Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di demekê de ku xisarên wê zêde dibin, îradeya endamên DAIŞê bo şer nemaye

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî di 4ê Mijdarê de li ser sînorê Sûriyê belav bûn piştî wan berî rojekê bajarokê sînorî Qaim li rojavayê Enbarê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî di 4ê Mijdarê de li ser sînorê Sûriyê belav bûn piştî wan berî rojekê bajarokê sînorî Qaim li rojavayê Enbarê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Piştî piranîya erda berfereh, a ku li jêr kontrola wê bû li Sûrîya û Iraqê, jidest wê çû, divê aniha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji ber moralê kêm û reva ji nav refên wê li ber xwe bide, pispor ji Diyaruna re dibêjin.

Bi kurtî, wan got, îrade li cem endamên DAIŞê nîne ku şer bikin.

Ev yek diyar e piştî ku rêxistinê derdê têkçûneke dijwar li Mûsilê kişand, gelek çekdarên wê ji qadên şer reviyan û hin din bi hejmarin mezin xwe radest kirin.

Propagandaya DAIŞê, di destpêka xwe de, çekdarên xwe wesif dan weke "kesên neşikênbar, li emîran guhdarîyê dikin, di şer de naşikin, şer dikin heta henaseya dawî", wan got.

Lê ev yek nema ye, wiha xuya ye.

Îrade nîne ku şer bikin

Xewna serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bo avakirina "xîlafetekê" bû kabûs, Haşim Haşimî, pisporeke derbarê rêxistinên tundrew, got.

Piştî ku derdê zincîrek têkçûn kişand, aniha xisareta herî mezin bo DAIŞê îrada ku şer bikin di nav çekdarên wê de nîne, wî ji Diyaruna re got.

"Ev yek vedigere hilweşîna derûnî li cem van çekdaran ji ber gelek heval herwiha serkirdeyên wan ên berz ên ku ew han didan hatin kuştin," wî got.

Her wekî ku erda li jêr kontrola DAIŞê kêm bû heta 2% ji ya ku berê li jêr destên wê bû, gelek endamên rêxistinê yên biyanî ji şer reviyan daku vegerin welatên xwe, Haşimî got.

Herwiha kêmbûna moral û îradeyê bo ku şer bikin di nav çekdarên Iraqî yên xwecihî yên rêxistinê de jî hebû, piranîya kesên ku tevlî rêxistinê bûbûn ji bo pere, bandor û desthilatdarîyê bû, wî got.

Piranîya wan "ciwanên ne xwendevan" bûn, wî got.

Dawîya sala bûrî, hêzên Iraqî belgeyên DAIŞê li deverin rizgarkirî li parêzgeha Enbarê dîtin, belgeyên ku asta moralên kêm li cem endamên xwecihî dayar dikirin.

Li gorî wan belgeyan, kêmbûna endamên DAIŞê kêmbûna heyecana wan bo şer bêguneh dike ku ew dibêjin mûçeyên ku ji rêxistinê werdigirin têrê nakin.

Hin din xwesteka xwe bo terka DAIŞê ji bo piştgirîya malbatên xwe bikin, ew angaşt dikin ku zarokên wan nexweş in û hewcedarîya dêbavên wan bi wan heye.

DAIŞ kesên reviyayî îdam dike

DAIŞ derdê derbên êşdar kişandiye, ev radeya zêde di nav kesên ku ji nav refên wê direvin yan dest jê berdidin delîlekî diyar e li ser têkçûnê, Şêx Xazî Nafi Xufacî, serkirdeyekî êla Cixafîyan li Hedîsayê got.

Endamên rêxistinê gelekî "bê mirad û xeyakestî ne", wî ji Diyaruna re got. "Ew dizanin ku hemû xewnên wan ên nexweş bûn hilm û planên wan li ber ba çûn."

"Rêxistin ber bi dawî ve diçe," Cuxêfî got, wî anî ziman ku gengaz e ku hejmara kesên ku direvin zêde bibe tevî ku DAIŞ gefê dike ku çi çekdarê ji şer bireve yan guh li emîran neke dê îdam bike.

Piştî kuhewildana DAIŞê di 27ê Îlonê de ku destên xwe deyne ser deverên derdora Remadîyê , sê ji endamên rêxistinê karîbûn ji Iraqê birevin bajarê Sûrî Reqayê, yê ku ji wî çaxî ve ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk ve hat vegerandin.

Lê dema ku ew gihan Reqayê, hersê ji alîyê fermandarên DAIŞê ve li Sûrîyayê hatin îdamkirin bi gunehê ku reviyan, endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

Bi zêdekirina dijwarîya cizaya kesên reviyayî, DAIŞ hewl dide ku bi zorê bihêle endamên wê yên mayî şer berdewam bikin, wî got.

"Lê vê hewldanê bandora xwestî ji rêxistinê re pêk neanî," Kiûd got, "û aniha DAIŞ rastî jibîrçûnê tê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500