Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Li Xûtaya Rojhelatî ya dorpêçkirî, şênî rastî kêmbûna mewadan tên

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Şêniyên Xûta Rojhelatî di rêzekê de disekinin ji bo wergiritina alîkariyên xwarinê ji rêxistinên hawarçûnê. [Wêne ji Komîteya Hevahengiya Xwecihî ya Xûtaya Rojhelatî hatiye wergirtin]

Şêniyên Xûta Rojhelatî di rêzekê de disekinin ji bo wergiritina alîkariyên xwarinê ji rêxistinên hawarçûnê. [Wêne ji Komîteya Hevahengiya Xwecihî ya Xûtaya Rojhelatî hatiye wergirtin]

Dorpêça rejîma Sûrî ya ji herêma Xûtaya Rojhelatî li nêzî Şamê kêmbûneke dijwar di xwarinê û mewadên bijîşkî de çêkiriye, çalakvanekî xwecihî ji Diyaruna re eşkere kir.

Ligel kêmbûnê, zêdebûneke mezin di nirxên mewadan çêbûye, û rêxistinên hawarçûnê leza xwe dikin bo peydakirina xwarin û her tiştê mayî ji sivîlan re.

"Hemû rêyên dighin herêma Xûtayê bi temamî hatine qutkirin di pênc mehên borîn de," birêveberê ofîsa bijîşkî Merc, Dr Enes Yasir, ji Diyaruna re got.

Agirbesta ku di Tîrmehê de hat lidarxistin got ku divê hemû rê dîsan ji bo gihandina xwarin û pêdviyên bijîşkî bên vekirin.

"Lê belê hêzên rejîmê dorpêçkirinê dewam kirin," wî got, anî ziman jî ku wan bi tenê deriyê kampa Wafidîn, tek rêya li dberdest mayî, di heyama borî de du caran vekir.

Ev yek bû sedema kêmbûneke dijwar di hebûna xwarinê û mewadên bijîşkî de, ku ji aliyê bazirganan ve hatiye bikaranîn û wan nirxên mewadan bo astên nemaqûl bilind kirine, wî got.

"Bazirganên çavbirçî hejmarên mezin ji mewadên xwarinê kom kirine, ku wan bi operasyonên qaçaxiyê peyda kirine," Ebû Yasir got.

"Behaneya wan a buhakirina nirxan hertim xerciya bilind a veguhestinê ye û xerciya qaçaxçiyên ji herdu aliyan e," wî got jî.

Wî got ku rêxistinên hawarçûnê li herêmê komîteyeke hevbeş a têkiliyê pêk anî ku bi rêya Encumena Gundewarên Parêzgeha Şamê kar ji bo gihandina xwarina berdest ji şêniyên herî xizan re.

Wî da zanîn jî kukomîte hinek mewad weke zêta xwarinê, şekir û birincê bi nirxên nizim peyda kirine.

"Herwiha wê petrol û ard ji nanpêjan re bi nirxên nizim peyda kiriye weke hewlekê bo daxistina buhayê nan bo 700 lîreyên Sûrî [$1.36] ji 1000 lîreyî," wî got, not kir jî ku piştgirî hemû gund û bajarokên Xûta Rojhelatî li xwe digre.

Dorpêçkirinê bandor li piştgiriyên bijîşkî yên komkirî jî kiriye, bi taybetî dermanên nexweşiyên dirêjxayen, kal û zarokan, herwiha derzî, sîrûm û mewadên alîkariya sereke.

"Serencamên xerab ên kêmbûnê dê kambaxtir bibin ligel nêzbûna zivistanê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500