Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam polîsên "hesba" vedigerîne Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hevbendiya Tehrîr el-Şam dewriyên hesba vegerandin hinek beşên parêzgeha Idlibê, li gorî çalakvanên xwecihî. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hevbendiya Tehrîr el-Şam dewriyên hesba vegerandin hinek beşên parêzgeha Idlibê, li gorî çalakvanên xwecihî. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Hevbendiya Tehrîr el-Şam hesba (polîsên olî) vegerndin hinek deveran li parêzgeha Idlibê, çalakvanên Sûrî û xelkê xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Dewriyên hesba li bajarê Idlibê jî tên dîtin, wan got, piştî çend mehan ku ev dezgeh hatibû sekinandin piştî dijberderketina xelkê xwecihî.

Bi temamî pêjna van dewrîyan nemabû piştî ku şer navbera Tehrîr el-Şam -- ku di destê Eniya Nusraya berê de ye -- û komên çekdar ên din de li herêmê derketin, çalakvanê li Idlibê Museb Esaf, ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber sedemên girêdayî selametiyê, got.

Dewrî niha vegeriyane, wî got, anî ziman jî ku karê hesba berê hatibû sekinandin piştî ku rastî dijberderketineke tam ji aliyê xelkê ve hat, ên ku qebûl nekirin ku fermanên wê bipejirênin.

Tehrîr el-Şam endamên hesba li bajarokê Selqîn li bajarokê Idlibê bicih kirine, wî got, anî ziman ku wan dest pê kiriye diavêjin ser dikanan daku rê li tevlîhevbûna jin û mêran bigrin.

Wan herwiha xwediyên dikanên cilan neçar kirin ku serên menkînan bipêçin an jî hemûyan rakin, Essaf got.

"Endamên hesba xwediyên dikanan agahdar kirin ku pabendnebûna yekem dê bibe sedema cezayekê ji $50, "û eger pabendnebûn dubare bibe, dê dikan were girtin û xwediyê wê dê biçe pêş dadgeheke olî."

Hesba herwiha firoştina çixareyan û bikaranîna nargîlan qedexe kir, û gef li xwediyên kafêyan û dikanan xwar ku dê werin bangkirin li pêş dadgeheke olî eger ew pabend nebin.

Dewriyên hesba roja Yekşemê (19ê Mijdarê) li bajarê Idlibê geriyan lê bêyî girtina welatiyan, Esaf got.

"Xelkê bajar derketina wan weke hişyariyekê ku dê dewrî vegerin hesibandin," wî got.

"Qebûlnekirineke tam"

Vegera hesba rastî redkirineke tam ji aliyê xelkê ve hat, mamosteya li Idlibê Xada Husên, ku xwest bernavekî bikar bîne ji tirsa li ser selametiya xwe, got.

"Fermanên rêxistinê ji bo ferzkirima qanûna Îslamî û cazakirina xelkê bi rêya dezgeha hesba bi temamî ji aliyê xelkê Idlibê ve û gundewarên wê nayên qebûlkirin," wê ji Diyaruna re got.

"Hebûna hesba bi tenê jî nayê qebûlkirin, ji bilî kiryar, provokasyon û ferzkirina reftarê ku ne ji civaka me ne," wê got, anî ziman ku gelek jin di warên cuda de kar dikin, û bi tedbîrên wisa, tevgera wan û derfetên wan ên kar tên sînordarkirin.

Rêveberên dibistanan hatin agahdarkirin ku divê kuran ji keçan cuda bikin di dibistanên wan de, Husên got.

Qedexekirina tevlîbûna regezan li cihên giştî jî hat pêkanîn, wê got, anî ziman ku li jin û keçan qedexe ye ku li cihên giştî bin bêyî hebûna mehremekî.

Kiryarên Nusra weke yên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li deverên li jêr kontrola xwe ferz dikir, Husên got, dema ku hewl dide ku qanûna Îslamî bi zorê ferz bike û gefên zîndankirin, celdkirin û cezayên din dixwe.

Lê ev yek tenê qebûlnekirina ji aliyê xelkê xwecihî ve zêde dike, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500