Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êlên Enbarê tevlî hêzan dibin bo çespandina serweriya zagonê

Xalid Ta'î

Şervanên êlên Enbarê bêhinvedanekê werdigrin dema ku ew li molgehên "Dewleta Îslamî" li beşên rojavayî yên parêzgehê digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya lîwayê Hedîsayê hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Enbarê bêhinvedanekê werdigrin dema ku ew li molgehên "Dewleta Îslamî" li beşên rojavayî yên parêzgehê digerin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya lîwayê Hedîsayê hatiye wergirtin]

Ligel xelaskirina parêzgeha Enbarê ji qeydên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), êlên deverên helwesteke yekgirtî nîşan didin di çespandina serweriya zagonê de.

Wan soz da ku endamên êlan ên ku tevlî DAIŞ bûbûn qebûl nekin û piştrast bibin ku wan cezaya kiryarên xwe wergirtiye, karbidestên deverê ji Diyaruna re axivîn.

Ligel nêzbûyîna bûjandina tam li parêzgehê, nûnerên êlan herwiha pilan dkin ku zincîrek ji civînan lidar bixin bo nîqaşkirina awayên aramkirina parêzgehê û rêgirtin li ber destpêkirina gereke nû ya dijwariyê, wan anî ser ziman.

Ji bo vê meremê, wan bîrên hevbeş li dor bihêzkirina serweriya zagonê û geşkirina xebatên hêzên Iraqî yên di çarçoveya misogerkirina kontrolê li deverê pêş xistine.

'Divê serweriya zagonê biçesipe'

"Di vê careke din em em tiştan bi durustî saz bikin," Nazim Cuxêfî, fermanderek ligel şervanên êlên Hedîsayê, got.

"Çi kesê ku bûbû hevalbendê DAIŞ û destê wî bi xwînê sor bûye divê azad nemîne," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku hêzên êlan dê alîkariyê bikin ku endamên DAIŞ bên girtin daku "ew li ser tawanên xwe bên dadgehkirin".

"Helwesta hemû êlan ji van terorîstan sabît û hevgirtî ye," wî got: "Divê dadmendî bipêş bikeve û hesab ji wan bê xwestin ji ber belayên ku bi destên wan hatin encamdayîn."

Wî got ku gelek êlan lîsteyên li dor kesên ku tevlî DAIŞ bûbûn û sûcdar in bi kuştinê, zordariyê û bêwarkirina şêniyan û wêrankirina mal û mulkan berhev kirine.

Wî got ku tevî ku DAIŞ gelek xelk neçar kirin ku bibin hevalbendê wê bi rêya gefkirinê û tirsandinê, divê êlên Enbarê piştrast bibin ku van kesan rol di kiryarên tundûtûjiyê de nedîtiye beriya ku rewşa wan bê serastkirin.

Cuxêfî got ku dema ku êlan li hev bicivin, dê vê pirsê bikin rojeva nîqaşê.

"Herkesê li gorî ka wî çi kiriye nêzîkatî pê re tê kirin, û biryara dawîn jî ya fermansaziyê ye, ya ku ew piştgiriya serweriya wê dikin," wî got jî.

Êlan li hev kir ku "em dê nehêlin tu hewlên tu aliyî û tu partiyekê yên sorkirina hestên tolhildanê biserbikevin", wî got, tekezî jî li ser "çespandina serdestiya zagonê" kir.

Aramî tê bidestxistin bi "tundkirina kontrola li ser sînor bo nehiştina derbasbûyîna terorîstan û rêdayîna beşdarîkirina xelkên bêhtir di ewle hiştina bajarên wan de", Cuxêfî got.

Êl piştgiriya aramiyê dikin

Şêx Ebdula Cuxêfî, serkêşê êlekê li Hedîsayê û serokê Ehrarê Furatê, tekezî li ser pêwîstiya "nehiştina hemû formên gendeliyê di saziyên ewlekariyê de" li Enbarê kir.

"Em wekî endamên êlê tev bi piştgirîkirina hemû xebatên berqerarkirina aramiyê helwestdar in," wî ji Diyaruna re got. "Ew erkê me ye ku em xwedan hevpariyeke berdewam bin ligel hêzên ewlekariyê."

Li gorî Cuxêfî, redkirina gelêrî ya bihêz ji kesên ku tevlî DAIŞ bûbûn heye.

"Ew ji dadgehkirinê re xwestî ne, û êl berdewam in di alîkarîkirina polîs û artêşê de di lipeyçûna wan û girtina wan," wî got.

"Hinek bajar li Enbarê, mîna Hedîsa, Ameriyet Felûca û Xalidiyê, bi temamî ji terorîstan azad e," wî got, lê hineke din, bi taybet ên nû hatin rizgarkirin, hîna jî ji ber dizekirinên ewlehî dinalin.

Ev bi giranî ji ber hebûna şanên razayî ye û piştgiriya asêgehan û alîgiran e ku karîna wan a xweveşartinê peyda dike, "ev jî divê were şerkirin û nehiştin", wî got.

"Ev dê bêritiya me ya bilind be di qonaxa dahatî de, û em dê hebûna terorsîtan li herêmên xwe nepejirênin, ne jî rê bidin tu berberiyên êlî ne jî pêkhatina tu tolhildanan," Cuxêfî got jî.

Parastina hevgirtina civakî

Hemû êlên Enbarê li hev kirin ku piştgiriya yekîtiya şîraza civakî ya parêzgehê bikin, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

"Rêkeftinameyek hat wajûkirin beriya du salan ji aliyê piraniya êlên Enbarê ve, û wê piştgiriya hikûmeta me ya xwecihî û parlemanê niştîmanî qezenc kir," wî got.

Wî got ku ev banga redkirina terorîzmê û pêbendiya bi yekpareçîya Iraqê û hevjiyankirina aştiyane dike.

Di rojê tên de, serkêş û nûnerên êlên Enbarê dê ligel karbidestên deverê û berpirsên ewlekariyê bicivin bo vejînkirina rêkeftinameyê, Kerbûlî got.

"Di demekê de ku rizgarkirina Enbarê li ber qedandinê ye, qonaxa tekezkieina aramiyê ne kêmtir zehmet e û bi hewcedarê hevahengiyeke bêhampe ye di navbera herkesî de," wî got jî.

"Malbatên endamên DAIŞ ên ku piştgiriya zarokên xwe kirin divê dilovanî bi wan re neyê kirin," wî got, û anî ser ziman ku "ew dê rastî serencamên yasayî bibin".

Malbatên ku xwe ji endamên ku tevlî DAIŞ bû bi dûr xistin dê rastî tu kiryarên yasayî û tolhildanan nebin, wî got, û da zanîn jî ku civînên tên ên êlan dê "pêşerojeke nû ji parêzgehê re nexşe bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500