Nûçeyên Iraqê
Civak

Iraqî benga avakirina mûzexaneyekê dikin bo taqîkirina tawanên DAIŞ

Ala Husên li Bexdayê

Iraqî banga avakirina mûzexaneyekê dikin ku dê qebara wêraniya ku salên serdestiya "Dewleta Îslamî" aniye holê nîşan bide. Di vê wêneyê de, hêzên Iraqî ala Iraqî bilind dikin di nava kavilê mizgefta Nûrî de li bajarê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandariya Ajansa Dijî- Terorê hatiye wergirtin]

Iraqî banga avakirina mûzexaneyekê dikin ku dê qebara wêraniya ku salên serdestiya "Dewleta Îslamî" aniye holê nîşan bide. Di vê wêneyê de, hêzên Iraqî ala Iraqî bilind dikin di nava kavilê mizgefta Nûrî de li bajarê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya fermandariya Ajansa Dijî- Terorê hatiye wergirtin]

Berpirsiyar û ronakbîrên Iraqî banga damezrandina mûzexaneyekê bo diyarkirina tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine di serdestiya ku sê salan dirêj kir li hinek beşên Iraqê.

Wan got ku mûzexane dê wekî şahidhalê hovîtî û tawanên rêxistinê kar bike, tiştê ku ziyan gihande hemû pêkhateyên civaka Iraqî.

"Girîng e ku mûzexaneyeke wisa li Iraqê hebe, ku diyar bike ka çawa rêxistin peyda bû û çawa û li kû hat têkbirin û bidawîkirin," lêgerînerê şûnwarî û çalakvanê mafên mirov, Amir Ebdul Rezaq, got.

"Ji vir, em dê alîkariya cîhanê bikin di fêmkirina hovîtiya rêxistinê û tînîbûna wê ji xwînê re dema ku wê dest danî ser çend bajaran li vî welatî," wî ji Diyaruna re got.

"Komgeheke agahiyên dîrokî"

Mûzexane alaveke çandî ya girîng e li seranserê cîhanê, "ji ber ku ew komgeheke agahiyên dîrokî ne ku parçenan ji dîrokê pêşkêş dikin ku dibe ew bi demê re bên jibîrkirin eger ne bi vî awayî be".

Aytimên ku li mûzexaneyê bên nîşandan divê wêneyên ku tawanên DAIŞ kirine veguhêzin, mîna amûrên îşekencekirinê û şûrên bidarvekirinê, û herwiha nîşandayîna otombîlên bombekirî û teqemeniyan.

Wî anî ziman ku mûzexane herwiha dîmenên wêranbûyîna cihên dîrokî dihewîne "mîna wêranbûyîna wan cihan bi tenê dibe beşek ji jiyanê be, li ser xaka mûzexaneyê".

"Divê em kultura belgekirinê pêş bixin û divê em van hemû belgehên dîrokî têk nedin bi bihaneya ku ew vedigerin serdemeke tarî," Ebdul Rezaq got, û hişyarî da ku divê her tiştê ku DAIŞ tawanbar bike û aliyê wê yê kirêt bibêvirîne bê parastin

"Parastina delîlan nayê wateya ku em rêxistineke wisa serviraz dikin, lê vajî vê çendê ew waneyên jiyandar in ji nifişên pêşerojê re û rêyeke ji tevahiya cîhanê re ku van tawanan li bîr xwe bîne," wî got.

Ebdul Rezaq pêşinyar kir ku tevahiya dahatê mûzexaneyê ji goriyên terora rêxistinê re bê terxankirin.

Parlemantarê Iraqî û endamê komîta çandî ya parleman, Uhûd Fadilî ji Diyaruna eşkere kir ku bîrokeya avakirina mûzexaneyekê bîrewerî bo tawanên DAIŞ beriya aniha li parleman hatiye gengeşekirin.

Fadilî, yê ku piştgirekî bihêz ê bîrokeyê ye û kar dike di çarçoveya bidestxistina mohleta pêwîst bo destpêkirina kar, got ku propsal hewcedarî piştgiriya aborî û tîmek ji pisporên belgekirinê ye.

Bêvirandina tawanên DAIŞ

Bîranînkirina tawanên rêxistê, li gorî Fadilî, ne tenê divê bi rêya damezrandina mûzexaneyekê be.

Wî got ku divê ew hemwarkirina pirtûkên rêbazî himbêz bike, û eşekere jî kir ku aniha parleman li ser derxsitina qanûnsaziyeke ku îdyolojiyên wiha wêranker dike tawan û têgihiştineke civakî ya ku wê red dike ava dike xebatê dike.

"Ev yek dikare bi tenê bi rêya perwerdahiy û sîstema dibistanan pêkane be," wê got.

"Tawanên DAIŞ divê hertim bên bîranîn û çandeke dijber vê çandin ku berhengariya îdyolojiyê bike bi rêya îdyolojiyekê [yeke dijber]," wê got.

Wezareta Çandê çendîn pêşangeh organîze kirine bo nîşandayîna tawanên DAIŞ, peyvdarê wezaretê, Omran Obêdî, ji Diyaruna re got.

Wî got ku aniha ew mijûlê organîzekirina pêşangeheke mezin e li Mûsilê bo nîşandayîna tawanên rêxistinê li bajar, cihê ku carê paytexta dewleta wê ya angêştkirî bû.

Wî got ku di vê derbarê de Iraqî piştgiriyeke cewherî wergirtiye, nemaze ji UNESCO, ya ku pêşengtiya çendîn biryarên NY yên tawanbarkirina îdyolojiya DAIŞ kiriye.

Wî da zanîn ku Fransa, bi hevkarî li gel Mîrnişîna Erebî û dewletên din, herwiha reşnivîsa biryarekê bo damezrandina dayîneke kevnetorî ya cîhanî bo nûkirina cihên şûnwarî li Rojhilata Navîn tebenî kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500