Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Dermanên hişbir di nav çekdarên DAIŞ de li Iraqê berbelav in

Xalid Ta'î

Polîsê Besrayê dest danî li ser hejmarek ji dermanên gumanbar. [Wêne ji Polîsê Besrayê hatiye wergirtin]

Polîsê Besrayê dest danî li ser hejmarek ji dermanên gumanbar. [Wêne ji Polîsê Besrayê hatiye wergirtin]

Tevî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vekirî red dike ku çekdrên wê dermanan bikar tînin, delîlên beloq heneku bikaranîna narkotîkan di nav wan de berbelav e, berpirsiyarên Iraqî ji Diyaruna re got.

Wan got ku hêzên Iraqî dest danîn ser qasên mezin ên demanan ên ku wan li veşargehên DAIŞ dîtibûn an jî yên ku di berîkên kincên çekdarên mirî de bûn.

"Kêmpeyda bû ji me re ku em berîkên endamên DAIŞ ên ketî ji dermanan vala bibînin," endamên encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

Zêdetir, wî got, hejmarek ji çekdarên DAIŞ ên bi saxî hatin dîlgirtin ji aliyê hêzên Iraqî ve li wan xuyanî dikir ku ew li jêr bandora dermanan in.

Di haletekê ji wan de, Kiûd got, çekdarekî Sûrî yê DAIŞ yê ji aliyê hêzên Iraqî ve li Berwaneyê li rojavayê Enbarê hat girtin, lê xuyanî dikir ku li jêr bandora dermanan e.

"Ew milîtan, di bin 13 salan de ye, derman vexwaribûn û haya wî ji hawîrdora wî tune bû û nedizanî çi dibêje," wî got.

Kiûd got ku dema ku karîgeriya deran qediya, wî sîpekî got ku serkêşê DAIŞ ê ku ew dîl kiribû av da wî û hevalên wî ji bo vexwun, ji wan re jî got ku ew dê we bi hêz bike.

"Pêkane narkotîk di avê de hebûn, armanc jî ew bû ku ew çekdar hêc bibin û bi korahî şer bikin û her tiştê ji wan tê xwestin bê nîqaş bikin," wî got.

Belgekirina bikaranîna dermanan

Bikaranîna DAIŞ ji dermanan re baş hatiye belgekirin, Kiûd got, û ev yek ji rêyan ku rêxistin bi wan çekdarên xwe dike erîşkerên xwekuj, daku xwe û kesên din bikujin bêyî ku deqekê jî biramin.

Wî got ku ev mîtodolojî nîfaqa DAIŞ dibêvirîne, ji ber ku rêxistin bi vekirî red dike ku dermanan bikar tîne, lê bi bi awayekî taybet tiştên neyasayî bikar tîne bo derengkirina dawiya xwe.

"Ev ne namo ye, ji ber ku DAIŞ bawernameya haziriya ji pêkanîn her kiryarekî daye xwe," wî got.

"Me veşargehên mezin ên hebên hîroyîn û halûsînocîn li bingehên DAIŞ di dema rizgarkirina Bêcî, Mûsil û Telafer dîtin," berdevkê polîs Ebdul Rehman Xezelî ji Diyaruna re got.

"Me herwiha derman di berîkên çekdarên mirî de jî dîtine," wî got.

Endamên DAIŞ çendîn depoyên dermangehan li wan deveran talan kirin û êşbir, dermanên sirkirinê û baştirkirina moral dizîn, wî got.

Wî got ku tevlî dizîna dermanên bi raçêtan bo bikaranîna nerewa, dermanên kolanan hat dîtin dema ku hêzên Iraqî êrîş birin li ser veşargehên DAIŞ, da zanîn jî ku ew bawer dike gelek çekdaran destên xwe danîne ser dermanan li Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500