Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD qedexekirina çûnûhatinê bi awayekî parçeyî li Reqayê ferz dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmên taybet kar dikirin daku moloz û kavilê taxa Mişlibê li bajarê Reqayê rakin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Tîmên taybet kar dikirin daku moloz û kavilê taxa Mişlibê li bajarê Reqayê rakin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) qedexekirina çûnûhatinê li hin deverên bajarê Reqayê îlan kiryên ku vê dawîyê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin..

Li gor Hêzên Ewlekarîya Xwecihî yên Reqayê, qedexekirina çûnûhatinê pêwîst e daku ewlehîya niştecîyan biparêzin û wan ji mayîn û teqînên bidestçêkirî biparêzin.

Hêzan misogerîyên xwe pêşkêş kirin ku rewş hêdî hêdî vegere normal dema ku rakirina mayînan ber bi dawîyê ve diçe.

Di heman demê de, niştecîyên taxa bajar Mişlibê bi hejmarin mezin vedigerin, Endamê Hêzên Ewlekariyê Fehîm Derwîş ji Diyaruna re got.

Endamekî Hêzên Ewlekarîya Xwecihî kaxezên nasnameyan li dergehê taxa Mişlibê li bajarê Reqayê pişkinîn dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Endamekî Hêzên Ewlekarîya Xwecihî kaxezên nasnameyan li dergehê taxa Mişlibê li bajarê Reqayê pişkinîn dike. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Kemyonek derbasî taxa Mişlibê ya Bajarê Reqayê dibe, cihê ku bermîyên axî yên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin danîn hîn nehatine hilandin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Kemyonek derbasî taxa Mişlibê ya Bajarê Reqayê dibe, cihê ku bermîyên axî yên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin danîn hîn nehatine hilandin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk]

Mişlib yekemîn devera tê dîtin ku niştecî vedigerin piştî ew hat rizgaririn, ji ber ew yek ji taxên ku rastî zirara herî kêm hat, wî got.

Pêwîst bû ku em qedexekirina çûnûhatinê li deverên nêzîk îlan bikin, û bi vî awayî em nehêlin ku niştecî ji Mişlibê herin beşên din ji bajar ji bo ewlekarîya wan, wî got.

Herwiha qedexekirina çûnûhatinê li Mişlibê di hin saetên şevê de berdewam e.

Operesyonên rakirina teqemenî û molozan hîn bidawî nebûne, wî da xuyakirin, û hebûna wan jîyana niştecîyan dike xetereke dijwar de.

Qedexekirina çûnûhatinê berdewam e

Derwîş got ku qedexekirina çûnûhatinê, ya şeva Sêşemê (14ê Mijdarê) li devereke bê niştecî li Reqayê destpê kir, dê ewlekarîyê ferz bike ji ber tirs heye ku çekdarên DAIŞê bi kincên sivîlan bi dizî derbasî bajar bibin.

"Dibe ku ew ji vegera tekûber ya niştecîyên ku di welatê xwe de bêwar bûne sûdê bigirin daku xwe di nav wan de veşêrin," wî got, "û êrîşên toldar cîbicî bikin, yan weke komên razayî bimînin yên ku dê di pişt re bibin sedema ziraran ji niştecîyên bajar re."

Biyara ferzkirina qedexekirina çûnûhatinê berî çend rojan hat standin, wî not kir, lê cîbicîkirina wê dereng ma heta hemû niştecîyên Reqayê û yên li kampên bêwarîyê derveyî wê dimînin hatin agedakirin, daku ku bi awayekî tam bi ya wan bikin.

Kesekî ku vegerîyaye Mişlibê Mihemed Helaq, ê 70 salî, ji Diyaruna re got ku niştecî hêdî hêdî vedigerin taxê ji ber ku aniha ew bi awayekî tam hatiye paqijkirin.

Alîkarî di navbera Encumena Sivîl ya Reqayê û niştecîyan de berdewam e daku proseya paqijkirina molozan bidawî bikin û binesazîyê saz bikin, di nav de av, elektrîk û tora karîzan.

"Hêzên Ewlekarî li ser ewlekarîyê radiwestin, û yekîneyên QSD li derdora bajar û li dergehên deverên ku tên rizgarkirin hatin belavkirin," wî got.

"Qedexekirina çûnûhatinê ji parastina jîyana sivîlan re pêwîst e," wî ani ziman, wî not kir ku hejmareke mezin ji niştecîyan bi mayînan hatine kuştin û birîndarkirin.

Kesên ku vegeriyane taxa Mişlibê gazinan ji qedexekirina çûnûhatinê nakin, wî got, "haya hemûyan ji metirsîya guhestinê heye, her çi qas be, guhestin di şevê de tenê di rewşên lezgîn de mîna nexweşîyê gengaz e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500