Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Desthilatdarîyên Hîtê li şanên razayî yên DAIŞ digerin

Xalid Ta'î

Leşkerine Iraqî li derveyî sergeha parêzgar dimeşin li bajarokê Hîtê yê parêzgeha Enbarê, di 14ê Nîsanê de, sala 2016an piştî wan bajarok ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Mûaz Dilêmî/AFP]

Leşkerine Iraqî li derveyî sergeha parêzgar dimeşin li bajarokê Hîtê yê parêzgeha Enbarê, di 14ê Nîsanê de, sala 2016an piştî wan bajarok ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand. [Mûaz Dilêmî/AFP]

Daku rûbirûbûna êrîşên teror ên zêde li ser bajarokê Hîtê yê parêzgeha Enbarê bibin, karbidestên ewlekarî îro Duşemê (16ê Cotmehê) dest bi sîstemeke sehkirinê ya bi dîqetir kirin daku nasnameyan seh bikin, berpirsyarekî xwecihî ji Diyaruna re got.

Ev yek dê alîkarîyê bi hêzên ewlekarîyê re bike ku bidin dû hemû şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên mayî yên xwe di bajarok de vedişêrin, bajarokê ku di destpêka vê salê de ji alîyê hêzên Iraqî ve hat rizgarkirin, wî got.

Ev tedbîrên nû hatin ji ber êrîşên terorî li ser bajarok zêdebû bûn.

Roja Çarşemê (11ê Cotmehê), xwekujekî kemereke teqîner di qehwexaneyeke navdar a ku berdewam xort tênê de teqand, bi dehan xelk mirin û birîndar bûn.

"Aniha xelkên bajar rastî sehkirineke berfereh ji bo nav û nasnameyên xwe tên," parêzgarê Hîtê Muhened Zubar Ubêdî ji Diyaruna re got.

Ev yek bo seh bikin ka ew ji ber gunehên girêdayî terorîzmê nayên xwestin yan na, wî got, "û daku nas bikin eger zarokên wan hene yên têkilîya wan bi DAIŞ re heye yan bi wan re kar dikirin".

Polîs û artêş bi muxtarên taxên niştecîyî re kar dikindaku databaseke tekûzkirî ji niştecîyên bajarok re çêbikin, bi taybet ew niştecîyên ku nû hatine, wî got.

Girtina şanên razayî

Mebest ji proseya sehkirina ewlekarî ya nû ew e ku li şanên razayî, tor, veşargehên raz û alîgirên wan bigerin û daku nehêlin ev kom ewlekarî û aramîya sivîlan gef bikin, Ubêdî got.

Ev êrîşa terorîst ya dawî nîşan dide ku DAIŞ hewl dide ku hebûna xwe li bajarok tekez bike û moralê çekdarên li ser erdê bilind bike, yên ku derdê têkçûnên dijwar li gelek deveran kişandin, wî anî ziman.

Wî got ku armanc ji vê "operesyona terorîst ya tirsonek" ew e ku bawerîya hêzên ewlekarîyê bihejîne dema ku ew xwe amade dikin daku koka rîxistinê ji Rewa û Qaimê, asêgehên wê yên dawî li Iraqê, rakin, wî got.

Wî got ku ev tedbîrên ewlekarî tu endamên şanên DAIŞ heta aniha negirtine, lê pêşbînî heye ku ev tedbîr deh rojên din jî berdewam bikin.

"Em natirsin ku dibe hejmareke mezin ji endamên nepenî li bajar hebin," Ubêdî got "Em bawer dikin ku tenê çend terorîst di nav xelkê de hene û piştgirîyê werdigirin."

"Em li wan digerin bêguman em dê wan bibînin û wan derbixin" wî got.

Hêzên Iraqî careke din di nîvê meha Nîsanê sala 2016an de dest danîn ser Hîtê piştî şerên dijwar bi DAIŞ re, ya ku di havîna sala 2014an de girt ser bajar.

Niştecîyên Hîtê dora 164,000 kes in, Ubêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500