Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam hewl dide kontrola xwe li ser Idlibê rewa bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Wêneyek ku di 11ê Cotmehê de hat girtin, ji gundê Atma yê Sûriyê li bakurê rojavayê parêzgeha Idlibê kampeke penaberan nîşan dide li kêleka asêgeheke bilind a sê-metirî nîşan dide. Hikûmeteke rizgarkirinê ya nû li parêzgehê ji aliyê gelekan ve weke sîwanekê ji hevbendiya Tehrîr el-Şam re tê hejmartin. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Wêneyek ku di 11ê Cotmehê de hat girtin, ji gundê Atma yê Sûriyê li bakurê rojavayê parêzgeha Idlibê kampeke penaberan nîşan dide li kêleka asêgeheke bilind a sê-metirî nîşan dide. Hikûmeteke rizgarkirinê ya nû li parêzgehê ji aliyê gelekan ve weke sîwanekê ji hevbendiya Tehrîr el-Şam re tê hejmartin. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Weke hewlekê ji bo nuximandina kontrola xwe ji Idlibê re, hevbeniya Tehrîr el-Şam, ku di destê Eniya Nusraya berê de ye, îdia dike ku ew rêveberiya xizmetguzariyan li parêzgehê radestî "hikûmeteke felatê" dike, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Hikûmeta Felatê ya Niştîmanî ya nû, ku di 2ê Mijdarê de hat pêkanîn, ji aliyê gelekan ve weke sîwanekê ji Tehrîr el-Şam re tê hesibandin.

Çalakvanê ji Idlibê Museb Esaf, ku xwest ku bernavekî bikar bîne ji ber sedemên ewlehî, got ku ev pêşhate hewleke nû ye ji aliyê Tehrîr el-Şam ve bo xwe biparêze û kiryarên xwe yên terorîst binuxmîne.

"Tehrîr el-Şam roja Sêşemê [7ê Mijdarê] dest bi veguhestina dezgehên Rêveberiya Xizmetguzariya Sivîl bo hikûmeta rizgarkirinê kir," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev av, elektirîk, veguhestin û rêveberiyên deriyên sînorî li xwe digrin.

Rêveberiya Xizmetguzariya Sivîl dezgehek e ku Tehrîr elŞam îdia dike ku ji sivîlên Sûrî, yên ku rêveberiya deverên li jêr kontrola wê dikin, pêk tê.

"Bi rastî kesin hene ku ti desthilata wan li ser erdê nîne û hemû dezgeh hîn di destê girûpê û mîrên wê de ne," Esaf got, anî ziman ku serokên komîteyên lawekî û encumenên nû bi awayekî rasterast ji aliyê girûpê ve tên destnîşankirin.

Tirs di nav sivîlan de belav dibe

Wî anî ziman ku sivîl li herêmê "hikûmeta felatê" bi temamî red dikin".

Hikûmeta, ku ji 11 wezaretan pêk tê, herwiha "artêşeke nû li xwe digre ku hêzên endamên Tehrîr el-Şam bi xwe ne", wî got.

"Tuhêzeke serbazî ya din ji bilî Tehrîr el-Şam li herêmê tune ne ji dema derkirina hemû girûpên li dijî wê berî demekê," Esaf got.

Herwiha, hevbendiyê dest bi proseya "radestkirina serbazî" jî kiriye, wî got.

"Hinek otombîlên ku niha sloganên hikûmeta felatê hildigrin di rastiyê de yên girûpê ne û ji aliyê endamên Tehrîr el-Şam ve tên ajotin," wî got jî.

Esaf got ku xelkê bajarê Idlibê bitirs in derbarê leşkeriya neçar a ku rêxistin li herêmê pêk tîne.

wî got ku Tehrîr el-Şam berî niha dest bi amadekariyan kir ji bo kampên tecnîdkirinê yên nû û agahînameyên ku dê bişîne ji xortan re ji bo tecnîdkirina wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500