Nûçeyên Iraqê
Ol

Ciwanên Nînewayê dêrên ji ber DAIŞ ziyan dîtine nûdikin

Xalid Ta'î

Du xwebexşên ku di însîyatîfekê de beşdar in daku dêrên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan dîtine nû bikin xaçê li ser dêrekê li bajarokê Tel Kêf, ê li bakurê Mûsilê, hildidin. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya çalakvan Mihemed Qusey di 3yê Mijdarê de hatiye weşandin]

Du xwebexşên ku di însîyatîfekê de beşdar in daku dêrên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan dîtine nû bikin xaçê li ser dêrekê li bajarokê Tel Kêf, ê li bakurê Mûsilê, hildidin. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya çalakvan Mihemed Qusey di 3yê Mijdarê de hatiye weşandin]

Ciwanên Iraqî li parêzgeha Nînewayê kar li sser nûavakirina dêrên deverê dikin, dêrên hatin zirarkirin dema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kontrola herêmê dikir.

Di rêya înîsyatîfên xwecihî re, bi sedan xwebexş hewl didin ku derzên civakî derman bikin, û ew Xiristyanên Iraqî han didin ku bi hejmarine mezintir vegerin malên xwe.

"Mûsila Aştîyê", yek ji çar tîmên ku navenda wan li Mûsilê ye, vê dawîyê dest bi "Înîsyatîfa Vejînkirina Dêrê" kiriye daku dêrên zirardîtî nû bikin.

Hejmareke mezin ji mêr û jinan ji parêzgehê beşdar dibin, çalakvanê sivîl û endamê tîma Mûsila Aştîyê, Mihemed Qusey, got.

"Sê tîmên din hene: Tîma Aştîyê ya Nînewayê, Dayîna Bê Sînor û Şana Medyayê ya Ciwanên Nînewayê, herwiha xwebexş û çalakvanên serbixwe ên ku ne alîgirên tu partîyan in," wî ji Diyaruna re got.

Dora 300 xwebexşan di înîsyatîfê de beşdar dibin, 45 ji wan ji Mûsila Aştîyê ne û 180 beşdarên xwebexş in, wî got.

Hindikahiyan hanî vegerên dikin

"Ev xwebexş gelek komên etnîk ên li baarê Mûsilê û parêzgeha Nînewayê dijîn raber dikin," wî got, wî anî ziman jî ku ew "pêkhatîne cihêreng ên yekbûyî û hevgirtî yên ku têkilîyên xurt di navbera Iraqîyan de diyar dikin saz dikin".

"Înîsyatîfa me giranîyê dide karê bi hev re, karê kolektîv, daku dêrên ji alîyê terorîst û tundrewan li herêma Mûsilê û Deşta Nînewayê hatine ziyankirin vejînin," Qusey got.

Armanc ji vê înîsyatîfê ew e ku "em hewl bidin nameyeke dilniyayinê ji birayên xwe yên Xiristyan re bişînin û em wan han bidin daku ji kamp û panagehên xwe vegerin malên xwe daku ola xwe bi awayekî azad reftar bikin", wî got.

"Em dixwazin zora wê bandora ku DAIŞ li şûn xwe hişt bibin û careke din bi hev re li ser vê xakê bijîn: Misilman, Xiristyan, Êzîdî û hemû beşên din ên civakê," wî anî ziman.

Hewldan giranîyê didin nûavakirina şîrazê civakî û bidawîkirina serdema terorîzmê, wî got, wî not kir kû înîsyatîf bi dilgermî ji alîyê niştecîyên xwecihî ve hat pêşwazkirin, û nameyên hevsoziyê ji Iraqîyên li derveyî welat dijîn tên.

Tîm bi paqijkirin û sazkirina du dêran dest bi karê xwe kir, Dêra Meryema Qîz li rojhilatê Mûsilê û Dêra Dilê Mesîh li bajarokê Tel Kêfê, li bakurê Mûsilê, Qusey got.

Wî got ku ew nêt dikin ku bêtir ji 30 dêran li Mûsilê û derdora wê nû ava bikin, ew bang li hikûmet û desthilatdarîyên têkildar dike daku piştgirîya înîsyatîfê bikin.

"Wêrankirineke berferh heye û em hewcedarî alîkarîyê ne ji alîyê herkesî daku em karibin zora berhengarîyan bibin," wî got.

"Em hemû yek in"

"Ev înîsyatîfeke baş e ji alîyê ciwanan ve yên ku bîrewer in û xwe ji welatê xwe re nizir kirine, yên armanc dikin ku qelşên terorîstan di civaka Nînewayê de çêkirine tîmar bikin," endamê komîteya ewlekarîyê di encumena parêzgehê de, Hesan Şebîb, got.

Şebîb ji Diyaruna re got ku Nînewa ji demeke dirêj ve bi hevaltîya di navbera komên xwe yên olî û etnîk ên cihêreng de ciyawaz e.

Dema DAIŞ girte ser Mûsilê di nîvê sala 2014an de, bi hezaran Xiristyan û kêmnetewên din ji parêzgehê reviyan,piştî rêxistinê destên xwe danîn ser malên wan û cihên wan ên perestinê şewitandin û wêran kirin.

Tevî ku hemû parêzgeh ji jêr kontrola DAIŞ hat vegerandin, "hîn jî vegera xiristyanên bêwar bo warên xwe sînordar e", Şebîb got.

"Divê ew pişrast bin ku qonaxa DAIŞ bi awayekî baş qediya û xeter nemaye, û nema vedigere jî," wî got. "Ev înîsyatîfa ciwanan gaveke girîng e di vî derbarî."

"Înîsyatîf kûrahiya hevgirtina civakî û meraqa wan ku pirên bawerîyê ava bikin daku hevjîyanê û aramîya civakî qayim bikin nîşan dide," endamê encumena parêzgeha Nînewayê, Sîdo Tatanî, ji Diyaruna re got.

"Terorîstan hewl da ku li yekîtîya me bixin, lê mirazê wan bi cih nebû, û aniha va niştecîyên xwecihî û ciwan rewşê vedigerînin weke caran," wî got.

"Em sipasîya organîzerên înîsyatîfê dikin û em hewldanên wan pîroz dikin, em bang li herkesî dikin daku kar bike û hevî û hezkirinê belav bike, ji ber em yek in û em dikarin bijîn tenê dema em bi hev re bin," Tatanî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav û bereket û dilovaniya xwedê bo ciwanên Iraqê, yên Sunî û yên Şî'î, yên dilsoz û dilxwaz in. Ew piştgiriya zaroyên xwe yên kubar û gelê xwe yê esîl dikin bêyî berçavgirtina paşxaneya wan a olî. Gelê Iraqê hemû yekgirtî, rûmatdar û pir wêrek û xwegorîker e bo niştimanê. Di nav de hêzên qehreman ên Heşid Şaebî, yên ku kujer û tawankarên DAIŞ wêran kirin. [Bibêje] Tekbîr: Xwedê mezin e! Hûn serkeftî bin û hûn bi hev re bi xweşî û şadî bijîn.

BERSIV BIDE