Lêpirsînerên NY Pêncşemê (26ê Cotmehê) rejîma Sûriyê bibikaranîn gaza sarîn li bajarokê Xan Şêxûnê gunehbar kir,bajarokê ku dikeve bakur-rojavayê Sûriyê de, û ew êrîş bû sedema kuştina bêtir ji 80ê kesan destpêka îsal.
Êrîşa 4ê Nîsanê, ku tê de gaza sarîn hatibû bikaranîn li dijî bajarokê parêzgeha Idlibê yê li jêr kontrola opozîsyonê, 83 kes kuştin, li gorî NY.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov qala mirina 87 kesan kir, ku betir ji 30 ji wan zarok bûn.
Dîmenên miriyan û qurbaniyên kêferata berî mirinê dikin, ku zarok jî di nav wan de bû, hêrseke cîhanî çêkir û bû sedema erîşeke asmanî a Amerîkî ya tolhildanî li ser serbazgehea Sûrî.
Li gorî raportê, "NY piştrast e ku Rejîma Sûriyê ji bikarhatina sarîn li Xan Şêxûnê roja 4ê Nîsana 2017an berpirsiyar e".
Banga bo cizayan
Human Rights Watch (HRW) roja Înê daxwaz ji civaka navnetewî kir ku cizayan li ser rejîma Sûriyê bisepîne.
Encumena Ewlekariya NY "divê bilez bikeve tevgerê de bo msogerkirina sepandina cizayan li ser kesayean û pêgehên berpirs ji êrîşên kîmayî li Sûriyê", watchdog di daxuyaniyekê de got.
Raporta NY "divê dawiyê li xap û tîyoriyên nerast ên ku hikûmeta Sûriyê belav kirine bîne", Ole Solvang, cîgerê bireveberê karûbarên awarte li HRW, got.
"Bikaranîna Sûriyê ji çekên kîmawî re çend caran gefeke cidî ye ji qedexekirina navdewletî ji bikaranîna çekên kîmawî re ye," Solvang got.
"Hemû welat xwedan berceendî ne ku sîgnalan bidin ku ev kiryarên pir bed nayên qebûlkirin."
Pisporên NY herwiha rejîma Sûriyê bi bikaranîna gaza klor di êrîşan de li bakurê welat di salên 2014 û 2015an de tohmetbar dikin.
Rûsiya roja Înê rexne li raporta NY girt, bi gotina Cîgir Wezîrê Derve, Sergî Ryabkov got ku raprot delîlên nepiştrastkirî û agahiyên hevdij dihewîne.
Rûsya û rejîma Sûriyê beriya aniha angaşt kiribûn ku dibe çekên opozîyonê hatiye teqandin li Xan Şêxûnê.
Ryabkov got ku netew dixwazi ku raportê bikar bînin daku "pirsên xwe ên cyopolotîk ên stratîjî li Sûriyê çareser bikin", û da zanîn ku Rûsya dê encaman analîz bike û bersivekê di demeke nêz de belav bike.
Xwedê besî me ye û ew baştirîn wekîl e!
BERSIV BIDE1 KOMÊNT