veguhestin, Encumena parêzgeha Nînewayê Sêşemê (28ê Mijdarê) eşkere kir.

Bi hezarên Iraqiyan neçar man ku birevin Sûriyê piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) deverên berfereh kontrol kirin li Iraqê di havîna 2014an de.

Piranîya wan niştecîyên gundên deverên sînorî bûn li rojavayê Nînewayê û bakurê parêzgeha Enbarê.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî, bi hevkariyê ligel hêzên ewlekariyê û saziyên hikûmetê, roja Çarşemê (22ê Mijdarê) dest bi veguhestina hemû penaberên Iraqî, yên ku reviybûn kampên Hol û Roj li gundewarên Hesekê, bo kampên li Iraqê kirin.

"Heta îro [Sêşemê] hejmar total 14,450 a penaberên Iraqî li ser sê nifşan vegeriyane," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Xelef Hedîdî, ji Diyaruna re got.

Ew bi basan der xistin ber bi sê kampan ve li başûrê Mûsilê: Cada, Hemam Elîl û Selamîyê, wî got.

Gava ew gihane kampan, tîmên hewarçûnê yên wezaretê xizmet û alîkarîyên girîng ji wan re dabîn kirin, wî got.

"Ew bi xwarin, cil, betanî û alavên germkirinê hatin dabînkirin," Hedîdî got.

Wî desthilatdarî li parêzgeha xwe û rêxistinên navdewletî han dan daku piştgirîya lezgîn ji panaberan re dabîn bikin û di xebatên hewarçûnê de beşdar bibin.

Hewldanên veguhestinê berdewam in

Dora 10,000 penaberên Iraqî li kampên Sûrî dimînin, wî got, ew hêvî dike ku nêzîk wan vegerînin Iraqê.

Bi hezarên Iraqiyan vegeriyan malên xwe li Mûsilê û bajarên din ên Nînewayê ji dema ku operasyonên rizgarkirina parêzgehê Cotmeha borî dest pê kirin.

Li gorî amarên fermî yên ku ji alîyê wezareta Koç û Koçberan ve hatin weşandin, 333,132 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne vegeriyane malên xwe yên rizgarkirî li seranserê Nînewayê di nîvê meha Îlonê ya sala 2016an.

Bêtir ji milyonek Iraqî ji parêzgehê reviyan piştî DAIŞ dest danî ser.

Hevdem li Enbarê, dora 5,000 malbatên bêwar vegeriyan malên xwe di heyama du heftiyên borî de.

Mihemed Yasirî, şêwirmendê karûbarên teknîkî yên Wezareta Koç û Koçberan, got ku ew malbat vegeriyan deverine li Firatê Jorîn, başûrê Remadî û rojavayê Felûca.

"Ew di kampan de diman li biyabana Enbarê û rojavayê Bxdayê," wî got, wî not kir ku ew bi nofan bi basên hikûmetê hatin veguhestin bo bajarên wan bi dirêjahiya her du hefteyên borî.

"Em dê di anîna xelkê bêwar de bo warên wan berdewam bin heta ku hemû kampên [yên penaberan] li Iraqê bên girtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500