Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Gorên komî yên DAIŞ: mîrateke tawanbar a gewre ye

Ala Husên li Bexdayê

Tîmên Tubî şeriî yên Iraqî termên qurbanîyan Kampa Speicherêderdixin ên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û di gorên komî de li herêmê di sala 2014an de hatin biaxkirin [Wêne ji rûpela Facebookê ya Spayker]

Tîmên Tubî şeriî yên Iraqî termên qurbanîyan Kampa Speicherêderdixin ên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin û di gorên komî de li herêmê di sala 2014an de hatin biaxkirin [Wêne ji rûpela Facebookê ya Spayker]

Berî çend rojan, Mihemed Ebûdî yê çavên wî dagirtî hêsir bûn bermahîyên laşê kurê xwe, Kemal, wergirtin, bermahîyên ku ji goreke komî li parêzgeha Selahedînê berî çend mehan hat derxistin.

Berî vê, termê wî ev çend salan windayî bû.

Di sala 2014an de, kemal tevlî rahênaneke serbazî bû li Kampa Speicherê li Selahedînê dema parêzgeh kete jêr destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), bavê wî ji Diyaruna re got.

"Me nas kir ku ew ji alîyê terorîstan ve hat kuştin ji ber me ew di tomarkirineke vîdyoyê de dît ya ku ji alîyê rêxistinê ve hat weşandin," Ebûdî got. " Ew di nav leşkerin din de bû yên ew ji bo îdamkirinê biribûn, lê me nedît ew hat îdamkirin."

Bi sedan term hatin dîtin di gorên komî de li Kampa Speicherê ji wê derverê tên derxistin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Spayker]

Bi sedan term hatin dîtin di gorên komî de li Kampa Speicherê ji wê derverê tên derxistin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Spayker]

Gava Tikrît hat rizgarkirin, çîrokên gorên komî derketin holê.

"Tenê armnca me ew bû ku em bermayîyên kurê xwe bibînin," Ebûdî got, wî not kir ku wî manendek ji DNA da laboratorîya tubî şeriî li Bexdayê dibe ku bidin ber sedên termên din ên ku li herêmê hatin dîtin.

Termê Kemal hat naskirin, û berî çend rojan hat vegerandin bo nav malbatê.

"Rastî ew ne term bû, komek hestî bû," Ebûdî got, lê vê yekê alîkarî bi malbatê re kir daku wî li devereke nîşankirî bi bîr bînin.

"Sipas ji Xwedê re ku Kemal goreke wî heye em dikarin her cejn herin serdana wî," wî anî ziman.

Kuştinên ketober

Malbata Ebûdî Şîa ne, lê malbatên bi sedên qurbanîyan DAIŞ ji hemû mezheban bûn ên ku heskirîyên xwe di gorên komî de dîtin ên ku heman çîroka xemgîn hevpar dikin.

Ebû Nîzar, mirovekî Sinî ji Hiwêcayê, reviya Kerkûkê piştî ku DAIŞ destên xwe danîn ser bajar di sala 2014an de.

Ew di nav wan kesên ku berî her kesî vegeriyan piştî Hiwêca hat rizgarkirin, wî ji Diyaruna re got, daku li bermayîyên xizmên xwe bigere, yên ku ji alîyê rêxistinê ve hatin kuştin û dibe ku di gorên komî de hatibin binaxkirin.

Di wêneyekê de li ser Înternetê hat weşandin, DAIŞ du kuramên Nîzar dihatin îdamkirin pêşkêş kirin. Wêneyeke din laşên wan li ber dergehê bajar hatibûn daleqandin dida xuyakirin, wî got.

Ebû Nîzar got ku kuramên wî hatin îdamkirin tenê ji ber wan alîkarî bi xelkî re kir daku ji Hiwêcayê birevin", wî got.

"Guman hebû ku wan alîkarî bi hêzên ewlekarîyê re dikir û ew bi îdamê hatin cizakirin," wî got, wî anî ziman ku îro roja ku ew li bermayîyên wan di gorên komî de bigere, gorên ku hatin kifşkirin piştî ku bajar hat rizgarkirn.

Hewldanên gerê zehmettir bûn ji awayê ku wî pêşbînî dikir, Nîzar got, wî not kir ku term di goran de bi demê re xirab bûn.

Wî hikûmet han da ku terman derxe daku laşên wan zû nas bikin, berî ku welatî bi xwe goran vekin û proseyên naskirina bermayîyan aloztir bikin.

Hemû pêkhatîyên civaka Iraqî êş ji destên DAIŞê dîtin û dibe ku di gorên komî yên rêxistinê de werin dîtin, Fadil Xerawî got, yê ku di Desteya Bilibd ya Serbixwe ya Iraqî ya Mafên Mirov kar dike.

"Dibe ku gorên komî li Kampa Beicherê, Toz Xormato û Beşîr li parêzgeha Selahedîn û Kerkûkê werin dîtin, ji ber hemû qurbanî Şîa bûn," wî ji Diyaruna re got.

Lêbelê rêxistinê Sinîyên ku li dijî wê bûn kirin armanc, wî got, û dibe ku bermayîyên wan di gorên komî de li Alem, Felûca û Diyalayê werin dîtin, herwiha gelek gorên komî yên ku bermayîyên qurbanîyên Êzîdî dihewandin li Şingalê hatin dîtin.

"Civaka Iraqî bi giştî li ser lîsyeya DAIŞ bû," Xerawî got.

Hîn nehatiye naskirin bê çend qurbanî hatine avêtin van gorên komî "ji ber gelekî zehmet e ku mirov bigihe van gorên komî ji ber şertûmercên eweleyî", wî got. "lê hin destnîşanin xeternak nişan didin bi hezaran bermayî di wan de hene."

Çîrokên şahidên çavdêr

Xefsa yek ji gorên komî yên herî navdar e heta aniha, texmînên nefermî dibêjin ku bermahîyên dora 25,000 kes dihewînin.

Di raporta çavdêrîya Mafên Mirov ya ku di 22ê Adarê hat weşandin, şahidên çavdêr ji herêmî çîrokin tirsinak derbarê qurbanîyan de pêşkêş kirin, en hatin kuştin û avêtin çemokê ku diherike, çemokê ku heşt kîlomitran baçûr û rojavayî Mûsilê dikeve.

Şahidên çavdît gotin ku gelek operesyonên îdamkirinê di çemok de hatin cîbicîkirin, hin caran heftan dihatin cîbicîkirin, ji Hezîrana 2014an dest pê kirin û heta Gulan yan Hezîrana 2016an berdewam kirin.

Wan got ku wan bihîst ku çekdarên DAIŞ li dor îdamkirinin din diaxivîn, di nav wan de endamên polîs ên berê, endamên berê yên hêzên ewlekarîyê yên Iraqî û endamin ji yên Sehwayê.

"Dibe ku hin ji qurbanîyan ji girtîyên girtîgeha Badîşê bin, deh kîlomitran rojavayê Mûsilê, ya ku DAIŞê destên xwe di 10ê Hezîrana 2014an de danîn ser," raporta HRW got.

Pênc şahidên çavdît got ku di Hezîrana 2014a de, wan dît ku çekdarên DAIŞê çar kemyonên bi kesên çavkirtî barkirî anîn û avêtin çemok. Ew li ser kevîkê rêz kirin û gule avêtin wan û bi vî awayî laşên wan ketin çemok.

Şahidekî got ku di Îlona 2014an de, herî kêm 13 jin --rûwên wan serokirî û eba li wan bûn û çavên wan girtî, destên wan qeydkirî -- ew birin heman deverê û hatin îdamkirin.

Her pênc şahid, ên ku nêzîkî Xifşayê dijîn gotin wan bihîst ku di navbera dor 3,000 heta 25,000 kes li herêmê hatin îdamkirin, raportê got.

Wan got ku wan qîrîn wan û dengên guleyan dibihîstin û di destpêka sala 2015an de, bêna kelaşan nedihat tehmûlkirin.

Nîşanên tawanên DAIŞ

Xefsa "gora qurbaniyên Iraqî yên ji hemû pêkhatiyan e", li gorî peyvdarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Mafên Mirov, Elî Beyatî.

"Ev nayê wateya ku gorên bi kom ên din xwedan girîngiyeke kêmtir in," wî ji Diyaruna re got, da zanîn jî ku gorek li bajarokê Beşîr hatiye dîtin û paşmahiyên laşên jinekê û zarokên divehewîne.

Tevî biçûkîya gorê, lê dîsan ew reflekta "berberîtîya tawanên kuştina jin û zarokan bê sûc dike".

Beyatî daxwaza alîkarî û piştgiriya navdewletî bi karbidestên Iraqî re kir, di rêya Saziya Şehîdên Iraqê re, ew jî bi lêgerîn û dîtina gorên bi kom li seranserê welat.

Wî got ku Iraqî rastî zehmetiyên aborî tê û nikare xerciyên derxistina laşên miriyan dabîn bike. "Zêdetir jî, hejmareke mezin ji gorên bi kom hene û bi hezaran qurbanî di wan de ne, û saziyên Iraqî bi tena serê xwe pê re nagihin."

Biryara 2379 ya Encumena Ewlekariyê ya NY, ya ku roja 21ê Îlonê hate dayîn, daxwaz li Emîndariya Giştî ya NY kir ku tîmeke lêgerînê ya serbixwe dabimezrîne bo piştgirîkirina xebatên lokal yên derbarê dadgehkirina endamên DAIŞ de ji ber kiryarên wan ên li Iraqê.

Tîm dê belgeyan kom bike, biparêze û depo bike ji ber ku dibe ew nîşanên tawanên şer bin, û tawanên li dijî mirovahiyê û cînosaydên DAIŞ bin li Iraqê.

Ew dê bi rêzgirtineke tam ji serwerî û dadmendiya Iraqê re li dor tawanên li ser xaka Iraqê hatine pêkanîn bikeve tevgerê de, ew dê dadwerên Iraqî û ezmûndarên din ên tawankariyê vehewîne, û ew dê milbimilê ezmûndarên cîhanî karên xwe bikin.

Beyatî got ku vê biryarê mîkanîzmek ji Iraqê re peyda kir bo ew gorên bi kom vebike, û ew cih dê delîlên zelal li dor tawanên DAIŞ pêşkêş bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500