Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî Hewîceya asêgeha DAIŞ vedigerînin

AFP

Hêzên Iraqî ber bi Hewîceya asêgeha "Dewleta Îslamî" di 4ê Cotmehê de pêş dikevin, rojekê berî ku di kontrolkirina bajarok de bi ser bikevin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî ber bi Hewîceya asêgeha "Dewleta Îslamî" di 4ê Cotmehê de pêş dikevin, rojekê berî ku di kontrolkirina bajarok de bi ser bikevin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî bajarê Hewîca yê li parêzgeha Kerkûkê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) roja Pêncşemê (5ê Cotmehê) vegerandin, piştî operasyoneke du-heftiyane.

Bajar yek ji du navçeyên dorpêçkirî yên DAIŞ li Iraqê ye.

"Ez rizgarkirina bajarê Hewîce radigihînim," Serokwezîr Heyder Ebadî di dema konferanseke medyayî de li Parîsê ragihand. "Tiştê mayî şelîta li ser sînorê bi Sûriyê re ye."

Fermandarê operasyonê ferîq Ebdilemîr Reşîd Yarela, berî wê vegerandina navenda bajar ragihandibû.

Hewîca, ku 230 kîlometran li bakurê Bexdayê ye, navenda molgeheke ji çend bajaran bû ku di nav asêgehên dawî yên ku di 2014an de ji aliyê DAIŞ ve hatin kontrolkirin.

Hêzên Iraqî par ew derbas kirin di pêşketina xwe ya ber bi Mûsila li bakurê welat, ku ew pêşketin bû encama şikestina rêxistinê li bajarê li parêzgeha Nînewa di Tîrmehê de.

"Serkeftin bo hemû cîhanê ye"

Hewîca dikeve navbera herdu rêyên sereke yên li bakurê Bexdayê -- bo Mûsilê û bo bajarê Kerkûkê û herêma Kurdistanê -- û kontrolkirina wî serkeftineke sembolîk û stratejîk e ji hikûmetê re.

"Ev serkeftinek ji hemû cîhanê re ye ne tenê ji Iraqê re," Ebadî got, ku piştî civîna ligel Serokê Fransî Emanuel Makron diaxivî.

Fransa beşek ji hevpeymaniya navdewletî ye ya ku piştgiriya kampanyaya li dijî DAIŞ dike.

Tu gotineke rasterast derbarê çarenivîsa sivîlên li Hewîca negot.

NY vê hefteyê got ku nêzîkî 12,500 kes reviyane ji dema destpêkirina operasyona konrolkirina vî bajarokî û deverên derdora wî di meha borî de.

Ofîsa karûbarên mirovî ya NY got ku dibe ku 78,000 kes li Hewîca hebin. Wê got ku ajansên mirovî xalên pişkinînê, kamp û cihên hawarçûnê danîne ku dikarin bêtirî 70,000 kesan werbigrin.

Encumena Penaberan a Nerwîcî got ku gelek ji kesên ku digihin kampan tiştek bi wan re tune ye ji bilî bexçikên wan.

"Ji bilî terora ku bi salan li jêr kontrola DAIŞ jiyayîn, gelek malbatên ku digihin ji kêmxwarinê nexweş in," rêvebera herêmî ya rêxistina nerwîcî Silvia Beccacece got.

"Xîlafet" diheje

Berdevkê hevpeymaniyê Ryan Dilon li ser medya civakî pesnê pêşketina dawî da, got ku hêzên Iraqî berdewam bûn li ser "jinavbirina DAIŞ li molgeha Hewîca".

Soza Ebadî ya "rizgarkirina hemû axa Iraqî û paqijkirina wê ji terorîstan" "nêzîkî" bicihkirinê bûye, wî got jî.

DAIŞ ji piraniya axa ku li Iraq û Sûriyê kontrol kiribû di havîna 2014an de hatiye derxistin.

Hefteya borî, ji Anah hat derxistin, ku yek ji sê bajarokên ku di destê DAIŞ de ne li Geliyê Firatê, û hêzên Iraqî amadekariyan dikin ji bo pêşketinê ber bi herduyên din ve, Rawa û Qaim.

Fermandarê berevaniya sivîl a parêzgehê emîd Fewzî Yasîn got ku paqijkirina nêzîkî 1,000 mayîn û xefikên bombekirî ku rêxistinê li û derdora Anah çandibûn heta Pêncşemê dom kir.

"Operasyona paqijkirinê dê bihêle ku aware vegerin malên xwe," serokê encumena bajarokî Ebdilkerîm Anî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500