Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqê kontrola çîyayên Hemrînê li Diyalayê dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî û yên hevbend li devera çîyayî dimeşin dema ew ber bi asêgeha "Dewleta Islamî" (DAIŞ) Hewêcayê ve bi pêş ve diçin di 2ê Cotmrhê de. Dema ku hêzên ewlekarîyê ber bi bajar tevgerê dikin, yekîneyin din destên xwe danîne ser çîyayên Hemrînê, ev yek misoger dike ku tu cih ji çekdarên DAIŞ ên ku direvin re nema daku ew xwe tê de veşêrin. [Ehmed Rubêî/AFP]

Hêzên Iraqî û yên hevbend li devera çîyayî dimeşin dema ew ber bi asêgeha "Dewleta Islamî" (DAIŞ) Hewêcayê ve bi pêş ve diçin di 2ê Cotmrhê de. Dema ku hêzên ewlekarîyê ber bi bajar tevgerê dikin, yekîneyin din destên xwe danîne ser çîyayên Hemrînê, ev yek misoger dike ku tu cih ji çekdarên DAIŞ ên ku direvin re nema daku ew xwe tê de veşêrin. [Ehmed Rubêî/AFP]

Hêzên Iraqî çîyayên Hemrînê li parêzgeha Diyalayê misoger kirine, ew bi awayekî çalak rêyê li ber çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ênku ji şerê Hewîcayê direvin û ew ji xwe re li penagehekê li herêmê digerin digrin, berpirsyarekî serbazî ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, hêzên Iraqî îro Çarşemê (4ê Cotmehê) ber bi Hewîcayê ve çûn, ew êrîşa xwe li ser deverên DAIŞ ên dawî li welat xurt dikin, AFP ragihand.

Hêzên artêşê, polîsê federal û yên bersivdayîna lezgîn dest bi operesyoneke mezin kirine "daku navenda Hewîcayê û bajarokê Riyad ê cîran rizgar bikin",fermandarê operesyonên Hewîcayê ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela got.

Yekîneyên bijare ji alîyê bakur û rojava ve di nav topbaranê û bombebarankirina rokêtan de li ser çeperên DAIŞ derbasî bajar bûne, serokê polîsê federal Raid Şakir Cewdet got.

Hêzên Iraqî çîyayên Hemrînê ji milîsên "Dewleta Islamî" ên ku xwe li Herêmê vedişêrin paqij dikin. [Wêneya Fermandarîya Operesyonên Dicleyê]

Hêzên Iraqî çîyayên Hemrînê ji milîsên "Dewleta Islamî" ên ku xwe li Herêmê vedişêrin paqij dikin. [Wêneya Fermandarîya Operesyonên Dicleyê]

"Ew ber bi pêş ve diçin û armanca wan ew e ku heft taxên Hewîcayê û 12 hedefên jîyander vegerînin," wî got,bê ku tu hûragahîyên zêde par vebike.

Bêwar mane

Çîyayên Hemrînê zincîreke fereh e, di warê erdnîgarîyê de deverke tevlihev e ji bakurê parêzgeha Kûtê heta başûrê Mûsilê dirêj dibe, fermandarê operesyonên Dicleyê ferîq Muzhir Ezawî ji Diyaruna re got.

"Di beşê zincîrê yê ku dikeve sektorê li jêr berpirsyariya fermandarîya me li parêzgeha Diyalayê, hêzên me kontrolê bi awayekî tam dikin û ew der gelekî ewle ye," wî got.

"Navendên me yên ewlekarîyê û belavbûna serbazî bi awayekî zexm hene, û operasyonên me bi hevahengîya beşên serbazî û ewlekarî yên din li gel êlan berdewam in daku li endamên DAIŞ bigerin û wan qir bikin," Ezawî got.

"Me gelek ji bingehên wan wêran kirin, ya herî dawî berî çend rojan bû, dema me15 terorîstên ku di hundirê kampeke nepenî de bûn kuştin, kampa ku di navbera bajarê Xaneqînê û devera neftî Xanayê (li çîyayên Hemrînê) dikeve," wî anî ziman.

Navgîn, motor, çek û cebirxaneyên ku li jêr destên çekdarên DAIŞ bûn li kampê hatin şewitandin, wî got.

Operasyonên parêzî weke van rolake serke lîstin di çepelkirina êrîşên DAIŞ li bajarên Diyalayê, Ezawî got.

"îro, Diyala ewle ye û tevgera xelkê û çalakîyên çandinî û bazirganî normal in, û hêzên me dê çi endamekî DAIŞ yê hewl bide ku rewşa aramîya xirab bike biperçiqînin" wî got.

tu cih tune ye ji veşartinê re

Hin şanên DAIŞ ên razayî dimînin, Ezawî got," û em bi dû wan dikevin û berdewam em endamên wan digirin,"

"Xetera wê dê nemîne dema em bajarê Hewîcayê vegerînin û jêderên wan ên rêberîyê têk biçin," wî got.

Gelek dever li çîyayên Hemrînê ji destên DAIŞ derketin, di nav wan de balefirgehên Mexûl, Fetah (Malih) û zevîyên neftê yên Ecîl û Elasê, wî got, wî piştrast kir jî ku şerê rizgarkirina Hewîcayê "dê bi awayekî tam hebûna terorîstan bidawî bike".

Planên ewlekarî hatin danîn, ên ku hemû berhengarîyên gengaz çareser dikin " û bi hemû jêderên gefê re didin û distînin", wî got.

Hêzên ewlekarîyê "dê destûrê nedin terorîstên ku ji Hewîcayê direvin ku derbasî Hemrîn û Diyalayê bibin", Ezawî got. "Em amade ne ku şerê çi derbasbûneke bi dizî bikin û em dê haydar bin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500