Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Dema ku têkçûn nêz dibe, DAIŞ banga şerkirinê li jinan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên jin ji liwayê Xensaa yê 'Dewleta Îslamî' tev tifingan hatin wênekirin. [Wêne ji aliyê Muhemed Ebdula]

Endamên jin ji liwayê Xensaa yê 'Dewleta Îslamî' tev tifingan hatin wênekirin. [Wêne ji aliyê Muhemed Ebdula]

Dema wan bang li jinan kir ku tevlî şer bibin li deverên hîn li jêr kontrola wê ne li Sûrîyê û Iraqê, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bêhêvîbûna xwe ya zêde eşkere dike, pisporan ji Diyaruna re got.

Kampanyayek ku li ser malperên DAIŞ û hisabê wê yê li ser medyaya civakî berdeam e bang li jinan dike ku rahêjin çekan û "xwe ji rêxistinê re can fîda bikin", rojnameya Bitîtanî The Independenc 6ê Cotmehê ragihand.

Banga bo jinan "delîlekî xurt e ku rêxistin derdê kêmahîyê di hejamara endaman de dikişîne piştî têkçûnên peyhatî ", pisporê rêxistinên terorîst û zabitê serbazî yê karkenar ê Mesrî, liwa Yehya Muhemed Elî, ji Diyaruna re got.

Wî got ku piştî têkçûnên li Sûrîyê û Iraqê, bi sedan çekdarên DAIŞ mirine û gelek ji wan reviyane, lewra çekdarên jin weke hêza yedek a dawî maye ya ku DAIŞ dikare sûdê jê bigre.

"Di destpêka sala 2014an de rêxistinê pesnê xwe bi hejamara xwe ya mezin dida, makîneya wê ya medyayî ku xelk han didan ku bi wan re kar bikin bi rêya sozên madî, sincî û xelatên cinsî," Elî got.

Dema ku hewldanên navdewletî yên tunekirina DAIŞ hêz wergirtin û rêxistinê dest pê kir ku derdê gelek têkçûnên dijwar bikşîne, wê dest bi tecnîdkirina zarokan kir, ew diajotin nav şer û ew bikar tanîn bo ew bi erkên xwekûjî rabin.

"Aniha, ew bi awayekî sereke giranîyê didin jinên ku di destpêka şer de tevlî rêxistinê bûne, lê beriya aniha rola wan tenê di çarçoveya dunde, piştgirîya locistî û çavdêrîkirina jinên din di xilafetê de sînordar bû," wî got.

Jin armanca tecnîdkaran bûn

Jin êrîşên xwekujî ji DAIŞ re pêk tînindi gelek boneyan de, Mazin Zekî, serokê beşê ragihandina nû li navenda Ibn Welîd bo Lêkolîn û vekolênên meydanî li Mesrê, got.

Dema ku rêxistinê ev yek di propagandaya tecnîdkirinê de hînanber kiriye, wî ji Diyaruna re got, vexwendina gelemperî ji jinan re ku tevlî refên DAIŞ bibin ji bo şer bikin tiştekî nû ye.

Di analîzekê de ku meha Îlonê belav bûye, wî got IHS ya Markit ji bo Çavdêrîkirina Şeran not kir ku DAIŞ jin han didan daku bi awayekî çalak di şerên wê de beşdar bibin," di tevgereke îdîlojî ya girîng de" ya ku hewldana wê ku refên xwe qayim bike nîşan dide.

"Gava ku DAIŞ di dema bûrî de xwekujên jin bikar anîn, wê ev yeke bi giranî li Mûsilê nekir, ji ber texmînên aiha ji teqînên xwekujî yên ku jinan pêk anîne nagihe bêtir ji 40 hebeî," Ludovico Carlino , analîzerê karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li Navenda IHS Merkît a Çavdêrîkirina Şeran, got.

"Hîn nexuyayî ye eger zêdebûna teqînan bi destê jinan bi awayekî kurt encama kêmbûna berxwedana komên DAIŞ ên dawî ye yan zor ji alîyê rêxistinê ve li jinan hatiye kirin ku êrîşan bikin, yan destpêka hebûna mereqa çekdarên jin ku bi awayekî berfereh di şerên rêxistinê de beşdar bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500