Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çekdarên DAIŞ direvin lê gelo diçin kûderê?

AFP

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk fîşekan bi reşaşeya xwe diavêje di dema şerê ligel tundrewên "Dewleta Îslamî" nêzîkî nexweşxaneya niştîmanî ya Reqa di 1ê Cotmehê de. Şervanên Sûrî şer dikin ji bo jinavbirina çekdarên mayî yên DAIŞ ku li Reqaya asêgeha ku li ber herifînê ye xwe asê kirine. [Bulent Kilic/AFP]

Endamekî Hêzên Sûriya Demokratîk fîşekan bi reşaşeya xwe diavêje di dema şerê ligel tundrewên "Dewleta Îslamî" nêzîkî nexweşxaneya niştîmanî ya Reqa di 1ê Cotmehê de. Şervanên Sûrî şer dikin ji bo jinavbirina çekdarên mayî yên DAIŞ ku li Reqaya asêgeha ku li ber herifînê ye xwe asê kirine. [Bulent Kilic/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li jêr êrîşê ye li seranserê beşên ku di destê wê de mane ji xîlafeta xwe-ragihandî, lê çi ji bi hezarên çekdarên wê hatiye di demekê de ku kontrola erdê ji dest dide?

Ku rastî çendîn êrîşan tê, rêxistina tundrew bajarê Sirt yê Lîbya, Mûsil û Remadî li Iraqê, û niha li ser kevîkaDerxistinê ye ji Reqaya asêgeha xwe ya berê li Sûriyê.

Di lutkeya xwe de hejmara çekdarên di nav rêzên DAIŞ de bi dehên hezaran bû, ku berpirsên Amerîkî texmîn dikirin ku 4,000 çekdarên biyanî di van salan de sefer kirin daku tevlî rêxistinê bibin.

Hêzên ku êrîşî DAIŞ dikin bi berdewamî mirin û girtina hejmareke mezin ji tundrewan radigihand, lê hejmarên wan gelek caran nezelal bûn û ji aliyekî serbixwe ve nedihatin piştrastkirin.

"Em nikarin hejmara tam a kesên girtî bidin lê em dikarin bêjin ku hejmareke baş wan ji aliyê hêzên me ve hatine girtin," Mistefa Balî, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku niha li Sûriyê şere DAIŞ dike, got.

Di nav sivîlan de xwe veşartine?

Tirseke berdewam li ba hêzên ku êrîşî DAIŞ dikin ew e ku çekdarên wê dê hewl bidin ku xwe nav sivîlan veşêrin, an birevin ligel awareyan an jî li pişt wan di malan de bimînin.

"Hejmara çekdarên ku xwe nav sivîlan vedişêrin dema ku direvin helbet pirseke girîng e," Eymen Temîmî, lêkolînerekî di Foruma Rojhilata Navîn de, got.

"Dibe ku ew çalakên wan li pişt bimînin û tevlî xelkê sivîl bibin daku weke şaneyên veşartî kar bikin an jî hinekên din çekdar bikin daku bibin beşek ji şaneyên veşartî," wî got.

Li Sûriyê, Balî got, hinek çekdarên DAIŞ "li kampên awareyan bi rêya databêsên me hatin dîtin".

Hinekên din hatin girtin piştî ku sivîlan ew nas kirin û li wan report kirin.

Lê tevî vê yekê jî hin çekdar di nav sivîlan de ne, bi taybet ku "hinek sivîl ditirsin ku li wan report bikin, û ditirsin ku dê tolhildanê li dijî wan bikin", rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman, got.

Hêzên Iraqî, weke hevtayên xwe yên li Sûriyê, databêsekê bikar tînin ji bo girtina çekdarên DAIŞ ên di nav sivîlan de.

Lê berpirsekî xwecihî yê Iraqî got ku "hejmareke mezin ji endamên DAIŞ di nav xelkê Mûsilê de xwe vedişêrin, bi taybetî li Bajarê Kevin".

Hebûna wan bi rêya "kuştin û teqandinên rojane" diyar dibin", Hîşam Haşimî, lêkolînerekî pispor di tevgerên tundrew de got.

Çi derbarê çekdarên biyanî?

Piraniya çekdarên ne-Ereb ên di rêzên DAIŞ de dibe ku nikaribin xwe bi asanî nav sivîlan veşêrin, ji ber ku şikil û zimanê wan wan eşkere dikin.

"Gelek çekdarên biyanî yên (DAIŞ) hene ku naxwazin teslîm bibin û dixwazin bi xurtî şer bikin," fermandarê herî bilind ê hevpeymaniyê ku alîkarî û şêwiriya QSD dike ji AFP re got.

Çekdarên biyanî ne ku piraniya caran êrîşên xwekuj pêk tînin, Haşimî got, û bi dawîbûna çi şerî "hejmara wan a mayî gelek kêm e".

Şansên wan ku vegerin welatên xwe gelekî kêm in, ku ajansên istixbaratî ji nêz ve çavdêriya vegeriyayiyan dikin, û sînorê Tirkiyê niha bi tundî bin çavdêriyê de ye.

Charlie Winter, lêkolînerekî bilind li Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrewbûn û Tundutûjiya Siyasî, got ku niha propagendeya DAIŞ sistbûnekê di hukmên wê yên ku berê tund bûn pêşniyar dike derbarê hiştina erdê ji "kafiran" re.

"Rêxistinê bi awayekî nerasterast -- lê belê bi nerîna min bi awayekî bêguman -- got ku nema qedexe ye ku ji erdên jêr kontola DAIŞ birevin," wî got.

Penageh li erdê mayê yê DAIŞ

Di demekê de ku erdê di destê wê de li Sûriye û Iraqê bilez kêm dibe, DAIŞ niha giraniya çavkaniya xwe daniye geliyê Çemê Firatê bi dirêjahiya sînorê Sûrî-Iraqî, pispor dibêjin.

"Bo demeke dirêj niha navenda giraniyê ji Dewleta Îslamî re guhertin e... bi aliyê cihine weke Meyadîn û Elbû Kemal," li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê, Winter got.

"DAIŞ bi awayekî sîstematîk jêrxane û xelkê xwe li van cihan zêde dike," wî got jî.

Wî got dibe ku DAIŞ piştrast bû ku hejmarine mezin ji çekdarên xwe bibe van deveran berî ku li cihên weke Reqa û Mûsilê were dorpêçkirin.

Ev niha tê wateya ku şerê li cihên weke Meyadîn û Elbûkemal dibe ku "zêde tund be", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500