Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştî derxistina DAIŞ ji hêzên ewlekarîyê Reqayê paqij dikin

AFP

Yek hi endamên Hêzên Sûrîya Dempkratîk îro Çarşemê (18ê Cotmehê) di kolaneke ku bi awayekî dijwar li Reqayê hatibû ziyankirin dimeşî [Bulent Kilic/AFP]

Yek hi endamên Hêzên Sûrîya Dempkratîk îro Çarşemê (18ê Cotmehê) di kolaneke ku bi awayekî dijwar li Reqayê hatibû ziyankirin dimeşî [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) moloz û bombeyên Reqayê roja Çarşemê (18ê Cotmehê) ji vemayîyan re paqij kirin, piştî wan "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derxist û derbeke xurt li xewnên wê ku dewletekê ava bike xistin.

Êrîşeke dawî dijwar ji alîyê QSD ve roja Sêşemê da xuyakirin ku berevanîya rêxistinê bi awayekî zûtir ji ma ku dihate pêşbînkirin tê hilweşandin, destûrê dide hêzên rizgarkirinê daku serkeftineke ciyawaz bidest bixe di şer sê salan de li dijî DAIŞ.

Şervanên QSD bermayîyên DAIŞ li nexweşxaneya Reqayê ya sereke û stada şaredarîyê rakirin, wan êrîşeke çar mehan berdewam kir bidawî kir daku rêxistinê ji baytexta de-factoyê derxin ya ku wan ji xilafeta xwe re destnîşan kiribû.

QSD roja Sêşemê serkeftina xwe li qada trafîkê ya Neîm pîroz kir, qada ku weke "qada dojehê" dihat naskirin, cihê ku her car DAIŞê îdamkirin lê pêk tanîn.

"Ev e kêlîka ku em li benda wê bûn," şervanê QSD Hazim Kobanî got, wî ala zer ya QSD li qadê çikiland, cihê ku berê DAIŞ serên jêkirî yên dijminên xwe li wir dadileqandin û pirtûk û çixare dişewitandin.

bajarê dilşewitî

Heta dûrî xetên pêşîn, welatîyên Reqayê zor kêfxweşbûn dema wan zanî ku qada Neîmê vegerand.

"Wan serê birazîyê min jê kir, ez çar caran li wir hatim celdkirin ji ber ku min serûk bi zwayekî guncan li xwe nedikir " Dêya Ebdula, ya 44 salî got, a ku berî sê salan reviyabû.

Dema wê behsa her sê mehên wê li jêr hukmê qedandin dikir, wê dest bi girî kir.

"Ez hêvî dikim ku serîyên hemû çekdarên DAIŞê li ser heman çeperî maedenî were daleqandin," wê got.

Ehmed Hesan, endamekî QSD bi esil ji Reqayê ye, got vegerandina qadê bîranînên stemkar ji şerê DAIŞ anîne bîra me.

Lê hîn bîranînên xweş ji qada Neîmê têne bîra me berî DAIŞ dest deyne ser bajar di sala 2014an de.

"Qad dagirtî restoran, qehwexane û aşxana her baş ya ku salona mûzîkê ya ku feyrûz lê bi dengekî bilind distrand, te dikaî li sernserî Reqayê dengê wê bike," Hesan got, dengbêja Libnanî ya herî navdar li seranserê Rojhilata Navîn.

Wî got ku hîn ew ji bo firoştina mozan bang dike li rawistgehekê li qada trafîkê û firoşgeha şêranî ya piçûk ya ku mêrek bi navê Ebû Mihemed birêve dibe.

"Ez hêvî dikim ku hemû kes veger, eger ew hîn sax bin," wî got, ji Eyn Îsayê li bakurê Reqayê diaxivî.

Paqijkirina kolanan

Roja Çarşemê, tîmên şervanên QSD li kolanan dagirtî moloz belav bûn dakû li cebirxaneyên neteqiyayê û davkên teqiyayî bigerin ên ku rêxistinê li şûn xwe hiştin.

"Ew piştrast dikin ku şanên razayî nemane," berdevkê QSD Mistafa Balî got.

"Aniha operesyonên rakirina mayînan û vekirina bajar berdewam in," Balî got, wî anî ziman ku QSD dê bi awayekî fermî rizgarkirina bajar îlan bikie tenê dema ku wan bi temamî ew rizgar bikin.

Di heman demê de, QSD û istixbaratên Kudî şêretên diyar weşandin qedexe dikirin ku malbatên bêwar hewl bidin ku vegerin malên xwe.

"Em ji xelkên xwe li Reqayê yên ku ji hukimê DAIŞ reviyan ku venegerin bajar ji bo ewlekariya wan a kesane heta em ji teqemenîyên terorîst xilas bibin," Asayiş, xizmeta ewlekarîyê ya xwemalî ya Kurdî, di daxuyanîyekê de got.

Dema ku Reqa hate rizgarkirin, rêxistina Save the Children roja Sêşemê hişyarî da ku krîza mirovî li herêmê hîn bilind dibe.

Dibe ku êrîşa serbazî li Reqayê bi dawî bibe, lê krîza moirovî ji her dema berî aniha mezintir e," birêvebera rêxistinê ya alîkarîyê li Sûrîyeyê, Sonia Khush, di daxuyanîyekê de got.

Save the Children hişyarî da ku dora 270,000 kes ên ku ji şerê Reqayê reviyan hîn pêdivîya wan bi alîkarîyê heye, kamp jî mişt bûne", wî anî ziman ku piranîya malbatên Reqayê malên wan nînin daku vegerin wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500