Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq şervanên êlên Enbarê tevlî polîs dike

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî roja 4ê Mijdarê cihekî li nêzî sînorê Sûriyê ava dikin piştî vegerandina bajarokê sînorî Qaim ji "Dewleta Îslamî" beriya rojekê. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Hêzên Iraqî roja 4ê Mijdarê cihekî li nêzî sînorê Sûriyê ava dikin piştî vegerandina bajarokê sînorî Qaim ji "Dewleta Îslamî" beriya rojekê. [Ehmed Rubêyî/AFP]

Hikûmeta Iraqî vê dawiyê tedbîrek erê kir ku rê dide şervanên Sûnî yên heşda êlan li Enbarê ku tevlî polîsê parêzgehê bibin, karbidestan ji Diyaruna re got.

Wan got ku ev yek dê hêzên ewlekariyê yên fermî li parêzgehê qayimtir bike û herwiha dê berbelavbûyîna çekan sînordar bike.

Serokwezîr Heyder Ebadî ev ferman kir piştî civîna xwe bi parêzgarê Enbarê Muhemed Helbûsî û serkêşên êlan û rûsipiyên deverê roja 12ê Cotmehê.

Biryar herwiha vegerandina polîsên xwecihî yên ku hatibûn dûrxistin piştî wan dest ji postên berda dema ku "Dewleta Îslamî" dest danî ser Enbarê berî sê salan, li xwe digre.

"Hejmara hêzên êlan ên ku tevlî yekîneyên amade yên polîsên xwecihî bûn digihe 430 şervanan," Felah Qerexûlî, fermandarê hêzên heşda êlan li rojavayê Enbarê, got.

Ev hejmar ji 30 heta 40 şervanan ji her yekîneyeke heşda êlan ên ku li seranserê Enbarê cih girtine pêk tê, wî ji Diyaruna re got.

"Tevlîbûyîna endamine hêzên êlan di nava hêzên polîs de dê rewşa ewlehiyê li parêzgehê baştir bike," wî got, da zanîn jî ku hêzên heşda êlan mil bi milê polîs û artêşa Iraqî şer kirin bo rizgarkirina bajarê Rewayê.

"Ev diyar dike ku şervanên ji hemû hêzan û rengan mil bi mil li hember terorîstan xwe erkdar kirin," wî got.

Aniha dora 10,000 endamên heşda êlan li parêzgehê hene, erkê wan ê serekî zeftkirina deverên rizgarbûyî ye, Qerexûlî got.

Wê rola wan bilind nirxand, mil bi milê hêzên Iraqî, di çepelkirina êrîşeke DAIŞ li Remadî di Îlonê de.

Roja 27ê Îlonê, dizekên DAIŞ bo demeke kurt sê dever li nêzî Remadî dagir kirindi hewleke zelal de ya bersivdayîna êrîşên li dijî rêxistinê li parêzgehê. Lê belê piştî çend demjimêran ji şerên giran ên bûn sedema mirinên ji herdu aliyan ve, hersê dever hatin vegerandin.

Vegerandina efserên polîs ên veqetiyayî

Bêtir ji3,000 polîs vegeriyan ser kar ji aliyê fermandariya Polîsê Enbarê piştî hatin dûrxistin di sala 2015an de, û 4,000 ên din jî dê di demeke pêş de dê bên ser kar.

Bi hezaran polîs ji xizmetê hatibûn dûrxistin dema ku wan erkên xwe nekirin piştî ku DAIŞ êrîşê çend bajar kir li parêzgehê di 2015an de.

Polîsên vegeryayî dê li ser pênc fewcan bên belavkirin, û dora 425 efserên polîs di her fewcekî de, fermandarê fewcên amade yên polîsê Enbarê, emîd Xalid Cêcir ji Diyaruna re got.

Wî got ku her dema ku ev efser bi ezmûn bibin, dê çar fewc yekser bikevin çalakiyê de li rojavayê Enbarê bo rizgarkirina Rewayê li jêr serokatiya Fermandariya Operasyonên Cezîrê û Badiyê.

Endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd bang li hikûmeta federal kir ku mûçeyên temam bidin endamên hêzên heşda êlan li parêzgehê û mûçeyan ji kesên ku nû tevlî polîsê xwecihî bûne terxan bike.

"Bi sedan endamên hêzên êlan hîna ji 2015an mûçeyên xwe wernegirtine, tevî ku ew şer terorîzmê dikin û berevaniyê li parêzgeha xwe dikin li hember êrîsên DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.

Kiûd herwiha banga zêdekirina hejmarên polîs kir ji ber ku "aniha ew bi tenê 17,000 endamin, lê 27,000 bûn berî ku parêzgeh ji aliyê DAIŞ ve bê dagirkirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500