Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Di rê de bo mal? Ewropa çarenivîsa malbatên tundrewan gotûbêj dike

AFP

Serokê Fransî Francois Hollande gotarekê dide taximê di dema serdana xwe de bo helgira balafiran Charles de Gaulle a Fransî di 4ê Kanûna Yekem a 2015an de li nêzîkî berava Sûriyê. Hollande ev gotara xwe pêşkêş kir piştî sê hefteyan ji ragihandina "şer" li ser "Dewleta Îslamî" piştî êrîşên Parîsê ku di wan de 130 kes hatin kuştin. [Philippe de Poulpiquet/POOL/AFP]

Serokê Fransî Francois Hollande gotarekê dide taximê di dema serdana xwe de bo helgira balafiran Charles de Gaulle a Fransî di 4ê Kanûna Yekem a 2015an de li nêzîkî berava Sûriyê. Hollande ev gotara xwe pêşkêş kir piştî sê hefteyan ji ragihandina "şer" li ser "Dewleta Îslamî" piştî êrîşên Parîsê ku di wan de 130 kes hatin kuştin. [Philippe de Poulpiquet/POOL/AFP]

Di demekê de ku xîlafeta xwe-ragihandî ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) diheje, hikûmetên Ewropî rastî pirsgirêkeke hevbeş tên: Çi bikin bi çekdarên vegeriyayî ligel malbatên wan?

Hikûmetan bêdiliyan xwe veneşart ji wergirtina welatiyên xwe yên ku bo şer çûne Iraq an Sûriyê lê niha, ji ber şikestinê, berê xwe didin warên xwe.

Egera wergirtina tundrewan metirsîne ewlekarî yên cidî datînin ser parzemîneke ku rastî pêleke terorê hatiye di salên borî de.

Ev rewş herwiha kêşeyên exlaqî derdixe holê -- bi taybetî derbarê egera destberdan ji jin û zarokên Ewropî yên tundrewan daku rastî çarenivîsa xwe bi tenê werin.

Endamine hevpeymaniya navdewletî li dijî "Dewleta Îslamî" li konferansekê li Kuwêtê kom bûne di 15ê Adarê de, ji bo gotûbêjkirina hevahengiya ji bo sekinandina herikîna çekdarên biyanî bo Iraq û Sûriyê. [Yaser Zeyat/AFP]

Endamine hevpeymaniya navdewletî li dijî "Dewleta Îslamî" li konferansekê li Kuwêtê kom bûne di 15ê Adarê de, ji bo gotûbêjkirina hevahengiya ji bo sekinandina herikîna çekdarên biyanî bo Iraq û Sûriyê. [Yaser Zeyat/AFP]

"Şêwirmenda Rêzdar, Ez dixwazim vegerim mal ligel malbata xwe, alîkariya me bike," jineke bi navê Nadiya Ramadan a 31 salî, ji Frankfurtê, rica dike di vîdyoyekê de bo lîdera Alman Angela Merkel.

"Ez ne terorîst im," wê tekez kir di vîdyoyeke ku ji aliyê rojnameya Die Zeit de hat belavkirin, ku bebekek di destê wê de bû.

Remedan û hersê zarokên xwe li Reqaya asêgeha berê ya DAIŞ girtî bûn, ew asêgeha ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve meha borî hat kontrolkirin. Heta niha, Berlînê qebûl nekiriye ku alîkariya wê bike.

Ew yek ji hejmareke zêdebûyî ya Ewropiyan e ku ricayên alîkariyê ji hikûmetên xwe dikin -- yan bi rêya medyayê yan jî bi rêya malbatên xwe.

Hefteya borî, nêzîkî 20 malbat ji Serokê Fransî Emmanuel Macron re nivîsandin bang lê dikin ku keçên wan vegerîne welat daku werin dadgehkirin.

"Zehmet e ku were qebûlkirin ku keçên me, yên ku şer nekirine, dibe ku heman reftar bi wan re were kirin" weke mêrên wan, wan nivîsand.

Wan bang li "Fransa, ku welatekî mafên mirovan e" kir, ku nehêlin jin rastî egera îşkencekirin an jî mirinê li Sûriyê yan Iraqê werin.

"Wan bikujin"

Ji 5,000 tundrewên YE ku tê texmînkirin çûne şer, nêzîkî sêyeka wan berê vegeriyane warên xwe, li gorî Navenda Soufanê, ku rêxistineke nehikûmî ye ku lêkolînan derbarê ewlekariya cîhanî dike.

Hinek ji wan mane pêbend bi tundrewbûna tundutûj, wê hişyarî da, anî ziman: "Xuya ye ku herkesê ku bixwaze şer berdewam bike dê rêyekê ji vê yekê re bibîne."

Heta niha, Fransa, Almanya û Brîtanya mameleya wan li gel vegeriyayiyan li ser bingeha cudakirina haletan bû.

Li Brîtanya, ku nêzîkî 425an vegeriyane, armanc "dadgehkirina wan e daku bo demeke dirêj di zindanê de bimînin", fermandarê bilind ê polîsê dijeterorê Mark Rowly got.

Derbarê kesên ku nikarin wan têxin di zindanan de, wî got, desthilat dê pişta xwe bi çavdêriyê yan "tedbîrên rêgir" ên din girê bidin ji bo parastina ewlehiya welat.

Lê hinek li Brîtanya bi eşkere rê didin xeteke tundtir.

Wezîrê Dewletê yê Rêveberiya Pêşketina Navdewletî û Wezîrê Dewletê yê Ofîsa Biyaniyan û Kommonwelath Rory Stewart hefteya borî got ku tenê rêyek heye ji bo miyanrewkirina çekdarên DAIŞ ên Brîtanî.

"Ev kes metirsiyeke cidî li ser me ne," wî ji radyoya BBC re got. "Mixabin take rê ji bo mamelekirin bi wan re, hema bêje di hemû haletan de, ew e ku wan bikujin."

Wezîrê Berevaniyê Michael Fallon herwiha got ku Brîtaniyên ku li kêleka DAIŞ şer dikin "armanceke rewa" ne.

Zarok weke metirsî

Raphaello Pantucci, rêveberê Lêkolînên Ewlekariya Navdewletî li navenda lêkolînan a Brîtanî RUSI, got ku hikûmet "ecele nakin" di hilgirtina berpirsiyariyê de bo welatiyên ku ji aliyê QSD ve li Reqayê û cihên din girtî ne.

Tevî ku çekdar û jinên xwe di piraniya haletan de bi kêfa xwe çûn zona şer, "erkê me ye ku em guh bidin welatiyên xwe", wî got.

"Dema ku ew amadeyiya xwe nîşan didin û em dikarin wan têxin li jêr tedbîrên qanûnî yên lazim, gerek em vê yekê bikin."

Zehmet e ku zarokên tundrewên Ewropî ji ber biryar û ramanên dê û bavên xwe werin lomkirin, wî got jî.

Lê herî kêm li Almanya, heta kesên biçûk jî weke metirsiyeke ewlekarî tên hesabkirin.

"Em vegera zarokên cîhadîyan, ku li zona şer fêr bûne, bo Almanya metirsîdar dibînin," rêveberê istixbarata Almanî Hans-Georg Massen vê mehê hişyarî da. "Dibe ku ev yek rê bide nifşekî nû ji cîhadîytan li wir mezin bibin."

Li Fransa, ku 300 ji 1,700 welatiyên çekdar vegeriyane, desthilatdaran helwesteke tund standine li hember ricayên malbatên wan ku hezkiriyên wan ên girtî li erdê ku ji DAIŞ hatiye standin rizgar bikin.

Wezîra Berevaniyê Florence Parly roja Sêşemê got ku dibe welatiyên Fransî yên girtî li Iraqê li wir werin dadgehkirin.

Li Sûriyê, wê got, welatiyên Fransî yên girtî li ba komên cuda hatin raporkirin li ba Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor.

Ew kesên vegeriyan welat dê werin zindankirin daku cezaya xwe wergirin, wê got.

"Xelkê ku vedigerin Fransa dizanin ku ew xwe ji tedbîrên qanûnî yên sîstematîk re eşkere dikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500