Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Iraqî pesindan qezenc kir ji ber têkbirina DAIŞ

Xalid Ta'î

Hêzên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî mertalên rêzgirtinê ji Serleşkeriya Komara Tirkiyê werdigrin di vê wêneyê de, ku roja 3ê Mijdarê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî mertalên rêzgirtinê ji Serleşkeriya Komara Tirkiyê werdigrin di vê wêneyê de, ku roja 3ê Mijdarê hatiye belavkirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Berevaniyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Rêberên cîhanî û saziyên serbazî wêrekî û pêbendiya hêzên Iraqî nîşandan di cenga derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji bajarên li jêr kontrola rêxistinê de bilind nirxandin.

Piştî rahênanên serbazî yên hevbeş bi Tirkiyê re yên ku roja 20ê Cotmehê bidawî hatin, Serleşkeriya Tirkiyê mertalên rêzgirtinê pêşkêşî hêzên Ajansa Dijî-Terorê ya Iraqî kirin ji ber dispilîn û pîşeyîya wan.

Birêveberê medya wezareta Berevaniya Iraqî, lîwa Tehsîn Xefacî got ku rahênanan fermandarên artêşa Tirkiyê kêfxweş hiştin, yên ku rêzgirtina xwe ji ruhê fedekariyê, moralê bilind û ezmêndariya leşkerên Iraqî anîn ser ziman.

Ev silavkirin ne ya pêşîn e, wî ji Diyaruna re got, da zanîn ku hêzên Iraqî xelat ji serokên welatan û serkêşên serbazî ji seranserê cîhanê wergirtine, naxasim hevparên wan di hevpeymaniya navdewletî de.

"Artêşa me îro li ser asteke bilind tê rêzgirtin û qedirgirtin ji ber performansa wan a şerkirinê û wêrekirya wan di cengîna li hember terorê de, herwiha ji ber nêzîkatiyên wan ên exlaqî bi sivîlan re û xwegorîkirinên wan ên gelek bo parastina wan," wî got.

"Me şerê dijminekî qirêj kir ku ew tu ol ne rêbazên mirovî ne jî nirx nas nake, rêxistineke hov rê dide xwe ku hertiştî bike, lê tevî vê yekê me karî ku em cengan bi awayekî serkeftiyane araste bikin," Xefacî got.

"Hêzên me rêza standerên mirovî yên cîhanî girtin di şeran de û rê nedan terorîstan ku xelkê dorpêçkirî biêşînin ne jî kaosê û wêraniyê li herderê belav bikin," wî got jî.

Hêzeke bihêztir

Xefacî sipasiya hevpeymaniyê kir ji ber alîkariya wê ya perwerdekirina hêzên Iraqî li ser cenga bajarên pêşketî û skîlên lojistî,çawaniya bikaranîna teknolojiya nû û parvekirina mifayên ezmûnên ku ji çendîn artêşên wê hatine wergirtin.

"Artêşa Iraqê roja îro ne ser bi tu sîstemeke siyasî û partiyekê ve ye," wî got. "Ew ser bi makzagon û yasayên dewleta Iraqî ve ye, û vê yekê rêzgirtineke zêdetir jê re anî li ser asta cîhanê."

Wî got ku serkeftina dawîn li ser DAIŞ nêz e, û nêzîk dê Iraq rizgariya xwe ji DAIŞ rabighîne.

"Dê ahengeke mezin hebe, ev yek jî dê mezintrîn silavkirin be ji artêşa me re," wî got jî.

Artêşa Iraqî aniha wekî 59emîn bihêztirîn artêşa li cîhanê hat pilekirin ji aliyê Golbal Firepower ve, ya ku artêşan li gorî 50 xisletan rêz dike, di nav de budceya berevaniyê, hejmara giştî ya hêzan û coreyên çekên teresana wan.

Şerê newekhev

Artêşa Iraqî rastî testeke pir zehmet hat lê belê ew derbas kir, pisporê stratejîk Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

"Şerkirina vê cengê ji aliyê artêşê ve wekî çaremîn nifşê şer hat refkirin, an jî ya jêre tê gotin şerê newekhev," wî şirove kir.

Wî got ku li tenîşt xebatên mirovî, ev coreyê şer hewcedarê fermandariyeke bihêz e di warê teknolojî de û karîna cengîna li hember çekdaran di sikanên teng de û rêgirtin li ber ku xwe bi sivîlan biparêzin.

"Ew testeke rasteqîn bûn ji skîlan û ezmûnên teknîkî yên ku leşkerên me ji hevpeymaniya navdewletî fêr bûbûn," wî got. "Ew rastî berhengarî û serkeftinan hatin."

Şerîfî got ku ew serkeftin bi karîna leşkeran a tevgerkirina di jîngeha gelekî hestiyar a şer de hate pêş, herwiha bi nêzîkatîkirina bi sivîlan re û xwedûrkirina ji bikaranîna agirê zêde bo parastina jêrxaneyê û canan.

"Tiştê hat bidestxistin desketineke dîrokî ye ji hêzên çekdar ên Iraqî re," wî got.

Gorîkirina wêrekane

Artêşa Iraqî "şerek li dijî terorê di cihê tevahiya cîhanê de kirt", parlemantarê Iraqî Iskender Wetwet, yê ku di komîta ewlehî û berebaniyê ya parleman de dixebite, got.

Wê karî serkeftinê bidest bîne "sipas ji gorîkirinên gelek leşkeran re yên ku canê xwe gorî kirin bo ewlekirina gelê welatên xwe ji zordariya DAIŞ", wî ji Diyaruna re got.

Ev dê alîkarî bike di xelaskirina gefa li ser civaka navdewletî de, wî anî ser ziman.

"Artêşa me bi wêrekiya xwe hatiye naskirin, û wê perwerdahiyeke navdewletî ya nayab dîtiye," wî got. "Aniha ew navenda baldriya cîhanê ye û piştgiriyê werdigre."

"Em gihiştin dawiya rê," wî anî ser ziman. "Şervanên me dastanên qehremaniyê yên bêhampa nivîsandin û bûn dibê teqdîra herkesî, û ew mafdarê hemû minetdatî û berznirxandina me ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Lê belê, ma artêşa Iraqî bi hemû branşên xwe ne musteheqê wergirtina alîkariyê ye? Pereyên alîkariyê hatin betalkirin. Ev diyariya wê ye? Dê mûçe bên qutkirin, ev diyariya din e? Ti istihqaq ji wan re nehatiye dayîn, û ew nehatineke pêşxistin heta aniha. Çima? Gelo ev e piştgiriya we ji artêşa Îraqî re?

BERSIV BIDE