Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Iraqî sê gorên bi kom ên DAIŞ nêzîkî Hewîca dibînin

Xalid Taî

Hêzên Iraqî sê gorên bi kom li nêzîkî Hewîca dîtin roja Yekşemê (12ê Mijdarê), ku paşmahiyên bi sedên Iraqiyên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve di dema hukmê wê yê li bajar hatin kuştin, vedihewînin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Kerkûkê hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî sê gorên bi kom li nêzîkî Hewîca dîtin roja Yekşemê (12ê Mijdarê), ku paşmahiyên bi sedên Iraqiyên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" ve di dema hukmê wê yê li bajar hatin kuştin, vedihewînin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Kerkûkê hatiye wergirtin]

Sê gorên bi kom ên qurbaniyên ku ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatibûn kuştin li nêzîkî bajarê Hewîca hatin dîtin, hikûmeta parêzgeha Kerkûkê roja Yekşemê (12ê Mijdarê) ragihand.

Ew cihên, ku dikevin deverên Ebasî û Riyad li başûrê Hewîca, paşmahiyên nêzîkî 400 qurbaniyan li xwe digrin, li gorî raportên xwecihî.

Ew gor hatin dîtin bi xêra xeberlêdanên ji xelkê xwecihî, endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Maen Brahîm Hemedanî ji Diyaruna re got.

Wî got ku hemû qurbanî xelkê Hewîca bûn ku ji aliyê endamên DAIŞ ve hatin sêdarekirin û piştre bo cihên binaxkirinê hatin veguhestin.

"Gelek ji wan karmendên hikûmetê bûn ligel endamên berê yên hêzên ewlekariyê ku bi xiyaneta rêxistinê hatin tawanbarkirin," Hemedanî got.

Herwiha, di nav qurbaniyan de malbatine bi temamî hebûn ku hatibûn kuştin ji ber ku biserneketin ku ji nav pencên çekdaran birevin, wî got.

Sêdarekirin bi kom

Valakirineke destpêkî ya goran ji aliyê desthilatên ewlekarî ve nîşan da ku li hinek qurbaniyan cilên pirteqalî yan zer hebûn ku li piraniya wan kesan in ku ji aliyê DAIŞ ve tên sêdarekirin.

Hemedanî got ku dibe ku qurbanî li pêş çavê xelkê hatibin sêdarekirin, di kampanyayên sêdarekirin yên yekane yan jî komî, li pêş çavê komek ji bîneran.

Armanca sereke ji vê yekê "tirsandina xelkê asêbûyî li wê derê ye, û bizdandina xelkê û mezinkirina hêza rêxistinê ye", wî got.

Wî bi dûr jî nexist ku gorên bi kom ên din werin dîtin.

"Di dema kontrola xwe ya bêtirî sê salan de li ser Hewîca, DAIŞ hejmareke mezin ji xelkê bajar û deverên derdorê kuştin bi tomet û hincetên cudacuda," Hemedanî got.

Ev hejmar "bi nêzîkî 7,000 kesan tê texmînkirin, ku mirina hinekan hatiye piştrastkirin, lê belê hinekên din winda ne yan jî çarenivîsa wan nediyar e", wî got.

Wî got ku encumena parêzgeha Kerkûkê dê tedbîran bibîne ji bo valakirina goran û destnîşankirina qurbaniyan bi rêya testkirina DNA.

Hêzên Iraqî 5ê Cotmehê rizgarkirina tam a Hewîca ji DAIŞ ragihandin piştî nêzîkî du hefteyan ji şer.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500