Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dûrî xeta şer ya pêşîn, xwebexş xwe amade dikin daku Reqayê ji nû ve ava bikin

AFP

Wêneya belgeya ku di 22ê Îlonê de hat kişandin ziyanên ku gihane bajarê Reqayê yê Sûrî yê dorpêçkirî dide xuyakirin.Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk şer dikin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji penageha wan a dawî li Reqayê derxin, encumena bajar li sirgûnê êdî kar dike daku jîyanê vegerînin bajarê xwe yê wêrankirî. [Delîl slêman/AFP]

Wêneya belgeya ku di 22ê Îlonê de hat kişandin ziyanên ku gihane bajarê Reqayê yê Sûrî yê dorpêçkirî dide xuyakirin.Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk şer dikin daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji penageha wan a dawî li Reqayê derxin, encumena bajar li sirgûnê êdî kar dike daku jîyanê vegerînin bajarê xwe yê wêrankirî. [Delîl slêman/AFP]

Dema ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şer dikir daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji penageha wê ya dawî li Reqayê derxîne, encumena bajar li sirgûnê edî kar dikir daku jîyanê vegerîne bajarê xwe yê wêrankirî.

Ji navenda sereke li Eyn îsayê, ya ku 50 kîlomitran bakurê Reqayê ye, endazyar û parêzgerên Sûrî berîtîyan dideynin daku bajarê xwe yê ku ji ber şer wêran bûye ji nû ve ava bikin.

"Em her bostekê ji Reqayê nas dikin," Mihemed Hesan ê 27 salî yê ku endazyareke û endameke di Encumena Sivîl ya Reqayê de (ESR) got.

Wî nexşeyek ji bajar re danî û cotek ji stasyonên pompkirina avê ra nîşan kir yên ku nûkirin ji wan re divê û rêyên giştî yên sereke yên ku divê ji molozan werin paqijkirin.

Wêneya belgeya ku di 1ê Cotmehê de hat kişandin nexwexaneya naverast ya xirabûyî li bajarê Reqayê dide xuyakirin. [Bulent Kilic/AFP]

Wêneya belgeya ku di 1ê Cotmehê de hat kişandin nexwexaneya naverast ya xirabûyî li bajarê Reqayê dide xuyakirin. [Bulent Kilic/AFP]

"Em dê ji derve ve dest pê bikin û em dê bi rêya xwe de herin," Hesan bi hêzdarî got.

Roja Sêşemê (17êCotmehê) QSD îlan kir ku wan bi temamî Reqa ji DAIŞê vegerand, lê gelek avahîyên bajar ji ber bombebarankirinê kêm bûne, ev yek dihêle ku nema mirov karibe kolanan nas bike.

Beldozer teqrîben weke sîmbolekî ESR ku ew meraq dikin daku kar bikin ji bo kavilan komkirî dervey avahîya ofîsa wan ya du qat biguhêzin.

Berî şeş mehan ji alîyê QSD ve hat damezrandin, hevbendîya kurd û Ereban ên ku ji bo Reqayê şer dikin, ESR 100 xwebexşan ji bajar û derdora wî di nav xwe de dihewîne.

Mêr û jin ji hemû temen, etnîsîte, mezhebên olî û ji paşxaneyên pîşeyî hatin dabeşkirin 14 komîteyan kar di hemû waran de kar dikin ji vekirina dibistanan heta vegerandina avê, dabînkirina elektrîkê û nûkirina nexweşxane û malan.

Herî pêşî, mayîn

Berêtîya pêşî, serokê komîteya nûavakirinê ya girêdayî encumenê got,rakirina deryaya amûrên bombebarkirî yên ku tundrewan li kolanên Reqayê, sazemeîyên giştî û heta li malên tekekesî hiştin.

"Ev berhengarîyeke mezin e -- em nikarin tiştekî bikin berî ku em ji mayînan xilas bibin," Ibrahîm Hesan, endazyarekî por spî bû û berçavkên wî stûr bûn ji AFP re gotdema ku ew li ofîsa xwe rûniştîbû.

"Pêngava duyem vegerandina avê û tora elektrîkê ye. piştî vî hemûkî, em dikarin herin dibistanan. ev in berêtîyên sereke."

Hesan got ku dibe hemû metaryalên avakirinê ji Herêma Kurdistana Iraqê ya cîran werin hawirdekirin, tevî ku ne dûr e ku dabînan ku ji deverên li jêr kontrola hikûmeta Sûrî li Heleb û Şamê tên bikar bînin.

Beldozerên ku li derve rawestandîne, hesan got, ew yên yekem in ji 56 makîneyên ku encumen dê di van hefteyên tên de wergire weke beşekî ji daneke Wezareta Derve ya Amerîkayê.

Hikûmeta Amerîkî û hevpeymanîya ku Amerîka bi rê ve dibe, piştgirîya êrîşê dikin daku Reqayê vegerînin, "di projeyên ku demeke kurt de lê xwedî bandorên lezgîn in beşdar dibin" daku jîyanê vegerînin Reqayê, berpirsyarekî Amerîkî yê ku di operesyonên sivîl de li Sûrîyeyê beşdar bûye, got.

Ev operesyon dê piştgirîya rakirina mayînan ji avahîyên girîng mîna dibistan, nexweşxaneyan û dabînkirina xwarin û piştgirîya tendirustî di nav xwe de bihewînin piştî ku Reqa were vegerandin.

"Gelek azar heye"

Yekîtîya Ewropî jî soz da ku 3.5$ bide daku projeyên rakirina mayînan temwîl bike, endamê ESR ebdula Aryan, parêzereke ji Reqayê ku meha bûrî bi endamin encumenê yên din re çûbû Romayê daku pereyên navdewletî bi dest bixe, got.

Lê endamên encumenê dibêjin hîn ew nikarin nirxekî ji bo nûavakirinê Reqayê destnîşan bikin ji ber hîn ew derbasî bajar bi xwe nebûne.

Arian û her şeş zarokên xwe, yên ku bi qaçaxî ji bajarê li jêr kontrola DAIŞê berî dora 15 mehan hatin derxistin, li benda ku herin bermayîyên mala xwe bibînin.

"Reqa dê ne weke heman bajarê ku berî pênc salan jê derketin. Gelek êş hebû," endazyar Leyla Mistefa hevseroka ESR, got.

Wê ji civaka navdewletî xwest ku rahêje hinek barê nûavakirina bajarê wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500