Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq polîsên Enbarê yên ji xizmetê derkirî vedigerîne

Xalid Ta'î

Polîsên Enbarê yên ji karê xwe hatin derkirin dema wan di 2015an de raport derbarê karê xwe de pêşkêş nekirin daku vegerin xizmetê. [Wêneya rûpela Facebookê ya Polîsê Enbarê]

Polîsên Enbarê yên ji karê xwe hatin derkirin dema wan di 2015an de raport derbarê karê xwe de pêşkêş nekirin daku vegerin xizmetê. [Wêneya rûpela Facebookê ya Polîsê Enbarê]

Bêtir ji 3,000 polîsî nêzîk dê vegerin xizmetê ji alîyê Fermandarîya Polîsê Enbarê piştî ew di sala 2015an de ji xizmetê hatine derkirin, bi 4,000 polîsên din re, berpirsyarên Iraqî ji Diyaruna re got.

Bi hezaran polîs ji xizmetê hatin derkirin dema ew bi erkê xwe ranebûn piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2015an de girte ser çend bajaran li parêzgehê.

Hejmarek ji wan berî vê vegerîyan xizmetê piştî hikûmeta Iraqî efûyek di 27ê Kanûna Yekema sala 2016an de weşand,lê hin din bi awayekî fermî hatin derkirin piştî dema destûrê ya 10 rojan qediya.

Di 18 Cotmehê de, weke persiv ji xwesteka serokwezîr Heyder Ebadî re, Fermandarîya Polîsê Enbarê destpêka prosedûran îlan kir daku pêşwazîya polîsên mayî bikin ji bo vegerin xizmetê.

Biryara vegera polîsan hat piştî daxwazên gelek ji alîyê serkirdeyên xwecihî û polîsên berê bi xwe, yên ku nerazîbûn organîz kirin daku destûrê bidin wan ku vegerin xizmetê.

Vê dawîyê hukûmetê vegera nifşê yekem ji 3,190 polîsan erê kir, serokê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzayic ji Diyaruna re got.

Herwiha pêşbînî heye ku nifşekî din ji 3,993 polîsan tevlî hêzê bibin, wî got.

"Me destpê kiriye em daxwazên karmendên ji kar derkirî werdigirin," wî got, wî anî ziman ku hemû berendam dê derbasî sehkirinên ewlekarî û îdarî bibin.

"Polîsên vegerîyayî dê tevlî korsên rahênanê yên zexm ên du hefteyan dirêj didin bibin daku jêhatîyên wan ên laşî û serbazî qayim bikin," Erzayic got, wî şîrove kir ku tevî ew berê rahênankirî ne, lê hewcedarî heye ku jêhatîyên wan werin nûkirin.

Polîs dê di gelek deverên lezgîn de werin bicikirin, yekîneyên serbazî û ewlekarî, Erzayic got, û ew dê alîkarîyê bikin daku kêmbûna di hêza polîsê Enbarê de dagirin.

"Berî ku karmendên ji xizmetê derkirî vegerin, hejmara endamê hêza polîsê Enbarê ya giştî bû 15,706" wî got, wî anî ziman ku ev hejmar têrê nake daku hemû parêzgehê biparêzin ji ber rûbera wê û ew devereke biyabanî berfereh e.

"Hewcedarîya me pê heye ku em hejmarên xwe zêde bikin heta bibin ne kêmî 25,000 karmendan, weke çawa bû di sala 2010an de, heta em karibin têra xwe hebin," wî anî ziman.

Enbarê dest bi proseyê kir

Biryara nûdestîşankirina polîsan ji alîyê hikûmeta xwecihî û serkirdeyên êlan ve li parêzgehê hat handan, endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

Serokwezîr Heyder Ebadî qebûl kir ku endamên berê yên hêza polîsê xwecihî vegerin piştî civîna wî bi şandeyên Enbarê re di 12ê Îlonê de, wî got.

Hikûmrtê biryar da ku 7,000 karmendan ji aslê 9,000an vegerîne, karmendên ku ji sala 2015an li ser du nifşan ji kar hatin derkirin.

Hinek nav ji lîsteyê hatin rakirin li ser daxwaza wan, û hin nîşan li ber navên wan hatin danîn ji ber sedemên ewlekarî, Kerbûlî got.

Wî piştrast kir ku vegera polîsên ji xizmetê derkirî pêwîst e.

"Hewcedarîya me bi beşdarbûn û pisporîya wan di operesyonên rizgarkirinê de heye, herwiha daku em terorîstan dervey aramîyê û ewlekarîya li bajarên rizgarkirî bihêlin," wî got.

Polîs vedigere xizmetê

"Em kêfxweş in ku em vegeriyan û em di rizgarkirina bajarên xwe de beşdar dibin û ewlekariyê vedigerînin," Mihemed Elwanî yê ku nû vegerîya hêza polîsê Enbarê, got.

"Em dixwazin spasîya hikûmet û her kesê piştgirîya vegera me kir bikin û kesên ku destê wan di pêkanîna daxwazên me de hebû," wî ji Diyaruna re got. "Em amade ne ku em bi erkê xwe yê niştimanî rabin û berevanîya xelkên xwe bikin û parêzgeha xwe ji terorîzmê biparêzin."

Fermandarê heşda êlî li Hedîsayê rai'd Behcet Mihemed Cuxêfî ji Diyaruna re got ku ev biryar gaveke di rêya rast de ye.

"Bê guman ev yek piştgirîyeke mezin e ji hêzên ewlekarî û êlan re," wî got. "Ên vegerîyayî dê qudreta me qayim bikin daku em berhengarîya terorîzmê bikin û wê têk bibin. Em dê Enbarê bi alîkarîya destên hemû xelkên xwe rizgar bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez ji dil sipasiya Dr. Heyder Ebadî dikim, Xwedê wî biparêze! Ez herwiha sipasiya lîwa Hadî Kesar Erzayic û hikûmeta xwecihî dikim bo vê biryara rast.

BERSIV BIDE

Em Dr. Heyder Ebadî, Parêzgar Mihemed Helbûsî, serokê polîs û hemû wan kesên ku endamên polîs ên rastî nedadweriyê dihatin vegerandin ser kar sipas dikin. Em hêvî dikin ku ew dê li gel nifşê duyem ku ji 3,993 karmendan pêk tê bisekinin,yên ku li Hebaniyê hatine hevpeyvînkirin.

BERSIV BIDE

Birêvebrîya Parastina Saziyên Enbarê

BERSIV BIDE