Nûçeyên Iraqê
Jîngeh

Erdhej bû sedema mirin û wêraniyê li Iraqê

AFP

Xelk li dora avahiyeke bi erdê ve bûyî kombûne li bajarokê çiyayî Derbendîxan li herêma Kurdistana Iraqê roja 13ê Mijdarê, piştî erdhejeke 7.3-magnitude li navçeyeke li ser sînorê Iraq-Iranê da. [Şiwan Muhemed/AFP]

Xelk li dora avahiyeke bi erdê ve bûyî kombûne li bajarokê çiyayî Derbendîxan li herêma Kurdistana Iraqê roja 13ê Mijdarê, piştî erdhejeke 7.3-magnitude li navçeyeke li ser sînorê Iraq-Iranê da. [Şiwan Muhemed/AFP]

Nîzar Ebdulah hemû şeva xwe di nav kavilên mala duqatî de li bajarokê Derbendîxan in li herêma Kurdistana Iraqê qedand piştî ku erdhejeke kujer li navçeyê da.

"Heşt kes di xanî de bûn," Ebdulah, Kurdê Iraqê ye, Duşemê (13ê Mijdarê) got, li derveryî kavilên konkrêt li cihê ku xaniyê wî carekê lê bû.

Hinek endamên malbatê reviyan, lê "cîranan û xebatkarên ewlekirinê dayîk û yek ji zarokên wê bi mirî ji nav kavilan derxistin", Nîzarê 34-salî got.

Erdheja 7.3-magnitude li navçeyeke li ser sînorê Iraq-Iranê da şeva Yekşemê, bi sedan kes kuştin û bi hezaran birîndar kirin.

Îran jî ziyan dît, bi mirina herî kêm 336 kesan û birîndarbûna 3,950 kesan, lê li Iraqê erdhejê heşt rewan çinîn û 535 kes birîndar kirin, berpirsiyarên herdu welatan eşkere kirin.

Erdhejê li navçeyekê da ku 30 kîlometran dikeve başûr-rojavayê Helepcayê li herêma Kurdistanê dora 9:20 p.m., Desteya Xekzanî ya Amrîkî got.

Piraniya xelkê di malên xwe de bûn dema ku erdhej qewimî.

"Di serî de kehreb qut bû û min hest bi lerzeke mezin kir," Luqman Husên got.

"Yekser ez tev malbata xwe ji xanî derketim," wî got jî.

Ekrem Walî, 50 salî, got ku gelek malbat li Derbendîxan xwe li xwediyên xwe li derveyî bajarok girtin û li ba wan vehewiyan.

Ew raviyan piştî ku karbidestên herêmê ji xelkê bajarok xwestin ku ji malên xwe derkevin, ji ber tirsa herifîna bendava Derbendîxan.

Hemû çav li ser bendavê ne

Bendav, li ser çemê Diyala ye, dikeve parêzgeha Sulêmanîyê de, cihê ku heft kes hatin kuştin, di nav de çar li Derbendîxanê. Kesek li parêzgeha Diyala mir.

Karbidst li navçeya Derbendîxanê, ku warê 40,000 kesan e, dibêjin ku bendavê xwe li ber erdhejê girtiye û rastî qelşên mezin nehatiye.

Taha Muhemed, 65 salî, bersiva banga koçkirina ji Derbendîxan nekir, tevî ku erdhejê xaniyê wî bi temamî wêran kir.

"Em reviyan û tu kes birîndar nebû," mêrekî ku cilên Kurdî li xwe dikir got, wî sipasdariyê xwe ji Xwedê re anîn ziman tevî tirajîdîyayê.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Iraqî, Sêf Nadir got ku erdhejê 321 kes li herêma Kurdistanê birîndar kirin, 170 kesên din jî li parêzgeha Diyala û 44 kesên din li Kerkûkê.

Gelek ji wan ji ber şokê hatin tedawîkirin, wî di daxuyaniyekê de got.

Erdheja Yekşemê li başûr-rojhilatê Turkiyê jî hat jiyankirin.

Enqerayê alîkariyên mirovî ji Iraqê re şandin, di nav de kon û livîn, û herwiha tîmên nûjdariyê, berdevkê hikûmeta Turkiyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500