Nûçeyên Iraqê
Ol

Kerbela rê ji heciyên Erbeîn re ewle dike

Alaa Husên li Bexdayê

Fermandarê polîsê Kerbelayê lîwa Ehmed Elî di erkê vekolînê de beşdar bû li deverên bakurê parêzgehê berî Erbeiîniyê. [Wêne ji Polîsê Kerbelayê]

Fermandarê polîsê Kerbelayê lîwa Ehmed Elî di erkê vekolînê de beşdar bû li deverên bakurê parêzgehê berî Erbeiîniyê. [Wêne ji Polîsê Kerbelayê]

Bajarê Iraqî Kerbela xwe amade dike daku pêşwaziya milyon heciyên Şîe ji bo Erbeîniyê bike, ew bîranîna roja 40em ji mirina Îmam Husên dikin, di 9ê Mijdarê de, ew dê ji seranserî cîhanê û herêmê ber bi bajar ve werin.

Pêşbînî heye ku bûyera vê sala ya herî mezin be li Iraqê ji ber ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rastî zincîrekê ji têkçûnan hat.

Ev yek tirseke ewlekarî derdixe holê, berpirsyarên Iraqî got, ji ber ku hecî gelek caran li ser pêyan diçin mezarê û tirs heye ku komên rêxistinê ji ber erd ji dest wan çûn ku ew hewl bidin tolhildanê bikin bi rêya ku sivîlên bêgunih bikin armanc.

"Pêşbînî heye ku hejmara mêvanên îsal bêtir be ji hejmara yên par," li gor Nasîf Xîtabî, parêzerê parêzgeha Kerbelayê.

Par, 20 mîlyon mêvan ji parêzgehên Iraqî yên cuda û welatên cîran hatin Kerbelayê, wî got.

Ewlekariya zêde

Hecî ji parêzgehên nêzîk li ser pêyan ber bi Kerbelayê ve diçin, ji ber vê yekê pêdivî bi ewlekariyeke qayim bi dirêjahiya rêya ku ew têre diçin heye, ji Besra li başûr, Mîsan li rojhilat û Bexda li bakur.

Amadkirinên ji bo Erbeîniyê, ya ku ewlekariyê û dabînkirina xizmetan lixwe digre, di Aşûrayê de destpê kirin, ya ku di 29ê Îlonê de bû, û hîn jî amadekirin berdewam e, serokê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Kerbelayê Eqîl Mesûdî got.

"Parêzgeha Kerbelyê ji wî çaxê ve di rewşa hişyarbûnê de ye," wî ji Diyaruna re got.

Hemû ajansên hikûmet û ewlekariyê di plana giştî de beşdar in daku ewlekariyê biparêzin û xizmetên kalîteya wan bilind ji mêvanan re dabîn bikin.

Hêzên ewlekariyê li Kerbelayê, bi alîkarîya Fermandariya Operesyonên Bexdayê û dezgehên polîsê li parêzgehên cîran, hejmarek ji sergirtinên parêzerî pêk anîn daku tekekesên tên xwestin û gumanbar bigirin, wî got.

Wî anî ziman ku hêzên ewlekariyê operasyonên istixbaratî jî qayim dikirin.

"Bûyerin mîna van derfeteke guncan e ji rêxistinên terorîst re, nemaze Qaidê û DAIŞ," wî got, her yekê ji wan hewl daye ku mêvanan bike armanc.

Par, DAIŞê hewl da ku bi rêya şandina gelek xwekujan, bo Eyn Temirê li rojavayê Kerbelayê êrîşî bûyerê bike, wî got, lê hêzên Iraqî êrîşa 14ê Mijdarê pûç kir, hemû êrîşker kuştin berî karbin bigihin armancên xwe.

Parastina Kerbelayê

Divê hewldan werin dayîn daku heciyên diçin Kerbelayê biparêzin, bi derxistina komên mayî yên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê û bajarokê Qaimê, asêgha rêxistinê ya dawî, pisporê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Nêzîkî Kerbelayê, vê salê, tedbîrên ewlekarî bo parastina mêvanan dê cuda bin, eger em bi par re hevrû bikin, dema ku tedbîrên nerîtî mîna girtina rêyan û qedexekirina derketinê hatin pêkanîn, wî got.

Vê salê operesyonên ewlekariyê dê xwe bispêrin istixbaratan, wî got, wî not kir ku dibe serkirdeya DAIŞê plan bike ku êrîşan ji deverin dûr mîna Qaimê bike .

Di heman demê de, Kerbelayê çend gav avêtine daku xizmetan û cihê razanê ji heciyan re dabîn bike.

Birêveberê Bajarê Mêvanên Îmam Husên Ebdul Emîr Taha ji Diyaruna re got, kompleksa niştecîkirinê ya mezin amadakirinên xwe qedandin daku pêşwaziya mêvanên biyanî û Iraqî bikin, û xizmetên mîna guhdana tendirustî û şêretên olî ji wan re dabîn bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez li ser çûyîna bo Çilîyê mirime bo serdankirina Ebul Fedil û Husên. Ez hêvî dikim ku hûn alîkariya min di serdanê de bikin. Xwedê ji we razî be!

BERSIV BIDE