Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şervanên êlên Iraqî êrîşî molgehên DAIŞ li biyabana Bexdadî dikin

Xalid Ta'î

Şervanên êlên Iraqî alîkariyê di çespandina ewlehiyê li rojavayê Enbarê dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Lîwayê Firata Jorîn hatiye wergirtin]

Şervanên êlên Iraqî alîkariyê di çespandina ewlehiyê li rojavayê Enbarê dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Lîwayê Firata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên êlên Iraqî îro Duşemê (27ê mijdarê) operasyonek bo paqijkirina biyabana Enbarê ji molgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest pê kirin.

Hêza ku bi giranî ji mêrên êla Elbû Obêd pêk tê, operasyonek dest pê kir bo derxistina milîtanên DAIŞê ji biyabana li başûrî çemê Firatê ji aliyê navçeya Bexdadî ve, fermandarê heşda êlên Bexdadî, Şêx Qeterî Semermed, got.

Hêza êlan ji bi hezarên şervanên bi çekên sivik û navincî biçekirî pêk tê, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku wan heta bi niha karîye 86 kîlometran di dilê biyabanê de bi pêş bikevin û li çendîn gundên belawela operasyonên lêgerînê li dar xistine, û wî da zanîn ku wan depoyeke mezin a çekan vedît.

Wî got ku wan herwiha hejmarek ji teqemeniyên bidestçêkirî yên li çendîn deveran hatibûn çandin bêbandor kirin.

Operasyon, bi serperiştiya Fermandariya Operasyonên Cezîrê pêk hat, û dê bidome heta ku biyaban bi temamî ji endamên DAIŞê were paqijkirin, Semermed got.

Di heman dem de, hêzên Iraqî bi piştgiriya şervanên êlan operasyona ku wan haftiya borî dest pê kiribû bo rêgirtina li ber derketina endamên DAIŞê ber bi Rawa û deverên Firata Jorîn didomînin.

Roleke mihwerî

"Fermandariya Operasyonên Cezîrê ji çar tabûrên şervanên êlan pêk tê û di ewlekirina biyabana rojavayî ya Enbarê erkdar e," Semermed got.

Tabûr ji 2,000 şervanên ku ji gelek êlan in pêk tê, bi taybet ji Elbû Obêd, Elbû Mehal, Cexayfa, Elbû Nimir û Karabîlayê.

"Şervan bi awayekî berdewam korsên rahênanê li kampa Eyn Esed li Bexdadî dibînin," wî got.

Wî got ku ev alîkariya geşkirina amdebaşiya wan ji şerkirinê re dike û wan ji roldîtina di nêçîrkirina endamên DAIŞê de amade dikin û herwiha girtina xaka rizgarkirî.

Wî got ku beşdariya şervanên êlan di nehiştina endamên DAIŞê ên xwe li biyabanê veşartî ne mihwerî ye.

"Ev şervanên han ne bi tenê di şerkirinê de baş in lê belê deverên biyabanî û rêyan nas dikin û xelkê wê derê baş nas dikin," wî da zanîn jî.

Semermed bang li hikûmeta Iraqî kir ku hejmara şervanên êlan li rojavayê Enbarê zêde bike.

Wî got ku navçeyên rojavayî yên Enbarê rûberên berfereh dihewîne, ligel biyabaneke pir mezin, û da zanîn ku çend tabûrên şervanên xwecihî têr nakin bo çesipandina ewlehiyê li deverê.

Wî got ku bi sedên endamên êlan, ên bi Êlîn Rojavayî tên naskirin, xwe ji şerê li hember DAIŞê re xwebexş kirin û bajarên xwe parastin bêyî tu beramberekî madî ne jî qerebûkirinê.

Komeke mezin ji wan -- hema bêje yeksane bi du tabûran -- aniha di ewlekirina Berwana, Zawiya, Sakra û Maedîdê de erkdar in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500