Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rûsya "lehiyeke derewan" di medya civakî de rakir

AFP

Rojnamevanekî li Waşinton, DC, roja 14ê Mijdarê li vîdyoyeke YouTube dinihêre ku wênene ji êrîşên asmanî yên vîdyoyê leystokekê nîşan dide. Wezareta Berevaniya Rûsyayê heman vîdyo li ser internetê belav kir, û got ku ew piştrast dike ku Dewletên Yekbûyî alîkariya DAIŞ dikirin li Rojhilata Navîn, lê bikarhênerên medya civakî balkişandin ser neduristiya van agahiyan. [STF/AFP]

Rojnamevanekî li Waşinton, DC, roja 14ê Mijdarê li vîdyoyeke YouTube dinihêre ku wênene ji êrîşên asmanî yên vîdyoyê leystokekê nîşan dide. Wezareta Berevaniya Rûsyayê heman vîdyo li ser internetê belav kir, û got ku ew piştrast dike ku Dewletên Yekbûyî alîkariya DAIŞ dikirin li Rojhilata Navîn, lê bikarhênerên medya civakî balkişandin ser neduristiya van agahiyan. [STF/AFP]

Wezareta Berevaniya Rûsyayê Sêşemê (14ê Mijdarê) wêne belav kirin piştrast dikin ku artêşa Amrîkî alîkariya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Rojhilata Navîn dike, lê bikarhênerên medya civakî da zanîn ku wan wêneke ji vîdyoyê leystokekê vehewand.

Akawntên wezaretê yên madyaya civakî yên fermî gotin ku wêneyên reş-sipî yên roja Nihê Mijdarê hatine girtin li nêzî sînorê Sûriyê- Iraqê û "delîlekî muhirdar e piştrast dike ku Amarîka sîwan ji hêzên şerker [DAIŞ] re peyda dikir".

Lêbelê Tîma Hawalgiriyên aloziyan (CIT) ên navenda wê li Rûsyayê ye, li gel hejmarekê ji bikarhênerên medyaya civakî, bi lezûbez yek ji van wêneyan li gel yekî hevşêwaz ji leystoka şer a "AC-130 Gunship Simulator: Qefla Operasyonên Taybet" berhev kir.

Wêneyên din ên li ser Twitter hatin postkirin dixuyin ku ji vîdyoyan hatine wergirtin ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî ve sala 2016an hatibûn belavkirin, ku tê de hêzên asmanî yên Iraqî milîtan li nêzî Felûcayê bombebaran kirin, CIT got.

AFP karî wan wêneyên ku di nav daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê (MOD) hatine li gel wêneyên ji vîdyoyê leystokekê ku li ser YouTube berhev bike û hevşêwaziyê piştrast bike.

Piştre wêne ji akawntên Twitter û Facebook ên wezaretê hatin reşkirin.

"Lehiya derewan"

Balyûzxaneya Amerîkî li Moskoyê twît kir ku "Amerîka dê dema xwe xerc neke li ser angaştên bêwate yên Wezareta Berevaniya Rûsî ku me bi çavjêgirtinê [ji DAIŞ] sûcdar dike, bi rêya bikaranîn wêneyinan ji leystokên vîdyoyî û fotoyên kevin ên operasyonên serbazî li welatekî din."

Berdevkê serbazî yê Amerîkî kolonêl. Ryan Dîlon daxuyaniyên Rûsyayê bi "lehiyeke derewan" pesinand, û got ku "ew bi dîqet bûn mîna pêngavên wan ên asmanî".

"Ez nikarim tekez çewtîçinîn bikim, lêbelê min raportek dît ku yek ji wan dîmenan ji vîdyoyê leystokekê de bû," wî got. "Lewra dubare, ew xweş li gel tiştê ku Rûsan [Wezareta Berevaniyê] hevkok e û bêbingeh, bêdîqet e û tam nerast e."

Îsal çend navendên medyayî Serok Vladimir Pûtin tohmetbar kir bi belavkirina vîdyoyê şerê Artêşa Amerîkî li gel Talîban li Afxanistanê wekî ku xebatên hêza asmanî ya Rûsyayê li Sûriyê bin di hevpeyvîneke televîzyonî de.

Kremlîn red kir ku Pûtin vîdyoyê nerast naşî derhênerê Amerîkî Olîver Stûn dabe di yek ji zincîrek ji hevpeyvînan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500