Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Iraq dixwaze ku malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞ vegerin welatên xwe

Xalid Ta'î

Polîsên Iraqî alîkariya malbatên asêmayî dikn di germa şerên rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Polîsên Iraqî alîkariya malbatên asêmayî dikn di germa şerên rizgarkirina Mûsilê ji "Dewleta Îslamî". [Wêne ji rûpela Facebookê ya Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî dest bi rêkarên radestkirina endamên malbatên çekdarên biyanî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo welatên wan ên resen kir, encumena parêzgeha Nînewayê roja Çarşemê (22ê Mijdarê) ragihand.

Di çaxê şerên rizgarkirina rojavayê Mûsilê û navçeya Teleferê, hêzên Iraqî bi sedan jinên biyanî û zarokên wan ewle kirin, piştî ku hevjînên wan di şer de hatin kuştin.

"Tevahiya her 1,451 jinên biyanî û zarokên wan hatin derxistin û xelaskirin, piraniya wan jî ji Tirkiyê, Çeçeniya û Uzbakistan bûn," endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Nînewayê, Husamedîn Ebar, got.

"Ew destpêkê bo kampine ewle li Geyara û Hemam el-Elîl li başûrê Mûsilê hatine veguhestin," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku ew piştre bo penageheke pir pesîvankirî li Tel Kêf, li bakurê Mûsilê, hatin veguhestin.

Wî got ku hikûmeta Iraqî dixwaze ku wan veguhêze Bexdayê beriya ku wan bi nofan bişîne welatên wan.

"Hikûmetê destpê kiriye têkiliyê bi hikûmetên welatên ku ev kesên han jê hatine dike daku wan radestî wan bike," wî got.

Wî got ku ew malbatên han barekî giran li ser hikûmeta Iraqî çêkirine.

Bo mehan, ew rastî sehkirineke ewlehî ya tund dihatin bo bê piştrastkirin ku ew di şer de ligel DAIŞ beşdar nebûne yan jî tu coretên alîkarî û piştgiriyê ji rêxistinê re pêşkêş nekirine.

Ebar got ku desthilatdariyê Iraqî jinên Iraqî yên ku bi çekdarên DAIŞ re hevjînî kiribûn girtin û ew tev zarokên wan ji Mûsilê û Teleferê hatin derxistin û ewlekirin.

"Dora 450 jin û zarokan heye," wî got, û anî ser ziman ku ew hikûmet guhlêdanê li wan dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500