Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îran xwe nêzîkî sivîlên li devereke stratejîk li nêzîkî Şamê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîra

Nûnerekî saziya Cîhad el-Bina beriya belavkirina alîkariyên dibistanê li bajarokê Sûrî Betîha, derveyê Şamê, diaxive. Destpêşxeriyên xêrxwazî yên Îranî li Sûriyê berê bi bêdengî dihatin pêkanîn, lê niha bi awayeke eşkere têne pêkanîn daku balê bikşînin. [Wêne ji aliyê Muhemed Bêk ve]

Nûnerekî saziya Cîhad el-Bina beriya belavkirina alîkariyên dibistanê li bajarokê Sûrî Betîha, derveyê Şamê, diaxive. Destpêşxeriyên xêrxwazî yên Îranî li Sûriyê berê bi bêdengî dihatin pêkanîn, lê niha bi awayeke eşkere têne pêkanîn daku balê bikşînin. [Wêne ji aliyê Muhemed Bêk ve]

Îran dixwaze ku desthilata xwe li deverên derdora Şamê zêde bike bi rêya bidestxistina dil û aqilan bi rêya saziyên xêrxwazî yên girêdayî Feyleqê Pasdaranên Şoreşa Îslamî, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Ev hewldan malbatên şikestbar ên ku karîgeriya şer bêtir li ser wan hebûye dikin armanc,ew şerê ku hat gurkirin û dirêjkirin bi rêya Hizbulaha ku Îran piştgiriya wê dike, ku ji aliyê Wezareta Xezîneya Amerîkî ve weke komke terorîst bi awayekî taybet hatiye destnîşankirin.

Malbatên ku nanderê xwe yê sereke ji dest dane, cihê girîngiyeke zêde ne.

Beriya çend mehan, saziya Cîhad el-Bîna, ya ku Hizbulah birêve dibe û girêdayî Feyleqê Pasdaran e, ku ew jî weke komeke terorîstî ya cîhanî bi awayekî taybet hatiye desnîşankirin, dest bi peydakirina alîkariyên xwarinê ji şêniyên Betîha re li gundewarên Şamê kir.

Li gorî Wezareta Xezîneyê, Cîhad el-Bîna, ku kompaniyeke li Libnanê hatiye avakirin û ji aliyê Hizbulah ve hatiye pêkanîn û birêvebirin, pereyan bi awayekî dîrekt ji Îranê dibe.

"Hizbulah Cîhad el-Bîna ji bo pêwîstiyên xwe yên avakirinê bikar tîne herwiha ji bo kişandina piştgiriya cemawerî bi rêya peydakirina xizmetên avakirinê ji sivîlan re," Wezareta Xezîneyê got, anî ziman jî ku dezgeh "bi awayên xapînok tê bikaranîn ji bo daxwaza pereyan ji rêxistinên navdewletî yên pêşxistinê".

Xelkê xwecihî dibêjin ku dezgeh niha tevlî operayoneke pêwendiyên giştî bûye li devera Betîha, ku cihê kampa penaberan a Wafîdeyn e jî.

Devera ku li gundewarên Şamê ye rastî zehmetiyeke dijwar a aborî hatiye ji sedema rewşa ewlehiya xirab, çalakvan Muhemed Bêk ji komîteya hevahengiya xwecihî ya Xûtaya Rojhilat got.

Wî got ku şêniyên deverê awareyên Sûrî û Felestînî ne ku bi dirêjahiya dîrokê ji piştguhxistina hikûmetê, rêjeya bêkarbûna bilind, û kêmbûna xizmetên sereke yên weke av û kehrebê dinalin.

Beşek ji planeke berfirehtir

Tevî hejariyê û sirûşta wê ya gundewarî, Betîha beşekî sereke ji devereke derdora Şamê ye û rejîma Sûriyê û hevalbendên wê, di nav de Hizbulah û Feyleqê Pasdaran, jê re dibêjin"Sûriya bisûd".

Rejîma Sûrî di stratejiyeke destnîşankirî de beşdar bûye daku rê ji Sûriya pêşerojê re veke bi rêya lidarxistina navçeyeke veqetîn ji şêniyên ku alîgirê rejîmê ne li asêgehên rejîmê, û bi derxistina opozisyonê bi zorê, şirovekaran ji Diyaruna re got.

Cîhad el-Bina dest bi pêkanîna guhertinan li deverê kiriye bi rêya pêşkêşkirina alîkariyên biçûk ji malbatên herî hejar re, û îdia dike ku ew alîkariya jinbiyan û sêwiyan dike.

Kampanyayeke vê dawiyê belavkirina tiştên sade mîna pênûs, notbûk û tiştên din ên ji dibistanê re ji zarokên sêwî û hejar re li xwe digirt, Bêk got.

Wî got ku hinek şênî ji niyetên saziyê biguman in, lê newêrin tirsên xwe bibêjin ji ber ku tê zanîn karmendên hewaligiriya Sûrî hevrêya şandên Pasdaran di geryanên wan de li herêmê dikin.

"Cîhad el-Bina herwiha bi rêya hejmareke rêxistinên hawarçûnê yên Sûrî kar dike daku bi azadî bilive û kûr derbasî axa Sûriyê bibe," wî got.

Wî da zanîn jî ku vv destpêşxerî berê bi bêdengî dihatin pêkanîn, lê niha bi eşkere û bi qerebalixî ji bo balkişandinê tên encamdan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500