Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ zarokan bikar tîne daku hewldana dawî li Enbarê bike

Xalid Ta'î

"Ebû Felah el-Iraqî" ê nûhatî bi tifingekê rawestiyaye berî ku êrîşa 21ê Cotmehê li navçeya Hîtê bicih bike. [Wêne li ser medyaya civakî hat weşandin]

"Ebû Felah el-Iraqî" ê nûhatî bi tifingekê rawestiyaye berî ku êrîşa 21ê Cotmehê li navçeya Hîtê bicih bike. [Wêne li ser medyaya civakî hat weşandin]

Berpirsyarên Iraqî li Enbarê ji Diyaruna re dibêjin ew bitirs in ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) zorê li zarokên ku divê li dibistanan bin bike daku hewldana dawî bike bi hêzên wê yên çekdar re li parêzgeha ku dikeve rojavayê welat.

Raport hene dibêjin ku rêxistin zextê li malbatan dike li deverên li rojavayê Enbarê yên ku hîn li jêr kontrola wê ne daku zarokên xwe bidin dest wê daku şer bikin.

Li gor endamê encumena parêzgeha Ebarê Ferhan Mihemed Dilêmî, endamên DAIŞê gef kirine ku malbatan li Rewa û Qaimê bikujin eger ew zarokên xwe nedin dest wan.

"Agahiyên me teqez dikin ku terorîst kar dikin ku herî kêm zarokekî ji her malbatekê bi zorê tejnîd bikin," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku hewldanên di vî warî de zêde bûne ji ber ku rêxistin rastî xisaretên mezin hatiye.

DAIŞ bi awayekî veşartî ew ciwan veguhestin, gelek ji wan di bin temenê 16 salî de ne, ew birin kampên rahênanê li Sûriyê daku wan ji şer re amade bike, wî got.

Di dema programa rahênanê de ya ku dibe heta sê mehan dirêj bike, ew rastî "mejîşûştineke tîndar" tên, ew rahênaneke laşî werdigirin û fêr dibin çawa çekan bikar bînin û teqemeniyan çêbikin, wî got.

Dilêmî tirsa xwe derbarê istixlalkirina van zarokan anî ziman, "zarokên ku divê aniha li dibistanan bin hîn bibin çawa xizmeta welatê xwe di pêşerojê de bikin û wî pêşve bibin", wî ev yek weke gefeke dîrekt li ser Enbar û hemû welat wesif kir.

Wî got ku hêzên Iraqî kar dikin daku vê gefê sivik bikin.

Dilêmî got ku berpirsyarên hikûmeta xwecihî li Enbarê şewrê bi rêxistinên navdewletî re dikin daku planeke tekûzkirî deynin ji bo şerê îdyolojiya tundrew bikin, bi taybet di nav zarokan û malbatên bêwar de.

Êrîşkarên nûhatî

Neîm Kiûd, endamê encumena parêzgehê ji Diyaruna re got ku nûhatiyan gelek êrîşên terorîst ên nû li Enbarê pêk anîn.

"Xwekujekî ku êlekekî teqîner lixwe dikir ji aliyê êlan û hêzên ewlekariyê ve li Kesara li navçeay Hîtê di 10ê Cotmehê de hat kuştin," wî got.

Wî got ku hat naskirin ê xwekuj temenê wî 13 sal bû.

Wî anî ziman ku zext li malbatên li deverên li jêr kontrola wan tê daku kurên xwe bidin dest wan, dema ku hin malbat zarokên xwe didin dest wan gelek malbat jî vê yekê nakin.

Kiûd got ku DAIŞ çi ramanên ku bixwaze bi rêya zext û dubarkirinê re di mejîyên zarokan de diçîne .

DAIŞê kerta xwe ya dawî dilîze ew hewl dide ku zarokan istixlal bike, Şêx Xazî Nafe Cuxêfî, yê ku serkirdeyê êla Cuxêfayê ye, ku şerê DAIŞê li Hedîsayê dike, got.

"Lê bêguman ew kerteke têkçûyî ye" wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî, bi piştgirîya şervanên êlan, biryar dan ku DAIŞê ji Rewa û Qaimê derxin -- ew bajarokên dawî ne li Iraqê ku li jêr kontrola rêxistinê ne, Cuxêfî got.

Wî anî ziman ku "nişteciyên van bajarokan nas dikin ku dema rizgarkirina wan ji desthiladariya rêxistinê nêzîk dibe û ew dê xwe ji zexta wan re danexin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500