Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Karwanên alîkariyê digihin xelkê birçî yên Xûteya Rojhilatî

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Karmendeke Heyva Sor a Sûriyê zarokeke nexweş li Xûteya Rojhilatî pişkinîn dike. [Wêne ji Yekîtiya Komîteyên Hevahengiya Xûteya Rojhilatî]

Karmendeke Heyva Sor a Sûriyê zarokeke nexweş li Xûteya Rojhilatî pişkinîn dike. [Wêne ji Yekîtiya Komîteyên Hevahengiya Xûteya Rojhilatî]

Bo yekemîn car ji çend mehan ve, rê ji karwanên mirovî re hat dayîn ku derbasî herêma Xûteya Rojhilatî li gundewarên Şamê bibe, ku ji 2013an ve ji ber dorpêçkirina hêzên rejîma Sûriyê dinale.

Êvara Duşemê (30ê Cotmehê), karwaneke mirovî ji 49 kamyonan gihişte Xûteya Rojhilatî, Bernameya Xwarina Cîhanî ya NY di daxuyaniyekê de got.

Ew ji 41 kamyonan pêk dihat ku parên xwarinê yên rêxistinê ji 40,000 kesan re li deverên Kefir Betna û Seqba libar bûn li gel madeyên bixwarinkirinê yên taybet ji 13,000 zarokan re.

Alîkariyên bêtir di rojên bê re plankirî ne, li gorî daxuyaniyê.

Jin û zarokên ji bajarokê Kefir Betna derdora karwaneke bijîşkî ya ku roja Duşemê (30ê Cotmehê) derbasî bajarokê wan bû kom dibin. [Wêne ji Yekîtiya Komîteyên Hevahengiya Xûteya Rojhilatî]

Jin û zarokên ji bajarokê Kefir Betna derdora karwaneke bijîşkî ya ku roja Duşemê (30ê Cotmehê) derbasî bajarokê wan bû kom dibin. [Wêne ji Yekîtiya Komîteyên Hevahengiya Xûteya Rojhilatî]

Zarok zerermendên sereke ne

Stafa rêxistinê derbasî Xûteya Rojhilatî bû li gel endamên Heyva Sor a Sûriyê, rêveberê ofîsa bijîşkî ya Merc Dr. Enes Ebû Yasir ji Diyaruna re got.

"Şandeyê parên xwarinê li hinek gund û bajarokan li Xûteya Rojhilatî û Rojhilatê Qelemonê belav kirin," wî got, di demekê de ku şaneyeke bijîşkî li navendên bijîşkî geriya ji bo belavkirina vaksînan û pişkinîna hejmareke mezin ji zarokan li deverê.

Hejmara zarokên ku rastî bedxweriya tund tên nêzîkî 500 kesan e, wî got, wî anî ziman ku hejmara zarokên ku hewceyî guhdana bijîşkî ya bilez in herî kêm 2,000 kes in.

Ebû Yasir got ku karê şandeya bijîşkî giraniyê dide bajarokên Kefir Betna, Seqba, Hemûriya, Eyn Terma û Cisrîn, ji ber ku hejmara xelkê lê gelek e.

Gelek haletên mirinê di nav zarokan de li Kefir Betna qewimîn, wî got.

Şandeya bijîşkî raporeke hûr derbarê rewşa li Xûteya Rojhilatî nivîsand û şîretnameyeke bilez radest kir ku tê de tekezî kir li ser pêwîstiya gihandina karwaneke din ji alîkariyan, Ebû Yasir got.

Divê derman û çareserkariyên bo kesên bitemen û nexweşên bi nexweşiyên giran li xwe bigre, li gel vaksînên zarokan, wî got.

Zexta navdewletî ya zêde

"Qebûlkirina rejîma Sûriyê ku alîkarî derbasî herêmê bibe ji encama zexta navdewletî hat," Ebû Yasir got.

Profesyonel û çalakvanên medyayî yên Sûriyê kampanyayeke medyayî ya serketî dest pê kirin ji bo ronîkirina krîza xelkê Xûteya Rojhilatî, wî got.

NY roja Înê "birçîkirina biarmanc a sivîlan" weke tektîkeke şer şermezar kir piştî belavbûna wêneyên "şokder" ku zarokên gelekî bedxwer li Xûteya Rojhilatî nîşan didin, AFP ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500