Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî Hewîca bi temamî rizgar dikin

Xalid Taî

Piştevaniyên artêşa Iraqî li ser rêyekê ne, ku Hewîca bi Kerkûkê ve girê dide, nêzî gundê Xebaz roja 7ê Cotmehê. Iraq temambûna operasyonên rizgarkirina Hewîca roja 10ê Cotmehê ragihand. [Merwan Ibrahîm/AFP]

Piştevaniyên artêşa Iraqî li ser rêyekê ne, ku Hewîca bi Kerkûkê ve girê dide, nêzî gundê Xebaz roja 7ê Cotmehê. Iraq temambûna operasyonên rizgarkirina Hewîca roja 10ê Cotmehê ragihand. [Merwan Ibrahîm/AFP]

Operasyonên vegerandina bajarê Hewîca ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) temam bûn, Fermandarê Operasyonên Hewîca ferîq Ebdulemîr Reşîd Yarela roja Sêşemê (10 Cotmehê) ragihand.

Yekîneyên serbazî beşê mayî yê navendê bajar, bajarokê Riyad, û 161 gund û dever rizgar kirin, wî di daxuyaniyekê de got.

Herwiha rêya Fetha-Riyad a ber bi Kerkûkê ve, û rêya 45 kîlometrî ya zincîra çiyayên Hemrîn ji pira Zixêtûn heta pira Fetha bi temamî hatin vegerandin.

Roja 5ê Cotmehê, artêşê rizgarkirina Hewîca ji DAIŞ ragihand, hevdem operasyon derdora bajarok dewam dikin.

Şerê 21-rojî bû encama şikestineke mezin di rêzên DAIŞ de, ku çekdarên wê ti berxwedan li hemberê hêzên rizgarker nekir.

"Hêzên Iraqî mîsyonê bi serkeftineke mezin pêk anîn û karîn ku şikestineke pir mezin bigihînin DAIŞ di asêgeha wê ya dawî li bakurê welat de," endamê encumena parêzgeha Kerkûkê Mean Mehmûd Hemedanî got.

Çekdarên DAIŞ qels bûn û nikarîn ku rûbirûbûnên serbazî yên dîrek pêk bînin, wî ji Diyaruna re got.

Gelek çekdar ji bêhêvîbûn û hêvîşikestinê xwe radest kirin, wî got.

"Herî kêm 400 terorîst ligel malbatên xwe xwe radestî hêzên rizgarker kirin, ligel hêzên Pêşmergeyên Kurd li rojhilatê Hewîca," wî got.

"Ew bi piranî çekdarên DAIŞ ên Iraqî û şêniyên bajar bi xwe bûn," wî got.

Pêşiya xweradestkirinê, çekdarên DAIŞ agir berdan baregeh û navendên ragihnadinê daku tu belge nekeve destê hêzên Iraqî, wî got.

Yekîneyên mezin ên artêş, polîsê federal, hêza bersiva bilez û ajansa dijî-terorê, tevlî operasyona rizgarkirina Hewîca bûbûn, ligel piştgiriyeke dîrek a hêza asmanî ya Iraqî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî.

Bi girtina Hewîca, hebûna DAIŞ a mayî li Iraqê tenê li bajarên Rawa û Qaim ên li rojavayê parêzgeha Enbarê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500