Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ "xîlafeta" xwe ji dest dide û QSD serkeftina giştî li Reqa radigihîne

AFP

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li meydana Naim a sembolîk kom bûne roja 17ê Cotmehê piştî kontrolkirina tam a bajar ji "Dewleta Îslamî" [Bulent Kilic/AFP]

Endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li meydana Naim a sembolîk kom bûne roja 17ê Cotmehê piştî kontrolkirina tam a bajar ji "Dewleta Îslamî" [Bulent Kilic/AFP]

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Sêşemê (17ê Cotmehê) gotin ku wan tevahiya Reqa ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derxist, asêgehên dawî yên tundrewan li paytexta Sûriyê ya defakto ji "xîlafeta" wê ya jihevketî şikandin.

Di nav Reqa de, şervanên kêfxweş ji hevbendiya Kurdî-Erebî dîlan digerandin û ala xwe ya zer li dewara trafîkê ya Neîm li bajar bilind dikirin, ew dewara ku weke "Dewara Dojehê" naskirî ye piştî ku ji ber îdamkirinên komî dihat bikaranîn.

"Dewara Dojehê niha dîsa Dewara Naim e," şervanan bi dengekî bilind got, ku derdora wan avahiyên wêranbûyî û paşmayên otombîlan ji encama şerê tund bo bajar xuya dikirin."

QSD, ku ji 6ê Hezîranê de di nav bajarê li bakurê welat de şer dike, çend sedên çekdarên DAIŞ ên ku li Reqa mabûn ji asêgehên wan ên dawî li nexweşxaneya sereke û stadiyuma niştîmanî derxistin.

"Her tişt li Reqa temam bû, hêzên me tevahiya Reqa kontrol kir," berdevkê hevbendiyê Telal Silo ji AFP re got.

Wî got ku QSD bajar temşît dike ji bo lêgerîn li her endamine DAIŞ ên mayî ku xweradest nekirine yan jî hatine kuştin, anî ziman ku operasyoneke mezin a paqijkirina mayînan berî niha destpê kiriye.

"Operasyonên serbazî li Reqa bidawî bûn, lê operasyonên paqijkirinê niha berdewam in ji bo dîtina her şanên veşartî ya mayî û ji bo rakirina mayînan," Silo got.

Ev ragihandin piştî çend rojan ji gotina QSD hat ku gotibû wê dest bi qonaxa dawî ji operasyona vegerandina bajar kiriye.

Şerê tund

Tirs hebûn ku hevbendî bikeve şerekî demdirêj ji bo 10% dawî ji bajar ku endamên DAIŞ xwe ji bo rûbirûbûneke dawî re amade kiribûn.

QSD got ku şer roja Sêşemê tund bû li derdora nexweşxaneyê û stadiyumê, lê vegerandina wan di serkeftineke bilez de hat ragihandin, bi awayekî xurt hebûna serbazî ya DAIŞ a sê-salî li bajar bidawî anî.

Silo got ku di demeke nêzîk de dê daxuyaniya fermî ya "rizgarkirina bajar" were ragihandin.

Şerê ji bo bajar tund bû, ku Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov roja Sêşemê got ku bêtirî 1,000 sivîl di şer de hatin kuştin.

çavdêrgehê got ku hejmara dawî ya qurbaniyên şer 3,250 kes bûn, ku 1,130 ji wan sivîl bûn, lê bi sedên kesan hîn wenda ne.

Bi dehên hezaran sivîl ji şer reviyan, hinekan berî gihiştina QSD, û hinekên din ber bi hêzan ve reviyan dema ku di bajar de biserketin.

Erdê DAIŞ bû "erdekî gelekî biçûk"

Ji Um Ebdullah re, şêniyeke Reqayê ku berî sê salan ji bajar reviya, nûçeyên kontrolkirina wî ji DAIŞ gelekî bicoş bûn.

"Ez nikarim kêfxweşiya xwe nîşan bidim," jina 44 salî li bajarê Kobanî, li bakurê Reqa, ji AFP re got.

"Dema ku xwîşka min ji min re got ku rizgar bûye, wê dest bi girî kir, û piştre ez jî girîm. Spas ji Xwedê re, Spas ji Xwedê re."

Piştî ku DAIŞ di 2014an de Reqa kontrol kir, bajar bû hevwate ji xirabtirîn binpêkirinên rêxistinê re û bû navendeke plandanînê ji êrîşê derve re.

Bi kontrolkirina wî tenê "erdekî gelekî biçûk" di destê rêxistinê de ma li parêzgeha Dêrezorê ya nêzîk, Nicholas Heras, endamekî Navenda Lêkolînên Ewlekarî ya Amerîka Nû got.

"DAIŞ dê bi awayekî sereke di erdekî bi dirêjahiya Geliyê Çemê Firatê yê Navîn li parêzgeha Dêrezorê de asê bimîne," wî got.

"Ev dê bibe navenda kişandina DAIŞ li Sûriyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500