Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD pesnê serkeftina Reqa dide lê hîn radestkirin nehatiye kirin

AFP

Jinek digrî dema ku li mala xwe dinere li Reqa roja Înê (20ê Cotmehê), piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk "Dewleta Îslamî" ji bajar derxist. [Bulent Kilic/AFP]

Jinek digrî dema ku li mala xwe dinere li Reqa roja Înê (20ê Cotmehê), piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk "Dewleta Îslamî" ji bajar derxist. [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Înê (20ê Cotmehê) pesnê "serkeftineke dîrokî" li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li bajarê Reqa da û soz da ku hêzê veguhêze rêveberiyeke sivîl.

Hevbendiya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî merasîmeke fermî li yarîgeha bajar piştî sê rojan ji vegerandina Reqa, dilê "xîlafeta" DAIŞ, li dar xist.

Lê QSD radestkirina kurt a veguhestina desthilatê bo Encumena Sivîl a Reqa sekinand, ji ber ku got ku rakirina gelek paşmayên cebilxaneyan maye û divê temam bibe berî ku bajar bikeve destê sivîlan.

Berdevkê QSD Telal Silo, ku li pêş şervanan û endamên encumenê diaxivî, got ku serkeftina vê hefteyê li dijî DAIŞ ji "hemû cîhanê" re ye.

Di merasîmê de, ku li stadiyûmê hat lidarxistin, dawî cihê bajar ku çekdarên DAIŞ lê bûn, Silo soz da ku QSD dê di demeke nêzîk de desthilatê veguheze.

"Piştî bidawîbûna operasyonên paqijkirinê... em dê bajar radestî Encumena Sivîl a Reqa bikin," wî got.

Wêrankarî bi asteke mezin e

Silo tekez kir ku QSD dê hebûna xwe li deverê biparêze.

"Vegera sivîlan bo Reqa bi tu awayî berî çendîn hefteyan pêk naye, ji ber ku qebareya teqemeniyên ku DAIŞ li pey xwe hiştine gelek in," berdevkê Artêşa Fransî, Patrik Steiger, got.

Gelek ziyan gihişte Reqa di dema şer de, ew şerê ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku bêtirî 3,200 kes kuştin, di nav de 1,130 sivîl jî.

Ehmed Elî, jikomîteya nûavakirinê ya Encumena Sivîl a Reqa, şokbûna xwe nîşan da dema dîtina asta wêranbûnê berî merasîmê.

"Îro yekemîn car e ji dema rizgarkirinê ve ku ez tê de derbasî bajar dibim," wî got.

"Min nikarî bigihim mala xwe li kolana Qîtar," wî got jî, giriya û çû.

Hevkarekî wî, Mehmûd Mihemed, li wê yekê mukir hat ku bîrokeya derbarê lêçûyên nûavakirinê di çirkeya ku tê de derbasî Reqa bû hat guhertin.

"Em derbasî bajar bûn, plan bi temamî hat guhertin," wî got, anî ziman ku rewşa bajar "gelekî xirabtir e" ji tiştê ku wî pêşbînî dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500