Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêniyê Qaim DAIŞ bi 'binçavkirina neçarî' ya zarokên xwe tohmetbar dikin

Xalid Ta'î

Şervanên êlan alîkariyê di parastina ewlehiyê de li bajarê Qaimê yê nû hatiye rizgarkirin dikin, bajarê ku şêniyê wî behsa binçavkirina bi sedên zaroyên xwe ji aliyê "Dewleta Îslamî" dikin dema wê bajar kontrol dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayên Êlên Hedîsayê hatiye wergirtin]

Şervanên êlan alîkariyê di parastina ewlehiyê de li bajarê Qaimê yê nû hatiye rizgarkirin dikin, bajarê ku şêniyê wî behsa binçavkirina bi sedên zaroyên xwe ji aliyê "Dewleta Îslamî" dikin dema wê bajar kontrol dikir. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayên Êlên Hedîsayê hatiye wergirtin]

Di dawiya binketina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de li Qaimê, şêniyên deverê behs dikin ku DAIŞ bi darê zorê zarok û xizmên wan di girtîgehên raz de girtine û heta aniha ew tiştekî li dor çarenivîsa wan nizanin.

Hêzên Iraqî roja 3ê Mijdarê Qaim, mezintirîn bajarokê li jêr kontrola rêxistinê li Iraqê, zeft kir.

Fermandarê hêzên êlên Hedîsayê Şêx Ewad Seîd Cuxêfî ji Diyaruna re got ku ew vê dawiyê bi hejmarek ji xelkê re civiyaye ku ew li jêr kontrola rêxistinê li Qimê dijîn.

Pîrejinekê jêre got ku endamên DAIŞ kurê wê ji mala wî dora beriya salekê birin û ji wî çaxî de ew nizane ka ew sax e an mirî ye.

Şêniyekî din got ku çarenivîsa birayê wî nediyar e ji dema ku endamê DAIŞ ew beriya neh mehan girtin.

"Piraniya windayîyan kevinendamên hêzên ewlekariyê ne yan jî fermanberên hikûmetê bûn," Cuxêfî got.

Wî got ku DAIŞ ew bi hevkariya bi hikûmeta Iraqî re bi rêya dayîna agahiyan li dor tevgera rêxistinê tohmetbar kirin.

Bi sedên windayî

Şêniyên Qaimê piştrast dikin ku "zêdetirî 1,600 zarokên wan nexuya ne" ji dema ku DAIŞ kontrola bajêr xiste dest xwe de di nîvê 2014ê de.

Rêxistê carê kesên binçavkirî bo çend rojan digirtin bo lêpirsînkirina bi wan re li Qaimê, li gorî îfadeyên şêniyan.

"Piştre ew bi qefleyên 50 heta bi 150 mêran, carinan bêhtir jî, yan bo navendên binçavkirinê dihatin veguhestin an jî bo girtîgehên nepenî li Sûriyê piştî hingî jî agahî li dor wan qut dibûn," Cuxêfî got.

Wî got ku samanên DAIŞ nebûn ku hejmareke mezintir ji binçavkirîyan sax di girtîgeh û baregehên xwe de bihêle, û şêniyan jî nedikarî biçin wan cihan û li çarenivîsa kesên xwe bipirsin.

"Hêzên Iraqî veşargehek dîtin ku ew wekî navendeke binçavkirinê dihat bikaranîn li taxa 7ê Nîsanê li Qaimê, ku qeyd, zincîr û alavan îşkencekirinê vedihewnd," wî got.

Wî got jî ku di veşargehê de herwiha belge û lîsteke ji navê heft kesine hatine kuştin hebû.

Kesên bi zorê hatin bêpêjinkirin heta aniha nehatine dîtin li Qaimê, û herwiha ne li bajarokên li aliyê Sûriyê ji sînor, ên ku vê dawiyê ji DAIŞ hatine rizgarkirin.

Bi tenê yek binçavkirî hat dîtin di operasyonên lêgerînê de li Qaimê, fermandarê heşda êlên navçeya Bexdadî, Şêx Qeterî Semermed ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku kesê dîl, 12-salî, Mihemed Mehelawî, hat binçavkirin 10 rojan beriya êrîşa hêzên Iraqî bo nav Qaimê.

Iraqiyên rizgarkirî 'çîrokên êşdar' vedibêjin

Niştecîyên xwecihî ragihandin ku DAIŞ 400 ji zaroyên wan ên di zindanên nepenî de girtî ne li Saedayê li Qaimê girtin bi gunehê ku ew hevkariyê bi hêzên Iraqî re dikin û ew bi rêxistinê re ne dilsoz in, Semermed got.

Wî da zanîn ku berî ku hêzên Iraqî ber bi Qaimê ve bi pêş ve biçin, DAIŞ ev girtî veguhestin bajarê Bokemal ê Sûrî.

"Zindan vala bû, piştî hat dîtin," Semermed got. "Em nizanin çi hat serê wan kesên ku li wir bûn piştî hatin veguhestin."

DAIŞ tawanên bêjimar kirin, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd, ji Diyaruna re got.

"Li her bajarekî rizgarbûyî, şênî çîrokên êşdar ên gorên bikom, bidarvekirinên bi komel, girtin û bêpêjinkirin, û herwiha kampaniyayên îşkencekirin û zordarîkirinê vedibêjin," wî got.

"Me gelek qurbanî bi destê terorîsan wenda kirin, hinek ji wan di gorên bikomel de hatin dîtin, hineke din jî hîna wendayî ne," wî got.

Wî got ku DAIŞ hatiye têkbirin lêbelê serencamên tracîdî yên hukmê wê hîna mane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500