Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkeftinên Iraqî transformasyona di rewşa artêşê de destnîşan dikin

Ala Husên li Bexdayê

Leşkerên artêşa Iraqî yên Firqeya 6ê ya Piyade rahênanê li Wezareta Berevanîyê ya Iraqî werdigirin. [Wêneyê Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Leşkerên artêşa Iraqî yên Firqeya 6ê ya Piyade rahênanê li Wezareta Berevanîyê ya Iraqî werdigirin. [Wêneyê Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Artêşa Iraqî demeke dirêj di şer de qedand ji sala 2014an ve, dema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbasî Iraqê bû û rûberine berfereh ji welat dagir kirin, berpirsyarên serbazî ji Diyaruna re dibêjin.

Aniha bi awayekî baştir hatine rahênankirin û biçekirin, moralên wan bilind bûne ji ber ku ew serkeftinan bi dest dixin û aniha ev bûne çend sal ku bûne xwedan ezmûn ji ber şerê wan bi rêxistinê re li deverên bajarî û cihên gundewarî yên çal û xwar.

Dema ku navgînên zirxî ber bi bajarê Hiwêcayê ve li parêzgeha Kerkûkê di 21ê Tebaxê de çûn, daku bigrin ser yek ji asêgehên DAIŞ ên dawî li Iraqê, yekîneyine din ber bi biyabanê ve diçûn daku bajarê Anahê li rojavayê parêzgeha Enbarê rizgar bikin.

zincîrek ji serkeftinan di herdu operasyonan de -- di nav de destdanîna serEkaşatli biyabana Enbar û Şarqatê li Selahedînê -- ev yek karîna artêşê destnîşan dide ku ew dikare di heman demê de îdara şer li zêdeyî eniyekê bike.

Karînên şer ên pêşketî

Em dikarin vê pêşketinê di karîna şerkirinê û performansê de vegerînin gelek faktoran, analîzerê Siyasî Casim Hanûn ji Diyaruna re got.

Di serî de ew giranîyê zêde didin "şerê nifşê çarem", yê hewl dide ku çekdarên biyanî mîna komên teror tune bike, wî got.

Hêzên Iraqî kar kirin daku xalên pêşkinînê yên guhêzbar yên ji alîyê DAIŞ ve hatin danîn rakin û daku êrîşên kujêner ji alîyê çekdarên wê ve yên li ser pêyan yan bi otombîlan qedexe bikin, wî got.

Herwiha wan cihên hevsozên DAIŞ destnîşan kirine û penagehên rêxistinê yên ewle -- cihên ku çekdar dê xwe tê de veşêrin û bidin hev berî ku dest bi êrîşên pêşerojî bikin -- wêran kirine.

"Hêzên Iraqî îro baş hişyar in ji xalên xurtbûn û qelsbûnê yên DAIŞ, ji ber ku rêbazên rêxistinê yên derbarê bidestxistina erd û kontrolkirina samanan belî bûne," Hanûn got.

Xisareta rêxistinê ji zeviyan re piştî serkeftinên Iraqî hişt ku qudreta rêxistinê ya şerkirinê hilweşe, wî got, wî not kir jî ku siwên karên çêkirina bombeyan, navendên ragihandinê û baregehên fermandarîyê ji destên DAIŞ çûne.

"Herwiha beşekî mezin ji samanên wan ên mirovî ji dest wan çûn, di nav wan de fermandar, terorîst û xwekuj," wî got.

Pisporîya kûr û Rahênan

Artêşa Iraqî performansa xwe di warê şerkirinê de pêş xistiye weke encamekê ji şerê bi DAIŞ re di van salên dawî de, parlementerê Iraqî Mihemed Kerbûlî, yê ku di komîteya ewlekarî ya parleman de kar dike, got.

Fermandarên serbazî pisporîyeke mezin di van şeran de wergirtine, pisporîya ku bi hejmareke zêde ji serkeftinan li ser erdê tê nîşankirin, wî got.

Dema ku ew di asteke kêm de bû di sala 2014an de, artêşa Iraqî xurttir bûye, Kerbûlî got, û aniha hebûneke wê ya xurt heye, ev yek bi qudreta wê ya cengînê li sê eniyan -- Şarqat, Hewca û Anahê -- diyar dibe.

Lê tevî ku moralê wê bilind e û karînên wê pêş ketine, hewcedarîya artêşa Iraqî bi piştgirîya navdewletî di warê çekdarkirin û rahênanê de hîna jî heye, endamê encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd got.

Divê piştgirî berdewam be heta pişt têkçûna DAIŞ jî, wî ji Diyaruna re got.

"Hewcedarîya artêşa Iraqî bi piştgirîya locistî û piştgirîya ji alîyê istixbaratan ve û amûrên istixbaratî yên pêşketî, kamîrayên çavdêrîyê û balefirên bê balefirvan yên ku tenê ji alîyê jêderên serbazî yên cîhanî yan ji alîyê hêzên hevpeymanîyê ve dikarin werin bidestxistin heye," wî got.

Herwiha wî tekez kir ku hewcedarî heye ku akadîmîyên serbazî li Iraqê werin damezrandin, cihê ku leşkerên nû û yên pispor karibin tê de pêşketinan di zanista serbazî de berdewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500