Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ piştgiriya xelkê li Enbarê ji dest dide

Xalid Taî

Şênî û serokên êlan serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar silav dikin di wêneyekê de ku di 24ê Hezîranê de di Facebookê de hatiye belavkirin, dema ku hêzên Iraqî gurzên serkeftiyane li "Dewleta Îslamî" didan li welat. [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wegirtin]

Şênî û serokên êlan serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar silav dikin di wêneyekê de ku di 24ê Hezîranê de di Facebookê de hatiye belavkirin, dema ku hêzên Iraqî gurzên serkeftiyane li "Dewleta Îslamî" didan li welat. [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wegirtin]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bingeha piştgiriya cemawerî li Iraqê ji dest daye, piştî ku kontrolkirina wê ji deveran re angaştên propagadaya wê ya derwîn bêvirand û pergala jiyana xelkê têk bir, berpirsiyaran ji Diyaruna re got.

Ev werçerxan li parêzgeha Enbarê, ya ku dikeve rojavayê welat de, berbiçav e û şênî gelek caran nepejrandina xwe ji hewlên DAIŞ ên dubare çêkirina cihê piyê xwe li deverên wan derbirîn.

Roja 27ê Îlonê, cih di çepelkirina êrîşeke berfireh a endamên DAIŞ ên ku hewl didan ku destê xwe deynin ser sê deveran li hawîrdora paytexta parêzgehê Remadî girtin.

Hemû êrîşker di operasyonê de hatin kuştin, li gorî AFP, û herî kêm du endamên ewlekariyê hatin kuştin û 18 sivîl jî birîndar bûn.

Şêniyên Enbarê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" roja 10ê Tîrmehê pîroz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Şêniyên Enbarê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî" roja 10ê Tîrmehê pîroz dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Vê buyerê kûrahaiya hevahengiya di navbera şêniyên deverê û hêzên ewlekariyê eşkere kir hevdem ligel acizbûneke cemawerî ji DAIŞ, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Esal Fehdawî, got.

"Em ji hebûna hinek hezker û alîgirên DAIŞ ditirsan, nexasim li gundewarên bajaran û li wan deverên ku vê dawiyê ji rêxistinê hatine rizgerkirin," wî ji Diyaruna re got.

Lê şênî bi DAIŞ re ketin pevçûnan de heta beriya ku hêzên ewlekariyê bigihin deverê, û "belgeheke baş li dor jidestdayîna rêxistinê ji diyartrîn jêderê hêza xwe pêşkêş kir -- ku ew jî bingeha piştgiriya cemawerî ye", wî got.

Wî got ku DAIŞ sê salan berî Enbar dagir kir bi angaşta parastina xelkê û berevanîkirin li mafên wan.

Wî got ku gelek kes hene, nexasim di nav ciwanan de, bi van sloganên nerast hatin xapandin û DAIŞ bi gotinên xwe û sozên xwe yên nerast ew ji rê birin.

Hukmdariya DAIŞ rastiya wê bêvirand

Lê dema ku DAIŞ deverên wan kontrol kirin, şêniyan dît ku hemû angaştên rêxistinê "nerast û bê bingeh bûn û armanc dikin ku dest deynin ser samanên wan", Fehdawî got.

"Şênî jî bûn qurbaniyên tawanên herî kirêt ên rêxistinê," wî got.

"Endamên DAIŞ dest danîn ser maf, azadî û mulkên wan, û hiştin ew hemû corên zulm û zordariyê jiyan bikin."

"Îroj ev welatî baş ezmûn wergirtine û naxwazin ku trajîdiyê dubare bikin," Fehdawî got, not jî kir ku ew aniha berpirsiyariya parastina deverên xwe bi hevahengî ligel hêzên ewlekaiyê hildigrin.

Wî got ku çendîn dewriyên zîrevanên şevê hene ku ji aliyê xelkên deverê hatine pêkanîn û temamkarên xebatên hêzên ewlekariyê ne.

"Şênî dudil nabin ji xeberdarkirina hêzan ji her tevegereke gumanbar, ev yek jî refleksa asta bilind a hevbaweriyê di navbera wan de û kordînekirina hevbeş di valaderxistina pilanên terorî de dike," wî anî ser ziman.

Dîtina şêniyan a li dor DAIŞ bi temamî hatiye guhrtin û ne weke berê ye, Şêx Ebdulah Cuxêfî, serokê êlekê li bajarê Hedîsa û serokê Ehrar el-Furat, got.

Wî ji Diyarunara got ku DAIŞ, beriya dagirkirina wê ji Enbarê re, di bidestxistina alîgiriya gelekan de bi ser ketibû, û da zanîn ku jîngeha siyasî û paşguhkirina hikûmetê ji daxwazên xelkê derbasbûyîna wê hêsan kir.

Wî got ku piştî ketina çend bajar di dest rêxistinê de, xwecihiyan zanîn ku ew bi propagandaya DAIŞ hatibûn xapandin "û rêxistinê tiştek ji bilî zordariyê û wêraniyê neanî bajarên wan".

Xelk "aniha dizane ku ev terorîst bi tenê kesên bê sewiye bûn û bê ol û bê nirxên civakî û mirovî bûn", wî got jî.

"Nivîsandina dîrokeke nû ji Enbarê re"

Cuxêfî bang li şêniyan kir ku roleke mezintir di parastina deverên xwe de bilîzin.

"Xelkê Enbarê ... dîrokeke nû ji parêzgeha xwe re dinivîsînin," wî got.

Şêniyên Enbarê kesên pêşîn bûn ku şerê hemû komên terorê kirin, Sulêman Qubeysî, rojnamegereke ji Enbarê, ji Diyarunare got.

"Parêzgeha me yek ji parêzgehên pêşîn bûn ên ku li dijî Qaîda û îdyolojiya tundrew rawestiya," wî got, û da zanîn ku tevgera êlan a bi navê Sehwa roleke bingehîn di şerkiirn û derkirina komên terorê ji Enbarê de lîst.

Qubeysî got ku DAIŞ karî hinek jiwanên Enbarê ji rê bibe û wan tevlî rêzên xwe bike, lê şêniyan di dawî de pişta hêzên ewlekarî yên Iraqî girt û wan bi hev re rêxistin têk bir.

"Xelk û hêzên ewlekariyê aniha destek in. Piştgirî ji terorîstan re tune ye, hizrên wan nepejiraqndî ne û tu cihê ewle ji wan re li Enbarê tune ye," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Cihê terorîzmê di nav me de tune e.

BERSIV BIDE