Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞ li biyabana Enbarê xwe dikin tîpên şivanan de

Xalid Taî

Hêzên Iraqî di rêya xwe de ne bo derxistina çekdarên 'Dewleta Îslamî'. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê 41ê yê Piyade yê Firqeya 10ê ya artêşa Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî di rêya xwe de ne bo derxistina çekdarên 'Dewleta Îslamî'. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê 41ê yê Piyade yê Firqeya 10ê ya artêşa Iraqî hatiye wergirtin]

Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku reviyan biyabana Rutbayê li parêzgeha Enbarê xwe dikin tîpên şivanan de daku dûrî hêzên ewlekarîyê bin, berpirsyarekî Iraqî îro Duşemê (6ê Mijdarê) ji Diyaruna re got.

"Em tekez dizanin hîn biyabana Rutbeyê pena ye ji gelek endamên DAIŞ re, bi taybet ew endamên ku ji şerê li rojavayê Enbarê reviyane," parêzgar Rutbayê, Îmad Mişel Dulêmî, got.

"Jêderên me yên xwecihî texmîn dikin ku bi dehan terorîst li wê derê hene," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew xwe vedişîrin weke şivanan yan cilên kamuflajê li xwe dikin daku xwe ji asman ve neyên naskirin.

"DAIŞ hîn li biyabanê çalak e," Dulêmî got ku hîn kampanyayên serbazî li wir berdewam in.

Hêzên Iraqî rojên Şemî û Yekşemê operasyoneke berfereh li biyabana Rutbeyê pêk anîn daku li veşartgehên rêxistinê bigerin.

Wî got ku yekîneyin serbazî yên mezin ji Fermandarîya Operesyonên Ferata Navîn, hêzên asmanî, polîs, pasvanên sînor û hêzên elî di kampanyayê de beşdar bûn.

Kampanyaya pakkirinê ji derdora devera Kîlo 160 dest pê kir, rojhilatê Enbarê, ber bi Nuxêb ve, bi pêş ve ber bi başûrê Rutbayê ve, heta gihane sînorê Erebistana Seûdî, Dulêmî got.

Wî got ku deverên biyabanî yên berfereh li herdu alîyên rêya giştî ya navdewletî hatin pakkirin, di navbera 250 û 300 kîlomitran di kûrbûna biyabanê de.

Wî delîl bi jêderên serbazî anîn yên tekez kirin ku kampanyayê wêrankirina 10 kamp û veşargehên DAIŞ li biyabanê encam dan, kamp û veşartgehên ku çek û cebirxane di wan de dihatin hewandin.

"Agahîyên berdest mirina tu terorîstên DAIŞ di kampanyayê de destnîşan nakin," wî got, lê yekîneyan vepirsînên berfereh li ser hazirbûna çekdaran li balefirgehên serbazî yên başûrî û bakurî û hin gundên piçûk ên belawela pêk anîn.

Dulêmî got ku ev kampanya gaveke baş bû, lê têr nake daku veşartgehên terorê li deverên biyabanî li rojavayê Iraqê tune bike.

"Hewcedarîya me bi kempanyayên heftane heye bi dirêjahiya salê daku bi berdewamî bi dûv endamên terorîst biçin û em li wan bixin," wî got.

"Divê em destûrê nedin wan daku bidin hev û biyabanê weke bingehekê bikar bînin daku êrîşî bajaran bikin û sivîlan bikin armanc", wî got.

Herwiha wî bang kir ku bingehên serbazî yên berdewam li deverên dûr ava bikin û yekîneyin bi veguhestina asmanî dabînkirî belav bikin daku çekdaran kifş bikin, bidin dû wan û li wan bixin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500