Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Iraq xebatên xwendewariyê dîsan li bajarên rizgarbûyî dest pê dike

Xalid Ta'î

Jin û mêrên Iraqî perwerdahiya bingehîn li navendeke nehiştina nexwendewariyê werdigrin li taxa Cîhad li Bexdayê, di wêneyekê de ku di medya civakî de belav bûye roja 18ê Tebaxa 2017an. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Jin û mêrên Iraqî perwerdahiya bingehîn li navendeke nehiştina nexwendewariyê werdigrin li taxa Cîhad li Bexdayê, di wêneyekê de ku di medya civakî de belav bûye roja 18ê Tebaxa 2017an. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Perwerdehiyê ya Iraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî dixwaze ku rêjeyên nexwendewariyê kêm bike li deverên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin, berpirsiyaran ji Diyaruna re eşkere kir.

Heta vê dawiyê, Wezareta Perwerdehiyê navendên fêrkirinê dîsan vekirin li hemû deverên rizgarbûyî di destpêka Cotmehê de, hevdem li gel destpêkirina sala akadîmî ya nû.

Dubare destpêkirina kar li wan navendan yek ji berîtiyên wezaretê ne, berdevka wezaretê, Selama Hesan ji Diyaruna re eşkere kir.

Wê got ku DAIŞ rê da nezaniyê ku di nav xelkê de belav bibe, û nexwendewariyê zeviyeke pîtandî dît bi wêrankirina rêxistinê ji dibistanan, zanîngehan, pirtûkxaneyan û avahiyên perwerdahiyê yên din.

DAIŞ herwiha minhaj guherandin û naveroka pirtûkan li gorî îdyolojiya xwe ya tundrew çêkirin , Hesan got.

"Ev rêxistina hov naxwaze di jîngehên zanîn, çand û ronahiyê de bijî," wê got.

"Îroj em dixwazin pergala perwerdahî dîsan ava bikin û valahiyên ku terorîstan li pey xwe hiştin dagirin," wê got. "Me dest bi vekirina navendên nehiştina nexwendewariyê kiriye, û herwiha nûkirina dibistanên ziyandar û peydakirina hemû metryalên perwerdekirinê ji xwendekaran re û her kesên ku dixwazin fêr bibin."

Wê got ku gelek zarok neçûne dibistanê di dema hukmê DAIŞ de, û da zanîn ku wezaret kar dike ku şagirdan vegerîne refên xwendinê û rê bide ku ew li qonaxên bilindtir bixwînin.

Navendên xwendewariyê li Mûsilê tên vekirin

Navendên xwendewariyê li Mûsilê deriyên xwe ji hemû welatiyên ku dixwazin fêrî skîlên xwendin û nivîsînê bibin vedikin.

Ev hingav bi misogerkirina stafên navendên xwendewariyê, pirtûkan, minhajan û mêtodên bingehîn ên fêrkirinê hat zêdekirin, li gorî Birêveberê Perwerdehiyê li parêzgeha Nînewayê, Wehîd Ferîd Ebdul Qadir.

"Navendên me vekirî ne, tu mercên taybet bo navnivîsînê jî tune ne," wî ji Diyaruna re got. "Çi kes bixwaze fêr bibe bi tenê pêwîst e navê xwe tomar bike û tevlî refan bibe."

"Ev navend beriya dagirkirina Mûsilê [di 2014an de], gelekî çalak dixebitîn û hejmarên mezin ji xelkên ku dixwazin xwendewariya xwe bi dawî bikin vedikşandin," wî got.

"Aniha em dixwazin ku vê çalakbûyînê vegerînin rewşa wê ya berê û rasteqînîya perwerdahiya geş bikin li parêzgeha xwe piştî ku em ji belaya terorîzmê xelas bûn," Ebdul Qadir got.

Ebdul Qadir got ku wî ji birêveberiyên dibistanan xwest li taxên Mûsilê ku dest bi pêşwaziya welatiyên nexwendewar bikin û hevahengî li gel wan bikin li dor demjimêrên amadebûna wan bo peydakirina hemû hewcedariyên wan di dema lidarxistina prosesa fêrkirinê.

DAIŞ perwerdahî, û xwendewariyê xeniqand

Heta aniha tu amarên fermî derbarê rêjeya xwendewariyê li bajarên Iraqî yên hatine rizgarkirin ji pencên terorîzmê tune ne, lê karbidest dibêjin ku xwendewarî zêde bû di sê salên desthilata DAIŞ ve.

"Bandora terorsîtan li ser sektorê perwerdehiyê mezin e, nezanî û nexwendewarî berbelav bûye, û gelek xwendekaran xwendina xwe rawestand," Ebdul Qadir got.

"Em hewl didin ku rewşê vegerînêin wekî berê û hinek xebatan dest pê bikin bo bidawîkirina xwemijûlkirinê, herwiha bo sazkirin û pêşxistina sektorên xizmetguzariyên jiyandar bi rêya plan û kiryarên karîger," wî got.

Ebdul Qadir got ku Birêveberiya Perwerdehiyê dixwaze ku navendên xwendewariyê li navendên polîs veke li parêzgehê, da zanîn jî ku "hinek endamên polîs hene ku derfeta wan a qedandina dibistanê nebûye".

Ev tedbîr "dê alîkariya wan bike ku ew erkên xwe yên ewlhiyê bi başî pêk bînin û xwendêna xwe bi dest bixin bi rêya temamkirina perwerdehiya xwe û wergirtina pileyên xwe".

Nehiştina wendewariyê bo rûbirûbûyîna tundiyê

Hesan Şebib Sebawî, endamê encumena parêzgeha Nînewayê, got ku encumen "piştgiriya vê gavê dike bo dewamkirina xebatên hilkirina nezaniyê li parêzgehê".

"Bi her tevgereke ku beşdariyê di bilindkirina hişyariyê û zanînê dike di civaka me de, em dê nêzî van xebatan bibin û em dê ji piştgirîkirina wan dereng nemînin," wî ji Diyaruna re got.

Sebawî pêşinyar kir ku divê minhajê xwendewariyê lekçerên ku xelkê han dide ku tundûtûjiyê red bikin û nirxên civakî û olî yên rast destnîşan bikin bihewîne, û tekezî li ser pêwîstiya bi damezrandina şêwirmendên karûbarên olî û perwerdehiyê yên pispor di skîlên derûnî û civakî de kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500