Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

''Leystik bidawî bû'', çekdarekî DAIŞ ê dîl wiha dibêje

Hesen Obêdî li Bexdayê

Endamên hêzên Iraqî li devereke li başûrê Anahê li parêzgeha Enbarê ya berfereh û hevsînorê Sûriyê pêş dikevin, roja 20ê Îlonê, û ew operasyonan didomînin bo kontrolkirina asêgehên dawîn ê "Dewleta Îslamî" li parêzgehê. [Nûçegihanekî xwecihî/AFP]

Endamên hêzên Iraqî li devereke li başûrê Anahê li parêzgeha Enbarê ya berfereh û hevsînorê Sûriyê pêş dikevin, roja 20ê Îlonê, û ew operasyonan didomînin bo kontrolkirina asêgehên dawîn ê "Dewleta Îslamî" li parêzgehê. [Nûçegihanekî xwecihî/AFP]

Piştî sê salan ji tevlîbûna nav rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Enbarê, çekdarê ku vê dawiyê hatiye girtin di hevpeyvîneke taybet de bi Diyaruna re eşkere dike ku hêviyên wî bi rêxistinê şikestine.

Berekat Husên Mehmûd, 24, berî dora du mehan li deşta Kîlo 160, li rojavayê Remadî, hat girtin piştî êrîşeke hêzên Iraqî li ser cihekî DAIŞ ku têde gelek endamên rêxistinê kuştin û gelek din jî reviyan.

Çekdarên DAIŞ hevalê xwe Mehmûd hiştin û reviyan piştî ku ew di lingê xwe de birîndar bû di êrîşê de.

Piştî hat tîmarkirin, ew bo zindaneke li Remadî hat veguhestin û aniha ew li benda dadgehkirinê ye.

Ji hucreyeke pir asê li Remadî, Mehmûd ji Diyaruna re got ku wî pir tawan encam dane dema ku ligel DAIŞ bû, û ew musteheqê her hukmekî ye, ji ber ku wî malwêranî gihandiye gelek malbatên Iraqî.

Wî herwiha eşkere kir ku DAIŞ bingeha xwe ya alîgiran jidest da û aniha ew nikare endamên nû tejnîd bike.

Diyaruna: Ji me re qala xwe bike.

Berekat Husên Mehmûd: Ez 24 salî me, ji Remadî me. Ez xwendekar bûm li beşê fîzîkê li Kolêja Zanistê [li Zanîngeha Enbarê] heta sala 2014an û min haziriya derçûna ji zanîngehê dikir.

Jiyana min ji her alî ve baş bû, lê şeytan, bêaqilî û rebenî hiştin ku ez tevlî van hêzên dijmin bibim û bighêjim halê îroj.

Diyaruna: Çawa tu gihiştî vê derê?

Mehmûd:Ew di rêya hevalên bed re bû, wan min qayil kir ku hilgirtina çek tek rêya bidawîkirina nedadweriyê ye [...].

Ez bûm beşek ji hevgirtinekê jêre tê gotin "Ehrar el-Hewz", min nedizanî ew di rastî de beşeke ji DAIŞ e.

Ev yek di destpêka Sibata 2014an de bû, û piştre, min cihê xwe di rêxistinê de çêkir heta min dît ku ez mûçeyekî baş ji DAIŞ werdigrim.

Ez tevlî kuştina xelkê bêrî bûm, ev hemû di destpêkê de li jêr sloganên şoreşgerî, piştre bûn sloganên olî yên ku kesên din wekî kafir tanîn ziman, her ji Sûniyan bi xwe re digotin kafir.

Diyaruna: Kî serkarê te bû?

Mehmûd: Gelek kes hebûn, hemû tawankar bûn. Ez bi tenê xwendekarê zanîngehê bûm. Yên din [...] gelek pirsgirêkên wan ên derûnî hebûn. Wan xwe kêm didît, heta ji çekdarên din jî, û çi kes ku ew dîtibane dê tekez fîlmên wan bawer nekiriba.

Hinek ji wan bav û birayê xwe kuştibûn bi behaneya şopdarî û dijberiyê, û yên din kindir bikar tanîn û pir mereqdarê desthilatdariyê, kuştinê, jin û peran bûn, û ne tiştekî din.

Diyaruna: Te tu car Bexdadî dîtiye?

Mehmûd: Na, ne carekî jî. Lê me ferman jê werdigirtin her serê demekê di rêya berpirsên me, wî tenê ji me daxwaz dikir ku ew şerkirinê û kuştinê bidomînin, wî ev kilîtên serkeftinê didîtin.

Tiştê herî jê re [Bexdadî] girîng bû ku tirsa rêxistinê di nava dilê xelkê de biçîne, lewra jî wî giranî dida kuştina kesên dijber li qadên giştî daku yên din bibizdihin.

Diyaruna: Te çi tawan encam dane?

Mehmûd: Min gelek tawan kirine tev kesên din yên bi min re bûn. Me Sûniyên Iraqî kuştin -- yên ku DAIŞ îdîa dikir ku ew hatiye wan biparêze -- bêtir ji her kesên din.

Wan ji me re digot baştir e ku hûn Suniyên dijberî rêxsitnê bikujin bêtir ji dijminên me, ji ber ku ew xeteriyeke hundirîn in û gefê li ser xîlafeta me çêdikin.

Me tevahiyan malbatan dikuşt.

Diyaruna: Baweriya te bi xîlafeta xwe-ragihandî ya DAIŞ dihat?

Mehmûd: Di destpêkê de, erê. Min ew baştirîn bijare bo bidawîkirina giriftên me yên bi hikûmetê re li Bexdayê didît. Piştre min rastiya wan [DAIŞ] nas kir û armancên wan ên rasteqîn ji min re zelal bûn.

Ew derwîn bûn ne tiştekî din. Tiştê wan digot bi tenê slogan bûn. Çavên wan li desthilatê bû ne tiştekî din, wan tiştek diveşart û îmandarî û çakî dida xuyakirin.

Lê ew nikarin hukmê tu kesî bikin. Ew hov in û bê rehmet in û ez jî yek ji wan bûn. Ez jî wiha bûm, bê dilovanî û tu hestekî mirovî.

Diyaruna: Te hewl da ku ji rêxistinê birevî?

Mahmoud: Min çend caran hewl da, lê wê demê ez pir kûr xewirîn bûbûm, lewra reva ji nav wan dihat wateya çarenivîsa girtin û kuştinê jî, eger ne bi destê hêzên Iraqî dê bi destê xelkê be ji ber ew pir ji me bihêrs in.

Lewra min hewl da ku birevim Sûriyê û ji wir bo Tirkiyê, lê ez biserneketim û hêzên Iraqî ez girtim piştî ez di lingê xwe de birîndar bûm, lingê min hatiye jêkirin wekî tu dibînî.

Diyaruna: Ti xizmên te serdana te li zindanê kiriye?

Mehmûd: Na.Tevî ku ew dizanin ku ez hatime girtin, ew naxwazin ku bizanin ev tawankar xizmê wan e.

Lewra, min ji kesekî nexwest rê bide min ez nameyekî ji wan re bişînim an wan ji rewşa xwe xeberdar bikim.

Ez bawer dikim, di rastî de, ez piştrast im, ku ew bi min ne serbilind in, nexasim birayên min, ji ber yek ji wan efserekî polîs e.

Diyaruna: Tu poşman î?

Mehmûd: Gelek dereng e ji poşmaniyê re. Ez li benda bidarvekirina xwe me. Ez bawer dikim ev pir dadbar e ji ber çewtiyên min kirine. [...]

Em diçilmisin û jinav diçin, û endamên rêxistinê tên kuştin an direvin.

Nema ti xwebexş an çekdar tevlî me dibin.

Ez li hemû tiştî mukur hatim û çaverêya cezaya xwe dikim.

Ez hêvî dikim ku ez cezayê xwe bixum di vê dinyayê de bi awayekî ku min ji dojehê xelas bike Roja Heşrê.

Diyaruna: Gotinên te yên dawîn ji kesên ku hîna rêya DAIŞ dişopînin?

Mehmûd: Leystik bidawî bû û me her tişt jidest da, û divê em qelen bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500