Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr-Şam Protestoyên sivîl gulebaran dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwenîşanderên bajarokê Sûrî Etaribê, li rojavayê Helebê, direvin piştî ku ew ji aliyê Tehrîr-Şam ve hatin gulabarankirin. [Wêne ji Xelîl Matûq hatiye wergirtin]

Xwenîşanderên bajarokê Sûrî Etaribê, li rojavayê Helebê, direvin piştî ku ew ji aliyê Tehrîr-Şam ve hatin gulabarankirin. [Wêne ji Xelîl Matûq hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr-Şam (14ê Mijdarê) agir berdan sivîlan dema ku wan haziriya lidarxisitna mangirtinekê dikir li dijîcengên di navbera komê û Nûredîn Zinkî de, çalakvanekî ji Diyaruna re got.

Sivîlên bajorkekî li rojavayê Helebê li meydana şer asê man ji ber pevçûnên dijwar ên di navbera Tehrîr-Şam, ku Eniya Nusra berê tê de serdest e, û tevgera Îslamist a çekdar a Nûredîn Zenkî.

Cengên di navbera herdu koman de gelek şêniyên devrên kuştî û birîndar hiştin.

Şênî li nêzî derbasgeha bajarokê Etaribê li hev civiyan, û haziriya lidarxistina xwenîşandanekê li dijî cengên berdwam ên di navbera herdu koman de dikin, çalakvanê medyaya xwecihî Xelîl Matûq ji Diyaruna re got.

Şêniyên Etaribê li hev civiyane beriya ku ew ji aliyê endamên hevbendiya tundrew a Tehrîr-Şam, ku rêxisitna ku berê Eniya Nusra bû tê de serdest e, bên gulebarankirin. [Wêne ji Xelîl Matûq hatiye wergirtin]

Şêniyên Etaribê li hev civiyane beriya ku ew ji aliyê endamên hevbendiya tundrew a Tehrîr-Şam, ku rêxisitna ku berê Eniya Nusra bû tê de serdest e, bên gulebarankirin. [Wêne ji Xelîl Matûq hatiye wergirtin]

Wî got ku lê çaxê ku xwenîşanderan ala şoreşa Sûriyê bilind kir, endamên Tehrîr-Şam ên li rêbenda ewlekariyê ya nêzîk gula di hewayê de berdan bo wan ji hev belav bikin, bê tu haydariyeke pêşwext, yek kuştin û hineke din birîndar kirin.

Zarok di şerê bi tifingan de birîndar bûn

Zarok jî di nav sivîlên birîndarbûyî di buyerê de yên ku dora neh kesan in hebûn, Matûq, yê ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selamtiya xwe, got, wî not kir jî "pir zehmet e ku hejmara qurbaniyan bê destnîşankirin".

Ev yek ji ber ku xwenîşander di aliyên cuda de belav bûn, wî got, "û şênî navên birîndaran belav nakin ji ber tirsa ku Tehrîr-Şam dûvçûna birîndaran û malbatên wan bikin".

Matûq, ê ku li navçeyê bû dema ku gulebarandin qewimî, got ku hêrseke mezin li herêmê heye piştî vê buyerê.

Şênî bi hêrs in nexasim piştî ku rûsipiyên herêmê xwestin ku bikevin têkiliyê de bi Tehrîr-Şam re daku dawiyekê ji binpêkirinên wê li dijî sivîlan deynin, lê wan ji wan re got ku ev kiryar ji hîmê "fetwayek" komê tên.

Ev fetwa, ji aliyê yek ji yên ji wan re tê gotin şerîesazên komê, Ebû Yaqsan el-Misrî, hatiye derxistin, û banga "serqutkirina" herkesê ku dijberiya komê dike, Matûq, yê ku tomareke dengî li tomareke deng a navborî kir, got.

Wî got ku ev ne cara pêşîn e ku Tehrîr-Şam bi şêniyê Etaribê pevdiçin, û da zanîn ku herçiqas ku dema borî hinek nerehtî hebûn, lê ev cara pêşîn e ku kom agir bi awayekî dîrekt berdan sivîlan li vê navçeyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500