Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Tehrîr el-Şam hewl dide ku li gundewarê Idlib û Hemayê ber xwe fereh bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kerwaneke navgînên Tehrîr el-Şam ber bi zona şer ve diçe li gundewarê rojavayî yê Helebê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Kerwaneke navgînên Tehrîr el-Şam ber bi zona şer ve diçe li gundewarê rojavayî yê Helebê. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Pevçûnên giran di navbera Tehrîr el-Şam, hevbenîyeke tundrew bi serkêşîya Enîya Nusrayê ya berê û koma Nûredîn Zenkî li gundewarê parêzgehên Idlib û Hemayê diqewimin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Herdu alî derdê xesaran kişandin, hejmarek ji sivîlan hatine kuştin û birîndarkirin weke encamekê ji bombebarankirina ketûber ya Tehrîr el-Şam li ser deverên sivîl, wan got,wan not jî kir ku herwiha mal û dikan rastî ziyanên giran hatin.

Hefteya bûrî şerên giran dest pê kirin di navbera Tehrîr el-Şam û Nûridîn Zenkî de qewimîn li gundewarê rojavayê Helebê, gundewarê bakurê Idlibê û gundewarê bakurê parêzgeha Helebê, çalakvanê medyayê yê Helebê Fêsel Ehmed ji Diyaruna re got.

Ev pevçûn hejmareke mezin ji qurbanîyên sivîl encam da, wî got, wî not kir ku 12 hatine kuştin û bêtir ji 40 kesî birîndar bûn di demeke dereng de roja (12ê Mijdarê), di nav wan de hejmarek jin û zarok.

Ev avêjerên roketan ên Nûredîn Zenkî ne, yên ku di şerên dijwar de li dijî hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam hatin bikar anîn. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

Ev avêjerên roketan ên Nûredîn Zenkî ne, yên ku di şerên dijwar de li dijî hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam hatin bikar anîn. [Wêne ji Fêsel Ehmed hatiye wergirtin]

"Tirs di nav sivîlanên deverê de belav bû dema ku Tehrîr el-Şam dest bi bombebarankirina ketûber kir li herêma wan û herwiha nîşangir jî belav kirin," wî got.

Sivîl di pevçûnan de hatin kuştin

Di nav sivîlên ku roja yekşemê hatin kuştin Ebil Qadir Mihemed Ebdul Rehman, ciwaneke, û du hesên din ên ku dixebitîn daku tora elektîkê saz bikin,tora elektrîkê ya ku di şer qewimî de hatibûn zirarkirin, Ehmedî got.

Herwiha hejmareke sivîlan ji alîyê endamên Tehrîr el-Şam hatin birîndarkirin dema wan hewl da ku xwepişandinekê li dijî wê li bajarokê Uremil Kubrayê lidar bixin, wî got.

Ehmed not kir ku Tehrîr el-Şam êrîşî gelek gund û bajarokên ku li jêr kontrola tevgera Îslamî ya çekdar ya Nûredîn Zenkî bûn.

Bi armanckirina van deveran, wî got, Tehrîr el-Şam armanc dike deverên li jêr kontrola xwe berfereh bike û ji çi koma li dijî hebûna wê li deverê be xilas bibe.

Hevbendî nêt dike ku derverên wê destên xwe danîne ser radestî "Hikûmeta felatê ya nû sazkirî" bikeew weke qapaxekî hatiye sazkirin daku dûrî êrîşên hevpeymanîyê be.

Tehrîr el-Şam weke komeke terorîst mîna Enîya Nusra hatiye destnîşankirin, komeke terorîst hatiye destnîşankirina ku beşeke ji tora Qaida Sûriyê ye, ew kakilê wê ye.

'Tu nîşanên kêmkirina şer nînin'

Ehmed got ku hejmara mirîyan ji herdu alîyan ve gelekî bilind e, hat ragihandin ku bêtir ji 120 çekdaran roja Yekşemê mirin, bêtir ji 200 birîndar bûn bi dehan kesên din ji herdu alîyan ve hatin girtin.

Deverên şerên giran Rîtan li bakurê Helebê, deverên Dêr Hesen, Dana û Etamê li bakurê Idlibê, Kefernaha û gundewarê Teqedê, Xan Esel, Darit Ize, Elebzamo û bingeha serbazî ya Şêx Silêman li rojavayê Helebê di nav xwe de dihewînin.

Wî got ku şer li van deveran berdewam e, deverên ku tên guhrtin di navbera herdu alîyan de.

Li gorî Ehmed, tu "nîşanên kêmbûyîna şer tune ne".

Berevajî vê yekê, wî got, Nûredîn Zenkî roja Yekşemê gifûgo bi Ehrar el-Şam û Artêşa Sûrî ya Azad (FSA) re çêkirin daku li hev bicivin li dijî Tehrîr elŞam û nehêlin deverin nû bixe jêr destên xwe.

Wî da zanîn ku niştecîyên xwecihî çend bajarok girtin, bi taybet Enjara, Qebtan Cebel û Etarib li pêşîya Terîr el-Şam girtin, wan rêyên ku diçn wan bi dîwarên axî û agir qapat kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500