Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Efxanistan Îranê şermezar dike ji ber tecnîdkirina zarokan bo şerê li Sûriyê

Necîbullah

Xelk li parêzgeha Elburz li Îranê kom dibin ji bo xaksipartina endamekî lîwayê Fatimiyûn ku li Heleba Sûriyê di 18ê Tebaxa 2016an de hat kuştin. [Arif Fethîkberî/Mehr News Agency]

Xelk li parêzgeha Elburz li Îranê kom dibin ji bo xaksipartina endamekî lîwayê Fatimiyûn ku li Heleba Sûriyê di 18ê Tebaxa 2016an de hat kuştin. [Arif Fethîkberî/Mehr News Agency]

Efxanistan Îranê şermezar dike piştî raportine ku hefteya borî derketin ku Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bi şandina koçberên Efxanî û zarokên penaber ji bo şerê Sûriyê tometbar dikin.

Lêkolînek derbarê wêneyên kêlên li goristanên Îranî ku çekdarên Sûrî lê hatine veşartin termên heşt zarokên Efxan dîtin û destnîşan kirin ên ku xuya ye di krîzê de hatine kuştin, Human Rights Watch (HRW) 1ê Cotmehê got.

Medyaya Îranî derbarê herî kêm şeş zarokên din ku tê texmînkirin di şerê li Sûriyê de hatine kuştin raport kirin di nav rêzên Lîwayê Fatimiyûn de, ku girûpeke çeteyên Efxan ên Şîe ye ku li kêleka hêzên hikûmetê di krîza Sûriyê de şer dike.

"Zarokên Efxan ên 14 salî jî di nav rêzên Fatimiyûn de şer kirine," HRW rapor kir, anî ziman ku "tecnîdkirina zarokên li jêr 15 salî ku bi awayekî çalak di şer de beşdar bin tawaneke şer e".

Dîmenek ji cihên bênvedanê yên dawî yên endamên lîwayê Fatimiyûn li parêzgeha Elburz li Îranê di wêneyeke nedîrokkirî de. [Arif Fethîkberî/Mehr News Agency]

Dîmenek ji cihên bênvedanê yên dawî yên endamên lîwayê Fatimiyûn li parêzgeha Elburz li Îranê di wêneyeke nedîrokkirî de. [Arif Fethîkberî/Mehr News Agency]

Şînek li Tehranê hatiye lidarxistin ji çekdarekî Lîwayê Fatimiyûn re ku li Sûriyê hat kuştin, di wêneyeke nedîrokkirî de. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin]

Şînek li Tehranê hatiye lidarxistin ji çekdarekî Lîwayê Fatimiyûn re ku li Sûriyê hat kuştin, di wêneyeke nedîrokkirî de. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin]

Îran penaberan tecnîd dike

Raporên nûçeyan ên xwecihî û hesabên fermî hewldanên Îranê piştrast kirin derbarê çekdarkirin û şandina penaberên Efxan ji bo şer li Sûriyê, li gorî Şekîb Mustexnî, berdevkekî Wezareta Deve ya Efxanî.

"Mixabin, penaberên Efxan li welatên mêvandariyê, di nav de Îran, tên tûjkirin û handan bi awayên cuda, bi rêya guvaşê û berşêrînkirinê, ji bo pêkanîna çalakiyên ku yasayên navdewletî binpê dikin," wî ji Salaam News re got.

Îran Efxanan çekdar dike bi rêya handerên madî û yasayî, Hebîbulah Mihemedî, Afxaniyekî 28 salî ku berî nêzîkî salekê ji Îranê vegeriya Efxanistanê.

Hat ragihandin ku Feyleqê Pasdaran nêzîkî $500 mehane dide çekdaran û herwiha kaxezên îdameya Îranê dide wan û endamên malbatên çekdarên ku li Sûriyê hatin kuştin.

"Ez destpêkê çûm Îranê ji ber şer, nearamiyê û bêkariyê [li Efxanistanê]," Mihemedî ji Salaam Times re got. "Lê belê, min nedixwest ne biçime Sûriyê daku şer bikim, ji ber vê yekê ez ji Îranê vegeriyam warê xwe."

Mihemedî got ku karderê wî li komaniyeke pîşesazî ew bi çekdarkarên Feyleqê Pasdaran da naskirin daku bikaribe biçe şerê Sûriyê. Wî got ku wî qebûl nekir û bi nehînî vegeriya Efxanistanê.

Hejmarek ji welatiyên Efxan ên din ku li Îranê dijiyan îdiayên wisa piştrast kirin.

"Beşdarbûna Îranê di çekdarkirina çekdarên Efxanî de bûye rastiyek ji ber ku bi rêya wêne, vîdyo û çavkaniyên bawerpêkirî hatiye piştrastkirin," xwendekarê doktora li Zanîngeha Qahîra Şiyar Turko, ku lêkolînan derbarê fînansekirina Feyleqê Pasdaran dike, got.

Wî got ku piraniya Efxanên ku di rêzên Lîwayê Fatimiyûn de şer dikin ji êlên Hezara yên Efxanî ne -- ku endamên wê rastî êrîşine tayifî ji aliyê Talîban ve tên.

Wî got ku Feyleqê Pasdaran bi hezarên ji van mêrên êlan werdigre û wan li kampên penaberan bi dirêjahiya sînorê Îranî-Efxanî bicih dike.

"Îro hejmara wan herî kêm du milyon penaber e," Turko got.

Wî got ku rejîma Îranê şertûmercên trajedî yên êlan istixlal dike ji bo dehfdana wan ku beşdarî şerê Sûriyê bibin li kêleka grûpên girêdayî Feyleqê Pasdaran, anî ziman jî ku xwebexş tên handan bi rêya sozên dayîna wan îqameya Îranî.

Binpêkirina mafên mirovan

Çekdarkirina penaberên kêmtemen ji bo şer di welatên krîzan de binpêkirina peyman û rêkeftinên mafên mirovan e, Bîlal Sidîqî, berdevekî Komîsyona Mafên Mirov a Efxanî ya Serbixwe, got.

Gerek pirsa mafên penaberan ji aliyê welatên mêvandar ve were rêzlêgirtin, bi taybetî Îran, û gerek zarok di şer û siyasetê de neyên bikaranîn, wî ji Salaam Times re got.

Gerek hikûmeta Efxanî "hemû welatiyên xwe biparêze, çi zarok çi jî bitemen bin, û rê nede ti kes an jî hikûmetekî ku mafên welatiyên Efxan binpê bike", wî got.

Her welatekî ku koçberên Efxan û zarokan istixlal dike ji bo armancên siyasî û ewlekarî binpêkirineke neqebûlkirî û neyasayî ji mafên penaberan re pêk tîne, Hefîzulah Miyaxîl, şêwirmendekî Wezareta Penaber û Vegerê bo Welat a Efxanî got.

"Em bang li welatên mêvandar dikin ku li diyardeya koçberiyê ji helwesteke mirovî binerin û ku pirsa koçberiyê ji hemû pirsên siyasî û ewlekarî cuda binerin," wî ji Salaam Times re got.

Piraniya Efxaniyên ku koçber dibin wisa dikin daku ji şer û nearamiyê birevin, Rehîmulah Miraz, xwendekarekî rojnamegeriyê li zanîngeheke taybet li Kabulê, got.

"Mixabin, xort û nûhatiyên me koçber dibin daku ji xwe re pêşerojeke baştir ava bikin," wî ji Salaam Times re got, anî ziman ku Îran sûdê ji bêhêvîbûna wan werdigre. "Lê belê, hikûmetên weke Îranê, koçberan istixlal dikin û pêşeroja wan wêran dikin bi rêya şandina wan bo şer."

Daxwazên Kabul

Mustexnî got ku kikûmeta Efxanî pirsa çekdarkirina welatiyên Îranî ji aliyê Feyleqê Pasdaran ve ji bo şerê Sûriyê çendîn caran û di gelek boneyan de behs kiriye, di nav de di dema civîn û kombûnên navdewletî de.

Berê, bersiva Îranê ew bû ku mesele ne guvaş û berşêrînkirin e, lê ew e ku welatiyên Efxan bi dilê xwe beşdarî şer dibin.

"Lê belê, niha ku dezgehên navdewletî vê pirsê piştrast dikin, [hikûmeta Efxanî] careke din dilgiraniya xwe ya ciddî nîşan dide û bang li Îranê dike ku welatiyên Efxan bi rêya awayên wisa ji guvaş û berşêrînkirinê bikar neyîne ji neçar neke ku li Sûriyê şer bikin," wî got.

Wî got ku herwiha, gerek tedbîr werin standin ji bo rêgirtin li çekdarkirina xortan, anî ziman ku gerek rêz li mafên koçber û kêmîneyan were girtin.

"Gerek Îran yekser çekdarkirina zarokan bidawî bike û her zarokek Efxanî ku şandiye Sûriyê vegerîne," Sarah Leah Whitson, rêvebera HRW li Rojhilata Navîn, got.

"Ji dêvla piştgirêdan bi koçberên şikestbar û zarokên penaber, gerek desthilatên Îranê hemû zarokan biparêze û berpirsên çekdarkirina zarokên Efxan dadgeh bike," wê got.

Rola Welîd Ebul Xêr li Qahîra di vê raportê de heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tiştê ku tu angaşt dikî ku ne rast e. Em weke Şîa ne, rêbazeke me ya rast heye û em bawer dikin ku li gorî şerîetê ew erkê me ye ku em şerê tekfîrîyan bikin çi li Sûrîye û çi li Îraqê. Aramîya Xwedê li ser wan kesên ku ev rê şopnandin, herwiha em ji wan hînî krastkirin û fîdayî bûn daku em wan kesên terorîst bikujin, ew kesên ku têkilîya wan bi ol re nîne; di şûn de, ew rayê lawazîyê ne di umeta Mihemed e.

BERSIV BIDE