Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Ji miriyan eşkere dibe ku Tehrîr Şam zarokan çekdar dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Enes Huserî, nûhatiyekî ji Maeret Numanê ye, di şerên gundewarê rojhilatê Hemayê de di 28ê Cotmehê de hat kuştin. [Wêneya Museb Esaf]

Enes Huserî, nûhatiyekî ji Maeret Numanê ye, di şerên gundewarê rojhilatê Hemayê de di 28ê Cotmehê de hat kuştin. [Wêneya Museb Esaf]

Tehrîr Şam, hevbendiyeke tundrew e ku Eniya Nusrayê ya berê serweriya wê dike, zarok û nûhatiyên piçûk çekdar dikirin li parêzgehên Sûrî Idlib û Hemayê daku di nav refên wê de şer bikin, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Hevbendiyê zarok bi hejmarin mezin çekdar dikirin, wî got, lê tevî wê hewl da ku çekdarkirin û xizmeta wan bêdeng bihêle, mirina hejmarek mezin ji wan vê dawiyê mesele eşkere kir.

"Ofîsa çekdarkirinê ya Tehrîr Şamê demeke dirêj hedan lê nebû daku zarokan çekdar bike ji bo ku di nav refên wê de şer bikin," çalakvanê medyayî Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Armanc jê ji bo ku kêmbûna çekdaran teraze bikinpiştî ku hejmareke mezin ji endamên wê û komên çekdar ên girêdayî wê dest jê berdan, wî got.

Lê bersivdana hewldanên çekdarkirinê gelekî lawaz bûn, ji ber nişteciyên Idlib û Hemayê nedixwestin ku di nav refên Tehrîr Şam de şer bikin, wî got, ji ber eşkere bû ku ew hîn endama Qaidê ye.

Pere dan dêbavan daku bêdeng bimînin

"Li gora van şertûmercan, rê li pêşiya ofîsên çekdarkirinê nebû ji bilî ku zarokan çekdar bike," Esaf got, tê ragihandin ku bi dehan zarok hatine çekdarkirin.

Ev zarok ji malbatên feqîr in, wî not kir, yan jî zarokên ku dêbavên wan di şerê Sûrî de winda kirine û ti kes nîne ku guh bide wan.

Tehrîr Şam sûdê ji van şertûmercan digire daku wan çekdar bike, vê yekê hişt ku malbatên wan mehane di nav 50$ heta 100$ werdigirtin, wî got.

Esaf got ku çekdarkirin ma raz, wî anî ziman ku ofîsa çekdarkirinê hişyarî da malbatan ku gotineke li ser meseleyê neyînin ziman bi bihaneya ku ji bo sedemin ewlekarî.

Mesele bi awayekî berfereh belav bû piştî mirina hejmareke mezin ji leşkerên zarok di şerê Tehrîr Şam li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û rêjîma Sûrî û hevbendên wê li gundewarên Hemayê.

Texmînên seretayî destnîşan dikin ku herî kêm 10 leşkerên zarok hatine kuştin û hejmareke mezin ji wan zarokan di şerên rojhilatê gundewarê Hemayê di 28ê Cotmehê de hatine birîndarkirin.

Di nav miryan de Nûredîn Basil Necar ê 14 salî ji Kefrumayê nêzîkî bajarê Idlibê û Enes Huserî yê 14 salî ji Maeret Numanê, wî got.

Kampanyaya çekdarkirina zarokan giraniyê dide gundewarên Idlib û Maeret Numanê û deverên derdorê, ji ber vê yekê aniha dêbav li ser çarenûsa zarokên xwe ditirsin, wî got, ji ber Tehrîr Şam red dikir ku tu agahiyan derbarê wan de dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500